Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

” Rojava xeta min a Sor e”

07/09/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
” Rojava xeta min a Sor e”
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Seydi

Hertim dewleta Tirk Bakur û Rojhilatê Sûriyê tehdîd dike. Di hefteya derbasbûyî de li ser navê Wezareta Parastinê ya Tirk daxuyaniya gefxwarinê hat dayîn ku tê diyar dikin an QSD’ê xwe radestî Şamê ( HTŞ’ê ) bike an jî ew ê tevî wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonê bidin destpêkirin. Ev tehdîd û gefên dewleta Tirk ne nû ne û ne jî cûda ne ji yên berê. Wê ji destpêka şoreşa Rojava de gef li Kurdan dixwar û carne digot ew ê wan ji sînor paqij bike û carne jî digot ew ê Kurdan binax bike. Ev gotin jî li ser dezgehên çapemeniyê bi eşkereyî dihatin kirin. An serokkomarê Tirk Erdogan an wezîrê karê derve an jî li ser navê partiya desthilat ev gef dihatin xwarin. Ji xwe êrişa destpêkê ku li ser Rojava hat kirin di sala 2012’an de li ser Serêkaniyê bi destê heman koma ku niha li Şamê desthilate bû. Wê demê Cebhet El-Nusra bû û paşê bû HTŞ û niha jî jêre dibêjin Dewlet. Serokê wê jî Ebû Mihemed El-Colanî bû û paşê Kincên wî guhertin û Ehmed El-Şeria derxistin hole.

Li aliyekî dewleta Tirk dibêje ku QSD’ê peymana 10’ê Adarê ya bi Şamê re pêk nayîne û li aliyê din Şamê li hember Kurdan sor dike û zextê lê dike da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê red bike û nasnameya wê qebûl neke. Li aliyekî rayedarên wê derdikevin û dibêjin ew bi Kurdan re dixwazin aştiyê pêkbînin û li aliyê din bi hîlebaziyan dixwazin Kurdan bê parastin bihêlin da wekî li Siwêdayê û Beravê komkujî derheqê Elewî û Durziyan pêk hatin, li hember Kurdan jî dîsa pêk bînin.

Lê daxuyaniya ku ji endama Heyîeta Îmraliyê Pervîn Buldan derket, bersiva dewleta Tirk bi eşkere da. Buldan eşkere kir ku Abdullah Ocalan careke din gotiye ku Rojava û Sûriyê ji bo wî xetên sor in. Vê daxuyaniyê bandoreke wê ya zêde hebû. Ji ber rayedarên dewleta Tirk her carê dixwastin bibêjin ku Abdullah Ocalan gotiye bila Kurd li Rojava çekan deyînin û entegreyî dewletê bibin, ev daxuyanî bersiveke zelal bû. Dîsa ji bo Rojava û hêza wê QSD’ê jî zelal bû di mijara çekên di destê xwe de wê tu tawîzan di vê derbarê de nede.

Lewra endamê desteya rêveber a PYD’ê Salih Mislim bombeyeke Siyasî teqand û got ku an bi Şamê re li ser Nenavendîbûnê li hev bikin an jî ew ê serxwebûna xwe bixwazin. Yanî tu carî wê Kurd sîstema ku dewleta Tirk li ser îsrar dike ango dewelta navendî qebûl nekin. Dixwazim bibêjim, ya ku Kurd eşkere raber dikin û ji hemû aliyan re bi zelalî tînin ziman ew e; Mijara parastinê û çekan xetên sorin, ji ber ew misogeriya pêşîlêgirtina komkujiyan e û ew ne xalên nîqaşê ne. Dîsa yê ku dixwaze bi Kurdan re li hev were û aştiyê pêk bîne, bila serê Tifingê di bere nîşan nede. Kurd jî xwedî tifingin û di nava dengeyên nû de xwedî hebûnin û di qada navdewletî de jî ne bê hevalbendin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.