Stêrk Mihemed/Qamişlo
Zaroka bi navê Henan Elî ya ku ji bajarê Serêkaniyê bi darê zorê ji milê dagirkeriya tirk û çeteyên wê koçber bûye û niha li kampa Newroz jiyan dike diyar kir ku jiyana wê ya di nava kampê de pir zor û zehmet e, û ew hêvî dike ku di zûtirîn dem de vegere bajarê xwe.
Di 18’ê Adara 2018’an de herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Gelê Efînê hate koçberkirin û di destpêkê li herema Şehbayê û pyre jî li herema Cizîrê di kampande jiyana xwe berdewam dike. Herwiha di 9’ê Cotmeha 2019’an de jî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî jî, piştî şer, pevçûn û berxwedana welatiyên herdû bajaran, ew jî bi dare zorê ji warên xwe hatin koçberkirin. Bi dagirkirina van herêman re kuştin, revandin, talankirin û destdirêjî li ser jinan pêkhat, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn, herwiha di nava van kesan de zarok jî hebûn. Gelek zarok û jin di nava şer de hatin kuştin, revandin û işkence li wan hate kirin. Piştî dagirkirina Serêkaniyê gelê wê bi dare zorê hate koçberkirin û berê xwe didin kampa Newroz, di vê kampê de gelek zor, zehmetê dîtin bi taybet jî zarokan gelek zehmetî dîtin û jiyana xwe ya zaroketiyê jiyan nekirin. Jiyana welatiyên Serêkaniyê û bi taybet jî zarok û jinan di nindirê kampê de pir zor û zehmet e.
Di vê çarçoveyê de zaroka bi navê Henan Elî ya 9 salî ji Rojamneya me re behsa jiyana xwe û zehmetiyên ku di hindirê kampêde jiyan dike kir.

‘Şer jiyana zaroakan ji wan stand’
Henan Elî ji Serêkaniyê ye. Keçikeke neh salî ye, di biçûkaniya xwe de ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye koçberkirin. piştî koçberiyê berê xwe dide kampa Newroz û li wê derê bi cih dibe. Henan bi zehmetiyên koçberiyê û jiyana di kampê de rû bû rû dimîne. Henan di nava şer û pûvçûnan de mezin dibe, ji biçûkniya xwe de jiyanê xwe di nava şer, zehmetî û koçberiyê de dijî. Henan mala ku lê jiyan dikir ji beriya ku koçber bibe nedîtiye, ji ber ku dema koçber bûye ew biçûk bû, lê dema ku ji bav û dayika xwe li ser bajarê Serêkaniyê dibhîst, wê gave hêvî û meraqa dîtina bajarê Serêkaniyê mezin dibû.
Henan her roj çavê xwe ji xew vedike û bi hesrete ku bi hevalên xwe re vegere bajarê xwe û bi aramî bijî jiyan dike. Henan zarokeke ku jiyana xwe di koçberî û şer de derbas kiriye. Jiyana xwe weke hemû zarokên cîhanê jiyan nekiriye. Henan bi hatina demsala havînê re di nava kampê de gelek zehmetiyan dibîne, ji ber ku germahiya di kampan de zêdeye û zivistana wê jî gelek sar e.
‘Em jî dixwazin weke hemû zarokan jiyan bikin’
Henan difikire ku wê çawa jiyana xwe di kampan de berdewam bike û di pêşerojê de wê çawa jiyanek xweş weke jiyan hemû zarokên cîhanê jiyan bike. Henan ji xwe pirs dike û dibêje? Ma ne ji mafê mine ku ez jî mîna hemû zarokên cîhanê di nava aramî û ewlehiyê de bijîm? Henan rûxmî hemû zehmetiyên ku dibîne jî, lê hêviya vegera bi ewle her tim di dilê wêde lêdide. Xwesteka wê ew e ku li bajarê xwe jiyana xwe berdewma bike û bi hevalên xwe re lîstikên xwe di nava aramî û azadiyê de bilîzin.
Henan di dawiya axaftina xwe de got ku: Hêviya min ew e, di cîhanê tevahî de aramî û aştî pêkwere û zarok di nava aramiyê de bijîn.





