Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji bo guhertina civakê perwerdekirina mamosteyan girîng e’

07/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji bo guhertina civakê perwerdekirina mamosteyan girîng e’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Mamosteyên bexçeyên zarokan diyar kirin ku nêzî 290 mamosteyên bexçeyên zarokan bi xwestekekî pir mezin perwerdeyên îdeolojîk û meslekî dîtin û gotin: “Ji bo guhertina civakê perwerdekirina mamosteyan girîng e.”

Desteya Perwerdeyê û Navenda Yekîtiya Dibistanên Qamişlo ya kantona Cizîrê, bi hejmarek ji mamosteyên xwe ji 24’ê Tebaxê heta 6’ê Îlonê perwerdeyên îdeolojîk û meslekî dîtin. Di perwerdê de dersên li ser dîroka jinan û rola rêveberî, çand û exlaq, jineolojî û danûstandin, hatin dayîn. Bi armanca ku her mamosteyek xwe di aliyê fikirî û meslekî de pêşbixe ku rêbazên danûstendina bi zarokan re baş û zane be. Perwerdeyên mamosteyên bexçeyên zarokan li 3 navendan hat destpêkirin, li bajarê Hesekê 120 mamoste beşdarî perwerdê bûn, li bajarê Qamişlo jî 120 mamoste beşdarî perwerdê bûn û li bajarê Girkêlegê 50 mamoste beşdarî perwerdê bûn.

Derbarê dîtina perwerdeyên îdeolojîk û meslekî, Berbisiyara bexçeyên zarokan yên kantona Cizîrê Semîra Hacî û Berdevka Bexçeyê Sêal yê bajarê Qamişlo Dîlber Elî ji Rojnameya me re axivîn.

Semîra Hacî di destpêka axaftina xwe de balkişand ser perwerdeyên ku hemî mamosteyên bexçeyan tê re derbas bûne kir û wiha anî ziman: “Em her 2 salan  dest bi perwerdeyan dikin, her wiha nêzî 290 mamosteyên bexçeyên zarokan bi xwestekekî pir mezin perwerdeyên îdeolojîk û meslekî dîtin. Ev perwerde ji bo mamosteyên bexçeyên zarokan ku ev mamoste jêhatiyên xwe tê de pêşkêş bikin û bi riya pêşengehekê dikarin ew jêhatî û hunera xwe ya destan ji civakê re pêşkêş bikin. Her wiha ji bo ku danûsitandina mamosteyan bi zarokan re xurt bibe, di heman demê de ji bo ku mamoste jî kesayeta xwe ji nû ve bide avakirin. Perwerdeya me li ser asta Cizîrê bû û 15 rojan berdewam kir, ji 24’ê Tebaxê dest pê kir heya 6’ê Îlonê bi dawî bû. heftiyek ji perwerdeyê bîrdozî bû, mîna dersên çand û exlaq, jin, jineolojî û hwd.. heftiya din jî meslekî bû, di nava dersên meslekî de ku çawa karibin projeyan ango dersan bi awayekî serkeftî bidin zarokan, her wiha ku çawa mamoste karibe bi zarokan re bide û bistîne û hezkirina wan ya ji xwendinê re çêbike ku çawa bilîzin, çawa pênûsa xwe rakin û hwd.

Di dawiya perwerdeyê de jî me xwest em projeya derçûnê ji mamosteyên baxçeyê çêbikin. Ji aliyê mamosteyan me projeyên ku di baxçeyê de ji zarokan re pêşkêş kirin, hatin çêkirin û di pêşengihê de hatin danîn. Her wiha navendên me yên baxçeyên zarokan li giştî kantona Cizîrê 32 Baxçeyê Zarokan hene. Mamosteyên me jî xwe pir pêşxistin û hêviya me pir bi wan mezine. Bi xwedî derketina zarokan ku wê nifşek xwedî zanist û hezkirin mezin bikin. Di heman demê de ji bo guhertina civakî perwerdebûna mamosteyan jî girîng e.”

‘Perwerde ji bo mirov mîna av û nane’

 

Di heman demê de Dîlber Elî axivî û wiha got: “Ez jî wek mamosteya Baxçeya Zarokan tevlî perwerdeyê bûm, rastî me sûdek pir mezin ji vê perwerdeyê girt, çi di milê tewrî û piratîkî de be.  Her cara ku em perwerde dibînin, di kesayek û jiyana xwe de guhertin çêdikin, perwerde ji bo mirov mîna av û nane, pêwîste xwe jê qut neke û bi taybetî jî jin, ji ber ku jin di nava ewqas civakek fewdal de mezin bûye ku  rastî û mafê xwe nizane. Ji ber vê yekê dema ku em perwerde dibînin û bi taybetî dema ku em fikir û felsefeya Rêber Apo dixwînin, riya me ronî dibe û ew ruhê azadiyê li cem me zindî dibe. Her wiha em bi perwerdê gelek tiştan fêr dibin. Di destpêkê de jin xwe û civaka xwe nasdikin. Pêwîst e her mamosteyek xwe baş perwerde bike, ji ber ku perwerdekirina civakê dikeve ser milê mamosteyan. Em di vê perwerdê de pir kêfxweşin. Mirov bi rihetî jiyanê hîs dike û nas dike.”

‘Pêwîst e em perwerdê bikin piratîkê de’

Berdevka Bexçeyê Sêal yê bajarê Qamişlo Dîlber Elî  di dawiya axaftina xwe wiha got: “Di perwerdê de em rastî ew zehmetiyên giran nebûn, tenê hijmara mamsteyan pir bû û cihê ku me lê perwerde didît teng bû, em bi hêvî ne ku cihekî mezin û fereh ji bi perwerdekirina mamosteyan were amedekirin. Di herî dawî de ez dixwazim ji hemû mamosteyan re bêjim ku ev perwerde tenê di nava çar dîwaran de nemîne, her mamosteyek vê perwerdê bike piratîkê de û hêviya rojên serkeftî ji wan ra dixwazin. Her wiha ez spasiya hemû mamosteyan dikim ji ber xwe pêş dixin her wiha jêhatiyên xwe mezintir dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.