Hemza Sêvo/ Qamişlo
Şêwirmendê lêkolînên av û ekolojiyayê Alaa Hibo da zanîn ku bi sedema şerê avê yê ku dewleta Tirk dimeşîne, herêm ber bi zuhabûnê ve diçe, rêjeya ava binerd daketiye 50 mitreyan û got, “Dewleta Tirk şerê avê dimeşîne û çareyên mayinde pêk nayên.”
Rewşa ava herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijareke gelekî girîng e ji bo berdewamkirina jiyana mirovan li vê herêmê. Ji ber rewşa avhewayê, şerê avê yê ku bi destê dewleta Tirk dide meşandin, asta ava binê erdê daketiye û li gorî pisporên girêdayî ava binerd, ev diyarde xeternak e. Derbarê heman mijarê şêwirmendê lêkolînên av û ekolojiyayê Alaa Hibo ji rojnameya me re axivî.

‘Rêjeya ava binerd daketiye 50 mitreyan’
Hibo diyarkir ku rêjeya ava binerd daketiye 50 mitreyan û wiha bi lêv kir: “Rêjeya ava binerd li herêma me ji 50 salî û bi şûn de 50 mitreyan bi jêr ketiye. Berî vê demê, dema ku bîrek li Qamişlo bi taybet deverên nêzî sînor dihat kolandin, bi kûrahiya 3 mitreyan av derdiket. Di dema heyî de eger li heman deveran ku bîr werin kolandin, heya 50 mitreyan encex av were derxistin. Gelek sedemên kêmbûna avê hene, yek ji wan sedeman, kêmbarîna baranê, çikandina kanî, çem û newalên herêma me. Ev hemû jî bi destê dewleta Tirk hate kirin, wê di çarçoveya şerê avê de hemû jêderên ava herêmê qut kirin. Da ku dewleta Tirk avê li ser me qut bike, bi dehan bendav li ser çemên ku tên Rojava, ava kirin. Di heman demê de bi hezaran bîrên gelekî kûr(deriyayî) li nêzî jêderên ava ku me jê sûd werdigirt, kolandin. Êdî bi yek carê çemên ku gelê Rojava sûd ji ava wan digirt, çikiyan.”
‘Rewşa ava binerd xerab e’
Alaa Hibo destnîşan kir ku rewşa ava binerd ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xerab e û wiha got: “Li herêma Cizîrê 10 bendavên avê hene, lê mixabin rewşa wan ber bi zuhabûnê ve diçe. Tenê Bendava Sefan rewşa wê ji yên din çêtir e, lê dîsa rêjeya ava wê ji dema bûrî kêmtir e, ew dikare 48 melyon m3 av vehewîne nava xwe, lê niha kêmî 20 melyon m3 vedihewîne. Rûbera Bendava Hesekê ya Rojhilat 295 melyon m3 e û zuha ye, Bendava Hesekê ya Rojava 95 melyon m3 e ew jî zuha ye û Bendava Icaca jî 550 melyon m3 e, çirav û bermahiya petrola Rimêlan tê de dicive. Bendavê din jî rewşa wan xerab e, eger baran di sala bê de nebare wê zuha bibin. Ev yek jî wê bandoreke mezin li ava binê erdê bike, rewşa ava binê erdê pir xerab e. Berî salên 2000’î her 10 salan heya ku salekê baran nedibariya, lê piştî sala 2000’î her 3 yan 4 salan salekê tenê baran dibare, di wê salê de jî ewşa zeviyên çandiniyê lawaz bû û bi kotekî dihatin çinîn.”
‘Şerê avê yê Tirkiyê, herêmê ber bi zuhabûnê ve dibe’
Hibo anî ziman ku bi sedema şerê avê yê ku dewleta Tirk dimeşîne, herêmê ber bi zuhabûnê ve dibe û wiha domand: “Dewleta Tirk bi vê siyasetê çemê herî mezin weke çemê Xabûr zuha kir, hem jî ava kaniyên Serêkaniyê jî qut kir. Li aliyekî din para ava çemên Firatê ya Sûriyê û Îraqê gelekî daxist, ji beriya niha di çirkeyekê de xurtbûna ava Firatê 750 m3 bû, lê di dema heyî de nagihe 200 m3. Li bendava Firatê berî niha 14 milyar m3 av lê kom dibû, lê di roja îro de bûye 4 milyar m3, di encamê de jî rewşa elektrîkê lawaz bû. Niha jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber tunebûna elektrîka Bendava Firatê bê elektrîk in. Dewleta Tirk bi vê siyaseta şerê avê berê herêmê û ava binê erdê ber bi zuhabûnê ve dibe. Ne tenê rewşa me wiha ye, li Îraqê û Îranê jî xeteriya çolbûnê heye, sedem jî guhertina avhewayê û şerê avê yê ku dewleta Tirk dimeşîne.”
‘Dewleta Tirk şerê avê dimeşîne û çareyên mayinde pêk nayên’
Şêwirmendê lêkolînên av û ekolojiyayê Alaa Hibo da zanîn ku dewleta Tirk şerê avê dimeşîne û çareyên mayinde pêk nayên û wiha axivî: “Dewleta Tirk ji sed salî ve şerê avê li ser gelê Kurd dide meşadin, wê çem, kanî, newal û hemû jêderên avê çikandin û rewşa ava binê erêdê xerab kir. Di heman demê de rejîma Baas ti çare ji bo vê pirsgirêkê pêk neanî. Milet neçarbûn ku bîran bikolin û kolandineke bêserûber hat kirin. Di roja heyî de em ava xwe û jêderên avê naparêzin, lêkolînan li ser avê û rewşa wê çênakin, di heman demê de li herêma me Rêveberiya Xweser palpiştiyê bernade li ser pisporên xwe yên girêdayî mijara ava binerd. Em dibînin ku eger em di vê rewşê de bimînin, salên li pêş wê av li herêma me nemîne û koçberiyeke pir mezin çêbibe li herêma me, ji ber her ku diçe pirsgirêka avê mezintir dibe û çareyên mayinde nayên pêkanîn. Heya ku ev pirsgirêk çareser bibin divê çareyên mayinde ji bo kirîza avê werin pêkanîn.”





