Stêrk Mihemed/Qamişlo
Endama Koordînasyona Meclîsa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer diyar kir armanca şandeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuyakirina rewşa jinan li Sûriyê ye û wiha got: “Armanca me raghandina bûyerên li Sûriyê diqewimin e.”
Di 6’ê Îlonê de şandeyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê guhaştin Ewropa şandeyên jin ji 5 kesan pêk tê. Şande ji endama koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û berdevka Yekitiya Jinên Suryan Jorjet Bersum pêk tê.
Di vê çarçoveyê de Endama Koordînasyona Meclîsa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer ji rojnameya me re axivî.

‘Wê ziyareta çar dewletên Ewropî bikin’
Emîne Omer da zanîn ku şandeyên jin wê mehekê li Ewropa bimînin û wê çar dewletên Ewropî ziyaret bikin û wiha pê de çû: “Li gorî bernemeya me ya di vê mehê de em ê li Ewropa rojane ziyaret û hevdîtinan bikin. Herwiha wê konferans, şahî û festîval werin li darxistin. Wê ziyaretî rêxistinên jin, rêxistina mafê mirovan, endamên perlementan li her çar dewletên Siwîsre, Almanya, Fransa û Belçîkayê werin kirin.”
‘Şandeya jin bi armanca xuyakirina rewşa jinên Sûriyê ye’
Endama Koordînasyona Meclîsa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Omer axatina xwe wiha qedand: “Çûyîna me ya Ewropa diyarkirina rewşa jinan li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Armanca me raghandina bûyerên ku li Sûriyê diqewime ye. Herwiha xuyakirina rewşa pêkhateyan û jinên li Sûriyê, di heman demê de xuyakirina rewşa gelê Elewî û Durzî piştî komkojiyê ku li Berava Sûriyê û Siwêdayê qewimîye. Diyarkirina rewşa koçberan û xwastekên wan yên vegerê û diyarkirina rewşa herêmên dagirkirî weke Efrîn , Serêkaniyê û Girê Spî wê nîqaş derbarê van mijaran de werin vekirin.
Nîqaş wê li ser şoreşa jinê, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgera jin, rêxistinê jinan, milê qanûnî, civakî û siyasasî wê were kirin.
Herwiha wê axaftin li ser rewşa jinan li herêmên Rêveberiya xweser û herêmên dagirkirî de jî were kirin. “






