Dilîn Ehmed/Qamişlo
Saziya “Olf Taw” ji destpêka damezirandina xwe ve ji beriya deh salan ve, di parastina yek ji zimanên herî kevin ên cîhanê, zimanê Suryanî de didomîne û li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî nifşên nû fêr dike. Da ku ev zimanê kevnar di jiyana rojane û çanda herêmî de bimîne.
Di demeke ku cîhanê di nava gelek aloziyan re derbas dibe û zimanê gelê yê ber bi qirkirinê ve diçe, yek jê zimanê Suryanî ye, sala 2014`an li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina qirkirina zimanê gelê lewra ziman nasnameya civakê ye, saziya Olf Taw dest bi erkê parastina zimanê Suryanî dike. Ji ber ku zimanê Suryanî yek ji zimanên herî kevin ên cîhanê ye, parastina wê û fêrkirina nifşên nû, pir girîng û pêwîst e.
Li ser vê mijarê Rêveberiya Saziya Olf Taw ya şaxê bajarê Qamişlo Cozfîn Somî ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku, xebatên saziyê ji fikira perwerdeya derbas dibe, ew bûye projeyeke şaristanî ku di serî de vejandina zimanekî kevnar ku bi dîrok û çanda gelên herêmê bi hezaran salan ve girêdayî ye, zindî dibe.
Rêvebera saziya Olf Taw Cozfîn Somî wiha axaftina xwe berdewam kir: “Saziya Olf Taw cara yekem di sala 2014 ‘an de li Qabrî Hiyûrî ava bû, piştre jî me di sala 2016’an de şaxê Qamişlo vekir. Îro çar şaxên me yên sereke li Hesekê, Qebrî Hiyûrî, Dêrik û Qamişlo hene. Ji destpêka damezirandina me ve armanca me zelal, parastina zimanê Suryanî û fêrkirina wê ji nifşên nû re ye. Lewra zimanekî pir kevnare û beşek ji beşên herî girîng yê nasnameya vê xakê ye.”

Armanca saziyê û rola wê
Cozfîn girîngiya vî zimanê kevnar bi van gotinan rave dike: “Suryanî ne tenê zimanek e, ew şaristaniya ku bi hezarên salan dirêj dike. Koka wê vedigere hezarsala ya beriya zayînê û ew jî dirêjkirina du zimana ye AL-Ekadî û Aramî ye. Ev ziman di dema xwe de zimanê zanist, raman û wêjeyê bû. Li seranserê Şam û Mezopotamyayê belav bû heta digihîje Misrê. Îro jî em şopên wê di pirtûkên kevnar, sirûdên ekolojîk û navên ku îro jî hene dibînin. Di zimanê Suryanî de 22 tîp hene 28 jê yên dengdarin. Ev ziman heta roja îro jî li dêrên Rojhilat weke zimanekî bingehîn tê bikaranîn. Di heman demê de xwedî zaravayên cuda ye, ya herî girîng jî zaravaya ya Tûr Abdîn yê Rojava û zaravayê Sûrz Rojhilat e ku ji aliyê gelê Xabûr ve tê axaftin.”
Ne tenê Suryan Kurd û Ereb jî fêr dibin
Cozfîn diyar kir ku sazî ji bo pêkanîna armanca xwe li ser gelek erkan dixebite û wiha pê de diçe: “Karê me yê sereke amadekirina kadroyên perwerdeyê yên ku bikaribin zimanê Suryanî li dibistanên taybet û dibistanên Rêveberiya Xweser bi awayekî rast perwerde didin. Em ne tenê Suryaniyan lê belê em di nav de Ereb û Kurd jî hînî ziman dikim. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku hevjiyana rasteqîne bi têgihiştina ziman û çanda gelê din dest pê dike. Herwiha ji bilî perwerdeya dibistanê, em li ser amadekirina mînhacekî nûjen, nivîskarî, dîzaynkirin û çapkirina pirtûkan dixebitin. Armanca me ew e ku em bi rêbazên perwerdeyê yên nûjen berê xwe bidin serdemê, da ku Suryanî bi awayekî xurt di mînhacê perwerdeyê de cih bigire. Me minhacê xwe bi temamî yê bi zimanê Suryanî amade kiriye.”
Çalakî û dewreyên perwerdeyê
Cozfîn Somî destnîşan dike ku xebatên saziyê tenê bi dibistanan re sînordar namîne, lê bernameyên cuda yên perwerde û hînkirinê jî hene. Cozfîn wiha got; “Ji bo amadekirina mamosteyan peymangehê me hene ta ku bi awayekî serkeftî derbasî dibistanan bibin. Her wiha em dewreyên perwerdeyê ji bo mirovê bi temen mezin jî yê ku dixwazin zimanê Suryanî fêr bibin, pêşkêş dikin. Em çalakiyên havînê jî ji zarokan lidar dixin, ji wan 3 dewreyên rojane pêk tên. Ya yekemîn ji bo zimanê Suryanî, ya duyemîn hesabkirina derûnî yan jî fêrbûna zimanekî din, ya dawî jî fêrkirina wan ya li ser stranbêjiyê û folklora Suryanî ye. Em xwe bi xebatên havînê ve sînordar nakin, em hefteyê carekê çalakiyeke li derve li dar dixin, wekî geştan li avjeniyê an jî serdana navendên ku zarokan jê dûdê bigirin em li dar dixin. Armanca van çalakiyan hînbûnê û keyfxweş zarokan ne ku di hawirdoreke hevbandorî û çandê ve dewlemend bibe. ”
Sîstema perwerdeyê ku di dibistanan de hatiye pejirandin
Derbarê sîstema perwerdeyê ku li dibistanan de hatiye pejirandin Cozfîn Somî wiha dibêje: “Di dibistanên Rêveberiya Xweser de xwendekar di sê salên destpêkê de bi zimanê xwe yê dayikê fêr dibin, paşê ji refa çaremîn ji bilî zimanên sereke zimanekî din hildibijêre yan Suryanî, Kurdî û Erebî, ev sîstem têgihîştin û jiyana hevbeş ya di nava gelên de di mejiyê zarokan de wekheviyê dide avakirin. Armanca me jî ev e em karê saziyê ne weke projeyeke demkurt e, lê belê ji bo parastina mîrasa çandî planeke berdewam e. Em bi berdewamî li ser pêşxistina mînhac ya ji bo hemû qonaxan, ji seretayî heta navîn, û em rêbazên nûjen dipejirînin ku li gorî pêdiviyên nifşê nû be ta ku zimanê Suryanî zindî bimîne. Ji ber ku ne tenê zimanê pêkhateyekê ye, lê belê ew dîrokeke ku divê di pêşerojê de wekî pira jiyana bi hev re bimîne.
Rêvebera saziya Olf Taw Cozfîn Som wiha axaftina xwe bidawî kir: “Em di wê baweriyê de ne ku dema mirov hînî zimankî din dibe û dîroka wê nas dike, rêzê jê re digirin. Ji ber vê yekê, em dixebitin ku Suryanî bibe zimanekî têkiliyan dinavbera gelan de. Peyama me ew e ku em vî zimanî vegerînin rewşa ku di civakeke pirçandî û dîrokî de cihê xwe bigire.”





