Idrîs Henan
Dewleta Tirk weke şoşban li herêmê tevdigere û di nava hewla ku qaşo hemû gav û rûdanên li herêmê li gorî vîna wê tên avêtin! Dixwaze derdora xwe wisa iqna bike ku tayên Rojhilata Navîn kontrol dike! Ev xwexapandinek mezin û heqîqet perovajîkirin e. Derdê wê yê bingehîn çavgirtin û kontrolkirina mejiyê hundirîn e. Ango; bi baweriya ku dibêje; li derve çi dibe bila bibe, reaksyon çi dibe bila bibe, lê divê mejiyê giştî li hundir li gorî planên min be. Yanê rê nade ti aliyek din mejiyek azad li gorî fikrên demokrat li ser bingehên edalet, wekhevî û pêkvejiyanê bête avakirin. Ji bona mayîndekirina desthilatdariyê û serketina hevrikiya talanî û diziyê, divê mejiyê ku dişopîne iqna bike û her binpêkirina wê rewa bibîne.
Jixwe rejîmên Tirkiyê yên cihêreng, di bingehê xwe yê bîrdozî de hemfikir in. Tenê rêbaz û şêwazê xweîfadekirinê şiklekî nû dide wan. Lê jêder yek e.
Ger niha mirov çavekî li Sûriyê bixe, taybet piştî ku rejîma Baas a Beşar Al-Esad rûxiya, dê eserên dewletdariya Tirk ferq bike. Yanê dewlet û sîstemek homojen ku qet ferqa wê ji sîstema berê nîne di dewrê de ye. Desthilatdariya berê xwe weke fikrekî netewperest ê hişk û radîkal nîşand dida, ya îro jî weke wê ye lê aliyê xwe yê olperest li pêş e. Di pratîka herduyan de ti guhertinên bingehîn nînin. Bi heman şêwaz û rêbazê xwe didin jiyankirin. Herduyan jî pala xwe dane eznavedîbûneke hişk ku derveyî xwe kesekî din qebûl nake û bi rêbazên şîdet û zorê desthilatdariya xwe mayînde dikin. Lew re jî him dikujin, talan dikin, derevînin û desteser dikin û him jî bi bijardeyên teng ku pirrengiya li Sûriyê esas nagirin dest, hewl didin bi cil û çekên nû, rejîma Baas a rûxiyayî ji nû ve bivejînin. Bi gotinek din; li Sûriyê bi pêşengiya Tirkiyê tenê mizgeft û şêwazê nimêja serdestê dîktator hatiye guhertin. Di eslê xwe de heman jêderên fikir ên tund û tûjiyê ne. Ji ber vê jî, dema ku mirov li hal û rewşa Sûriyê piştî şanoya hilweşîna Al-Esad û çîroka serketina girûpek tundrew ku hîna li ser lîsteyên terorê ye binêre, mirov têdigihêje ku tenê nav û şikil hatine guhertin. Çawa ku desthilatdariya Baas nîv qernekî xwe mayînde kir û Sûriyê weke qufeka aborî û çêlekeke bişîr bi kar anî, rejîma îro ya HTŞ jî dixwaze rêbazên Baas ên destpêkê bivejîne û li gorî heman zihniyetê xwe bidomîne. Her difikire ku tişta bi kêrî Baas hatiye dê ji bona wê jî raçêtek di cih de be?! Yanî ji bona wê hêmanên zeman-mekan wek xwe ne û guhertina wan hîç wê têkildar nake! Zihniyetek wisa ye ku pirrengiya li ser bingehên demokrasî û misogeriya mafan nas nake. Ji ber vê jî ji itîfaqa 10 Adarê direve û dûv badide. Bê guman di nav xwe de nîqaş dikin ka çawa şimitîn û ew itîfaq îmze kirin?.
Çawa ku Tirkiyê xwest pêşeroja xwe ji hemtayên xwe yên Rojhilata Navîn cuda bike û heman çarenûsê jiyan neke ku berê xwe da Îmraliyê û xwe avête bextê Rêber Ocalan, hikûmeta HTŞ jî li Sûriyê tûşî heman rêbazê kir ew dehfî deriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di encamê de itîfaqa 10 Adarê derket. Îro jî Tirkiyê û rayedarên wê hewl didin dûv badin û pêvajoya aşîtiyê asteng dikin, li Sûriyê jî HTŞ dehfî wê siyasetê dikin ku xwe pabendî itîfaqa 10 Adarê nebîne û ew jî dûvê xwe bade! Bi kurtayî, ji bo parastina yekparebûna axa Sûriyê, divê kesên li qesrên Şamê bi cih dibin, gurmikên xwe li ber dahola Tirkiyê neleqînin.





