Esma Mistefa/Qamişlo
Bi hatina demsala berhevkirina berhemên zeytûnan li Efrînê, Komîteyek Aborî ya girêdayî hikumeta veguhêz hatiye avakirin. Hêjayî gotinê ye ev komîte berê jî hebû û ji aliyê komên çete ve dihat birêvebirin. Karê vê komîteyê dizî, ferizkirina bace û desteserkirina mal û milkên gel e.
Bi dagirkirina bajarê Efrînê di 18’ê Adara 2018’an ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan ve. Weke ku ji 8 salan ve tê şopandin û belgekirin komên çeteyan ji bilî kiryarên dijmirovê û guhartina damografîk a ku pêk anîne, dest danîn ser mal, milk, erdên zeytûnan û zeviyên welatiyên Kurd yên resen di Efrînê de. Ev yek di bin serpereştiya dagirkeriya Tirkiyê de dihat kirin. tê zanîn ku ji destpêka dagirkeriyê û heyanî niha tîcaret bi dar û berhemên zeytûnan ji zeytûn, zeyt û hwd ji aliyê Tirkiyê û komên çeteyan ve tê kirin.
Ji bilî van bi deh hezaran darên welatiyên ku neçar mane ji Efrînê derkevin hatin qutkirin û hilkirin. Ev siyaset herî zêde li ser milkên gelê ku ji Efrînê koçber bûye dihat meşandin, lê malbatên li wir jî mane ji van kiryaran bê par neman. Her sal bi nêzîkbûna demsala rakirina zeytûnan de, ji aliyê komên çeteyan ve biryar û komîte dihatin avakirin ku bace li ser gel feriz dikirin û rêjeyekî ji nîvî zêdetir ji gel werdigiritin çi zeytûn dibin çi zeyt dibe. Ev jî perçeyek ji kiryarên dagirkeriyê û komên çeteyan yên li ser gel dihatin meşandin bû. Gel di bin bayê metirsiyê de û bêyî hebûna aliyekî hesabxwestinê bê deng diman û mixabin heyanî îro jî bi van kiryaran re rû bi rû ne.
Bi hatina hikumeta veguhêz re qaşo diviya bû atmosferekî bi ewle hinek ji gelên di Efrînê re bihatiba avakirin, lê ev yek çawa ku di giştî Sûriyê de nebû, ji bo gelê Kurd di Efrînê de jî nebû. Di van demên dawiyê de bi nêzîkbûna demsala komkirina berhemên zeytûnan re ji aliyê hikumte aveguhêz ve Komîteya Aborî bi awayekî fermî hatiye avakirin. Karê vê komîteyê ferizkirina baceyan û desteserkirina mal û milkên gel e. Ev komîte berê jî hebû lê ji aliyê komên çeteyan ve dihat birêvebirin, niha jî bi heman armancê lê bi awayekî rewa ku ev çete diziyê û talanê bikin hate avakirin.
Girêdayî vê yekê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye raporek amede kir ku wiha tê de dibêjin:
Desteserkirina milkên welatiyên Kurd li herêma Efrîn ji aliyê Komîteya Aborî ya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ve tê rewakirin.
Tevî berfirehiya binpêkirin û kiryarên komên ku berê wekî “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” dihatin nasîn ku ji hêla Tirkiyeyê ve dihatin piştgirîkirin, wek desteserkirina milk û malên welatiyên Kurd ên bi darê zorê koçber bûne an jî sepandina bacan li ser milkên welatiyên Kurd ên mayî li gundewarê Efrîn bi rêya ofîsên aborî yên hatine avakirin. Ew bêyî tu hesabpirsîn an çavdêriyê, li ber çavên rayedarên dagirker ên Tirk, civaka navneteweyî û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, binpêkirin û terora xwe ya aborî li dijî nifûsa Kurd a xwecihî berdewam dikin.
Di çarçoveya desteserkirina milkên welatiyên Kurd de, kesê bi navê Ebû Mihemed Atma, serokê Ofîsa Aborî ya navenda navçeya Rajo ku ji aliyê hikumet aveguhêz ve hatiye avakirin. Bi daxuyaniyên provokatîf ên ku nefret û nijadperestiya şovenîst li hember nifûsa xwecihî ya Kurd nîşan dide. Her wiha bi wan re li ser bingeha bertekên dûrî berpirsiyariya neteweyî, yasayî, olî û exlaqî tevdigere.
Wî got: (Li gorî biryareke îstîsnaî ya ku ji aliyê Serokê qonaxa qeguhêz a Komara Sûriyeyê, Ehmed El-Şaraa ve hatiye dayîn, nivîsgehên aborî li herêma Efrîn hatine avakirin, ne li herêmên din ên Sûriyeyê).
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a li Efrîn, Nivîsgeha Aborî roja Çarşemê 27’ê Tebaxê de civîna xwe ya yekem li dar xistin. Bi serokatiya kesê bi navê Ebû Mihemed Atma û van beşdarvanan ve hat lidarxistin:
Haidar Baaj, serokê ofîsa aborî ya firqeya nehemîn. Ebû Şeleş, serokê Firqeya Hemze. Ebû Omêr, serkirdeyê koma Ehrar El-Şerqiye û nûnerê hemû buroyên aborî yên hemû komên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ye.
Di dawiya civînê de, rayedar derbarê naveroka wê de ti daxuyanî neda, lê encam di civîna din de ku roja Pêncşemê, 28’ê Tebaxê pêk hatibû bi rêveberiya Ebû Mihemed Atma û serokên ku li jor hatine behs kirin jî di nav de bûn, derketin holê.
Di encama bertekên ku ji aliyê serokan ve hatin nîşandan de, di civînê de atmosfereke aloziyê derket holê. Civîn bi derxistina 6 bendan gat bidawîkirin.
Di dawiya civînê de, rêberan piştrast kirin ku ew ê milkên wan radest nekin heya ku belge neyên pêşkêş kirin, an jî di rewşa ku di navbera hikumet û rêveberiya xweser de peymanek çênebe. Ger di navbera wan de peymanek çênebe, wê rihetî nîn be. Ev rêkeftin tê wateya rawestandina ofîsên aborî ji kontrolkirina milkên gel û vegerandina malan ji xwediyê wan re.
Yek ji piratîkên ofîsa aborî li Efrînê
Yek ji bûyeran ku ne tenê bi vê yekê ve sînordar; li gundê Elî Jaro – navçeya Bilbilê li gundewarê Efrîn, endamên Ofîsa Aborî ya Hêza Hevbeş (El-Hemzat û El-Emşat) kokên darên zeytûnê yên malbata Bilal Oso yê rehmetî bi rengê sor boyax kirin. Hejmara daran bi qasî 1000 daran tê texmînkirin û mewsim îsal ji aliyê Ofîsa Aborî ya Hêza Hevbeş ve hate desteserkirin bi hinceta ku kurên rehmetî bi HSD re danûstandinê dikin. Rûxmî ku dayîka wan ji destpêkê hilweşîna rêjîma Bass vegeriya bû Efrînê û zeytûnên xwe xwedî dikin.






