Remezan Olçen
Di demên şoreşên civakî, aştî û demokratîk de, çand û ziman ne tenê xwezayîyek yan jî diyardeyên estetîk in, tevî wê ew di heman demê de nasnameya gelan û ruhê şoreşê ne. Hunermend, wek deng, wijdan û çavkaniyên civakî, di navbera propaganda û rastiyê de rolê xwe dikin. Madem rastî bi vî rengî ye wê demê gelo çand, ziman û huner bi çi rengî dikarin şoreş û demokrasiya civakî pêk bînin û di vî warî de erk û mîsyoneke wan a çawa heye?
Çand wek huner, stran, folklor û danehevên tecrûbeyên civakê giştî ye. Bi rêya çand û hunerê ku hem di jiyana rojane de hem jî ji bo ayendeyê xwedî giringiyeke mezin e, festîval û cejn rojên taybet in. Bi rêya rojên wisa civak zêdetir bi hev re dikeve nava têkiliyê. Hevdîtin bi xwe re parvekirina tecrûbeyan jî, bi hev re famkirin û serwextbûna li hev jî pêk tîne. Civak di rojên wisa de temasê heqîqeta xwe dike. Îcar rojên wisa taybet ên weke festîval û cejnan dibe ku herêmî û dibe ku giştî be jî bi xwe re ruhê civakê zindî dike. Di parçeyê de tevahî di tevahî de parçe tê parastin ango bi reng û dengê xwe xwe heyî dike. Ev jî bi xwe re ruhê civakî zindî dihêle.
Ziman, bi taybetî jî zimanê dayikê, di şoreş û demokrasiya civakî de bingeh e. Ji ber ku ruhê civakê ya bi çand û dîroka wê afiriye encax bi rêya ziman dikare xwe îfade bike. Bêyî ziman, gel dibe ku nasname û mafên xwe ji dest bidin. Xweîfadekirin belkî jî herî xurt bi rêya ziman dibe. Heke civak ne xwediyê zimanê xwe yê dayikê be û lê hatibe qeexekirin, wê nikaribe ruhê xwe îfade bike.
Di vê dûryana dîrokî de ku Kurd dikarin çarenûsa xwe diyar bikin, ji her demê zêdetir pêdivî bi xwedîderketina li ziman û çandê derdikeve holê. Em encax bi vê re dikarin nasnameya xwe înşa bikin. Rengiya xwe biparêzin. Îcar di vir de roleke mezin dikeve ser hunermendan. Hunermend xwedî roleke diyarker in. Ew hem çand û hem jî ziman vediguhêzin ayendeyê. Vediguhêzin nifşan.
Çalakiyên hunerî yên bingeha xwe ziman û çand e dikare bibe ala û qada herî bedew a şoreşa civakî. Weke mînak, mozîk, şano, sînema, wêne û beşên din ên hunerê, weke wêje li ser şoreşên civakî, dikarin ji xapandin û propaganda yên hegemonî re bibin barîkat û çeperên xurt ên berxwedanê. Her civak û gelê ku bi zimanê xwe çanda xwe bidomîne, pêş bixe û veguhêze ayendeyê dikare hêz û nasnameya xwe çalak û zindî bihêle, şoreş din ava şoreşê de pêş bixe.
Hunermend ji ber wê xwedan cihekî taybet in. Ew wek çavkanî û dengê civakî, di navbera propagandayên hegemonî û rastiyê de parzûna civakê ne. Propagandaya hegemonî dixwaze ku gel bi derewan bijş, ji rastş û heqîqeta xwe dûr bikeve, lê hunermend bi stran, film, şano, roman, helbesta xwe dikare civakê bi heqîqeta wê re bike yek, hêz û ruh bidê. Em ji bîr nekin; çand û ziman ne tenê hunerî ne, lê herwiha diyardeyên nasnameya gel û ruhê şoreşê ne.






