Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di avabûnê Civaka Demokratîk de rola hêzên pêşeng!

08/09/2025
in ROJEV
A A
Di avabûnê Civaka Demokratîk de rola hêzên pêşeng!
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Rast e, em li Bakur û Rojhilatê Sûrî dijîn. Lê ji ber vê yekê jî ew heq ji me re dernakeve ku em li ber pêşketin û nepêşketinên li Bakurê Kurdistanê û Komara Tirkiyê bê xem û bê helwest bin. Em wisa bikin jî (ev ê çiqas wijdanî û exlaqî be, ew mijareke cuda ye) ew (Tayip û Hakan Fidan) ji bo welatê Sûrî, ti car wisa tevnagerin. Mînak li Şama Şerîf serê Colanî biêşe yan jî li Sahilê ji DAIŞ’iyan fîşekek kêm bibe, hema di cih de Hakan Fidan li ber pozê Şeybanî ye.

Ez nabêjim em jî wisa bikin. Na! Karê me, emala me naçar e li ser xêrê be. Herî kêm em ê çi bikin? Gava ku li herêm û li welatên derdora me tiştek, xebatek ji civakan kêm bû, biqasî ku em rastiya wê dizanin, em ê bînin ziman.

Tê zanîn Rêber Apo ji meha duyemîn a vê salê ve Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daye destpêkirin. Du aliyên vê Pêvajoyê hene. Ya hê rastir du alî û yek armanc û hedefa vê Pêvoyê hene. Yek ji van aliyan Komara Tirkiyê ye; aliyê din jî Rêber Apo û Civaka Demokratîk (Neteweya Demokratîk) e. Ji van her du aliyan, her kesek karê xwe dike. Yan jî hewce dike, ya tê xwestin bi cih bîne. Mînak, Komara Tirkiyê biqasî ji destê wê tê hewl dide pêvajoyê dirêj bike, birizîne, pûç bike… Wekî sermuzekerevanê aliyê duyemîn Rêber Apo, ew jî ya li ser milên wî dikeve (heta gelek caran karûxebata me û tiştê hewce bûye Komara Tirkiyê bike jî kiriye, mînak avakirina fikra komîsyona meclisê) bi zêdehî dike. Dimîne kî? Civaka Demokratîk (Neteweya Demokratîk)… Hemû hêzên Civaka Demokratîk… Ev kî ne? Hem li aliyê Tirkiyê û hem li civaka Kurdistanê hemû sazî, kes û derdorên demokratîk, hawîrdorparêz, partî, gel û baweriyên heyî… ku di jiyana demokratîk bi hev re û wekhev û azad de berjewendiya wan heyî… Temam, ev hêz hemû jî endamên Civaka Demokratîk in, lê Civaka Demokratîk (Neteweya Demokratîk) jî bê pêşeng nabe! Vaye pêşengê Civaka Demokratîk (Neteweya Demokratîk) li Bakur û Tirkiyeyê Dem-Partî û DBP (Partiya Herêmên Demokratîk) ye.

Lê belê tiştek heye! çawa? Du aliyên vê Pêvajoyê hebûn: yek, Komara Tirkiyê; du, Rêber Apo û Civaka demokratîk… em nirxandineke pir çors (serasera) bikin. Komara navborî dixwaze Pêvajoyê giran bike; Rêber Apo wekî mejiyê Pêvajoyê, hewl dide hem Komarê û hem jî me (Civaka Demokratîk) di heman çarçoveyê de bi cih bike (entegrasyona demokratîk). Vaye di vê pergal-tewazinê de mirov dikare bêje Dem-Partî û BDP wekî tê xwestin bi rola xwe ranabe!

Çima, çawa? Me got, dewleta Tirk yanî Komar her li pey dekûdolaban e, lê Rêber Apo gilî û gazincan nake û wê li pey xwe dixirikîne! Ya din? Civaka Demokratîk, hêzên pêşeng ên Civaka Demokratîk… Ew jî li pey Rêber Apo dixirikin! Jixwe armanca Rêber Apo ew e ku hem Komarê û hem jî Civaka Demokratîk li pey wî nexirikin, rabin li ser piyan bimeşin. Komar ê bimeşe yan nemeşe, ew karê Komara Tirkiyê ye ew dizane, eger nemeşe di nava rûpêlên tarî yên dîrokê de dê cihê xwe bigire. Lê hêzên civakê dê çi lê were? Hêzên ku ji xwe re gotine “em pêşengên civakê yên vê Pêvajoyê ne”…

Diviyabû wan çi bikira? Temam, kes nikare bêje ti tiştî, ti xebatê nameşînin. Piştî ku Pêvajo dest pê kir, germahî û xebateke diyar çêbû. Lê ev ne bi zêdebûnê berdewam bû, civaka Tirkiyê jî da ber xwe. Hem dewleta Tirk û hem civaka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê negihand qonaxeke jortir. Mînak, wekî pêvajoyên derbas bûyî 8’ê Adarê, Newroz pir bi coş hate pîrozkirin, 4’ê Nîsanê sînerjiyeke kêmekî zêdetir çêbû, 1’ê Gulanê hê girseyîtir hate pîrozkirin… Ewqas! Dema em dibêjin ‘ewqas’ armanc ne ew e, em keda hatiye xerckirin biçûk bikin! Jixwe ked, civakî ye û dîrokî ye; tê de keda bi sedan sal a civakên cîhanî heye. Ew tiştekî cuda ye. Ya ku em dibêjin ev hewldan ji rûtîna xwe derneket. Meş û mîtîngên hatine çêkirin, têne çêkirin bi xwe re ruhekî nû, girseyîbûneke nû, şiyarên nû, refleksên nû, helwest û seknên nû bi zêdebûnê pêşnexistin. Mînak, Roja Zimanê Zikmakî wekî her tim bi rûtînî derbas bû. Ne ku pîrozbahî tinebûn, nehatin kirin. Girêdayî vê, piştî çend rojan li Bakur Tirkiyê dibistan vedibin. Bi milyonan zarokên Kurd, zimanê wan qedexe ye. Gelo çi projeya DEM Partî û BDP’ê heye? ma difikirin, (baskên ciwanan ên van partiyan) dibistanan boykot bikin? Dîsa herî dawî, Komisyona Meclîsê ku ji bo Aştî û Xwîşk û Biratiyê hatiye avakirin destûr neda dayikên aştiyê ku bi Kurdî biaxifin. Diviyabû qiyamet daketana! Ne ku hilweşandin, texrîb terorîzm… Lê diviyabû ku bi rojan bi mehan protesto çebûna, tiştek çênebû! Karkerên Kurd nizanim li kîjan bajarê Tirkiye bi îhtimaleke mezin ji ber Kurdî axifîne hatin linckirin. Hema bêje bêdengî û temaşe… Ev ji bo Komara Tirkiyê jî ne baş e. Dê dewlet vê binirxîne: “ev ne ziman û ne çanda gelê xwe nakin rojev, ti tiştî jî nabêjin, weke ku ji xwe re bibêjin me ev Kurd asîmîle kirinê. Wê demê em çima li xwe heyirîne! Bila wisa bimeşe.” Ya xirabtir jî bi civaka me bi xwe re, hişmendiya xwebûnê çênabe. Ev tenê yek mînak bû. Gava ku hişmendiya xwebûnê çênebe dê çawa Civaka Demokratîk û Neteweya Demokratîk çêbe. Rêgeza sereke ya Civaka Demokratîk û Neteweya Demokratîk, Xwebûn e, wekî xwe bûn e. Hêza vê ya pêşeng jî partî û saziyên civaka demokratîk in!

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.