Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heta ku serê Fîdan (Hakkan) li tehtê nekeve…

07/09/2025
in ROJEV
A A
Golikê beş!
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Eli

Di dema Osmanî de, siltanê li ser hikim artêşa xwe ji bo dizî û dagirkeriyê dişand welatên dûr û nêzîk. Vê artêşê çi welat û civak hebe, tarûmar dikirin û dihat. Ne ku qîma xwe bi diziyê dianîn. Zilamên wan dikuştin, erda wan dagir dikirin, dest diavêtên jin û keçên wan, zarokên kur bi xwe re dianîn (hin siltan û fermandarên mezin ên Osmanî bi xwe ‘yeniçeriyên devşirme’ bûn). Ew zarokên kur perwerde dikirin, ji civak, eşîr û fikra civaka wî dûr dixistin, wisa mezin dikirin û paşê dişandin ser welatê wî bi xwe da ku welatê xwe bi navê Osmanî dagir bike. Eger mayîbe dest biavêje xwîşk û dayika xwe (bi sedema di temenekî biçûk de Osmanî ew anîbûn ti kes nas nedikirin), welatê xwe, li ser navê siltanên Osmanî bişelîne.  Dibe ku gotina wê ne xweş be lê bi Kurdî jêre dibêjin ‘bêjîkirin’, Osmanî leşker-mamûrên xwe bi piranî wisa çêdikir. Bi taybetî dîroka Osmanî bi vî karî bi nav û deng e. Di qada leşkerî de ji van kesan re digotin ‘yeniçeri’… kî ne Yeniçeri? ‘Bêjiyên’ serdemên dîrokî, leşkerên Osmanî…

Vaye ev kesê jêre dibêjin Hakkan Fidan jî, yekî wisa ye. Tê gotin ew Kurdekî ji Wanê ye. Derdê me ne ew e ku ji ku ye. Derdê me ew e ku ew çawa ‘Yeniçerîtiya’ Osmanî nûjen dike!  Ji dayik û bavê wî dûr be gotina me, bi Tirkî jî jêre dibêjin pîç (bêjî), jixwe tiştê ku me bi nav kiriye, ‘bêjîbûna’ fikrî ye. Ji ber vê, gotina me ji dayik û bavê wî dûr diçe. Dibe ku ew ji aliyê dayik yan jî bavê xwe ve Kurd be lê tiştê dike ‘yeniçeritiya’ Osmaniyên nû ye, curekî ‘aşleyê’ ye (em naxwazin bêjin ‘bêjî’ ji ber ku bivênevê digihîje dê û bavê wî). Di hiş û serê wî de dijminatiya bi Kurdan (eger dayik û bavê wî Kurd bi wan re jî) re, dijminatiya bi gel û baweriyên mezlûm re heye.

Çi karî dike? Tu karê baş nake… ‘Yeniçeriyekî’ artêşa Osmanî çi kiriye, bi heman tiştî mijûl dibe. Radibe, rûdinî dibêje “QSD, Rojava, terorîst e, ji bo Tirkiyeyê gefeke mezin e”. Ma vê QSD çi kiriye? DAIŞ têk biriye, li dijî cîhadîstan bûye parazvanê gel û baweriyên li Sûrî. Ew çi karî dike? Ji cîhadîstan hezar rêxistinên terorîst ava dike. Zikê wan têr dike, bombe lê dipêçîne û dişîne li ser Kenîseyên Îsawiyan, dişîne li ser Elewiyên Peravê ku doza wan ji Kerbelayê maye, û Durziyan.

Van rojên dawî jî li herêmê û bi taybetî li başûrê Sûrî hin tiştên nû rû dan. Îsraîlê li ser navê parastina Durziyan û ewlekariya xwe dest bi hin tevgeran kir. Li hin hêzên leşkerî yên HTŞ ku dagirkeriya Tirk ew amadekarî kiribûn, da. Hin amûrên ku Îsraîlê dişopînin ên dagirkeriya dewleta Tirk, bê bandor kir (sê-çar rojan ji beriya vê).

Ti deng ji Fidanê min û te derneket! Dema dibêjim ti deng derneket, nabêjim nekir kûzekûz teriya xwe nexwest nava lingê xwe û ne çû li goşeyekî rûnenişt. Belê! Wisa jî kir. Lê negot “Ey Îsraîl, ey Emerîka tu yê hêza bi qehir (zordar) a dewlata Tirk bibînî”. Dîsa jî, divê mirov heqê wî jî nexwe. Rast e hin tiştên din jî gotin, wekî gazinc û lawayên xwe ji yekî bike, got: “Îsraîl dixwaze ewlekariya herêmê têk bibe. Tenê DYE’ê dikare pêşî lê bigire. Ew jî nagire”.

Dema min nû bihîstibû ku Hakkan Fidan Kurd e, min bawer nekiribû yan jî nexwestibû bawer bikim. Lê niha ti şikûgumana min nema! Dibêjin “heta ku serê Kurdan li tehtê nekeve, hiş û aqlê wan nayê serê wan”. Dibe ku Fidan jî ji hemû taybetmendiyên Kurdîniyê nikarîbûye xwe bişo. Gava ku serê wî li Îsraîlê ket, çû li ber rehma Emerîkayê!

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.