Lîloz Hisên/Qamişlo
Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku rewşa Efrînê ji berê xirabtirbûye û wiha got: “Kiryarên xirab li dijî şêniyan bi hemû awayan pêk tê, kesên vedgerin Efrînê îşkence li wan têne kirin û malên wan radestî wan nayên kirin.”
Di çarçoveya binpêkirin û kiryarên xirab ên berdewam ku li dijî gelê kurd li Efrîna dagirkirî ji hêla çekdarên girêdayî dewleta Tirk a dagireker ve pêk tê û rewşa dawî ku li wir diqewime, Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji Rojnameya me re axivî.

Îbrahîm Şêxo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Kiryarên xirab û hovîtî li Efrînê berdewamiya binpêkirin, sûcên şer û dijmirovatiya 7 salên derbasbûyî ye ku ji hêla komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirk ku bi Artêşa Wetenê têne naskirin tê kirin. Li ser rêbendên kontrolê hîna girtin û lêpirsîna gel tê kirin, bi taybet rêbenda li aliyê gundê Dêwa li navçeya Cindêrsê û Kûkanê li aliyê Babatê ku MÎTA Tirk û polîsên leşkerî yên hikumeta Demikî li ser disekinin. Cil û navê xwe veguherandine Ewlekariya Giştî lê heman binpêkirin û kiryarên xirab li dijî şêniyên resen ên Efrînê pêk tên, pirî caran xelk li ser van bendên kontrolê hatine û hîn têne girtin û revandin. Armanca wan daxwazkirina bacan li hember serbestberdana welatiyan.”
Nivîsgeha Aborî bacan bi darê zorê ferz dike
Ibrahîm Şêxo destnîşan kir ku nivîsgehên Aborî bacan li ser gelê ferz dike û wiha berdewam kir: “Di aliyekî din de nivîsgehên Aborî ya girêdayî komên çekdar weke Ehrara El-Şerqiyê li navçeya Raco bacan li şêniyan ferz dikin, berhemên mewsimê zeytûnan radestî xwediyên wan nakin heya girtina bacan, herwiha li ser mal û milkan bi giştî bacan digrin dikin. Koma çekdar a Hemzat jî li navçeya Raco, Şêrawa û deverên di bin kontrola wan de heta niha jî milk û malên şêniyên resen ku vegeriyan e Efrînê radestî wan nakin, tevî pêşkêşkirina giliyan li nivîsgeha Aborî, bi taybet piştî vekirina nivîsgehên Ewlekariya Giştî ku tu çareserî ji wan re ne danîn.
Girêdayî kiryarên xirab ku têne kirin jî berpirsên Hemzat li gundê Şerqiyê, Ebila li navçeya Babilê, herwiha gundên derdora navçeya Şêra artêşa Nixbê bi hezaran darên Zeytûnan ên şêniyan destserkirine, radestî wan nayê kirin heta komkirina zeytûnan ji hêla van komên çekdar dibe ku teslîmî wan bikin, herwiha zêdeyî vê yekê jî gefan li xwediyên
‘Li kêleka kiryaran aramî û ewlehî tune ye’
Ibrahîm Şêxo destnîşan kir ku li kêlela kiryarên xirab rewşa ewlehî ne arame û wiha got: “Di danê êvarî de hin komên ne nas derdikvin êrişî ciwanan dikin û tiştên bi wan re didizin, rewşa ewlehî ji berê xirabtirbûye û gelek welatî bi vî awayî jiyana xwe ji dest dane, weke bûyera li gundê Hec Hesno ku ciwaneke bi vî rengî jiayna xwe ji dest da û kujerên wî nehatin muhasebekirin.”
Şîxo wiha domand: “Bi rûxandina rêjîma Esaad re, gelek kar û xebat hatin kirin ji bo başkirina rewşa welat herwiha vegera koçberan li warên xwe, weke rêkeftina 10’ê Adarê ku di navbera Fermendarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê û serokê Sûriyê yê demikî Ehmed El-Şeri ku hate îmzekirin, bendeke jê ji bo vegera koçberan li warê xwe bi awayekî ewle hatibû nivîsandin, da ku hikumeta veguhêz bibe alîkar di vegerandina deverên dagirkirî û komên çekdar ji hundirê Efrînê derxinîne. Piştre gelek civîn jî di navbera aliyên eleqdar de hatin çêkirin bi vê yekê moral û hêviyên koçberan mezin bû, lê mixabin roj bi roj ev rêkeftin paş ket û li ser erdê nehat pêkanîn, şandeya Rêveberiya Xweser jî li ser vê xalê sekinîn û bi desthilatdariya Şamê re danûstendin kir lê ya dawî tu gav ne avêt, lewma ev yek bû sedem ku gelê Efrînê koçber bimînin di nava kampan de li deverên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşên wan pir xirab in.”
‘Vegera koçberan ne bi ewle ye’
Ibrahîm Şêxo bal kişand li ser vegera koçberan di dema heyî de û wiha got: “Girêdayî vegera koçberan di çarçoveya van kiryaran de ne bi ewle ye, îşkence li wan têne kirin herwiha gelek kes têne revandin û li hemberî berdana wan bace tê xwestin, ev kiryar ji her kesî re eşkere ye. Heta niha jî bi sedan ji ciwanên kurd li Efrînê çarenûsa wan ne diyar e. Hikumeta Şamê ya demikî hêza wê li ser erdê pir qelse ku tenê di warê axaftinan de ye û li gorî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirekr tev digre.”
‘Guman heye derbarê tevlîkirina ciwanan di nava Ewlekariya Giştî de’
Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo behsa tevlîkirina ciwanan di nava Ewlekariya Giştî de kir û wiha gotinên xwe qedand: “Hikumeta Şamê ya demikî hincetan derdixîne da ku xwe ji rêkeftina 10’ê Adarê vekişîne. Herî dawî jî li Efrînê berî çend rojan kampaniyek hate destpêkirin da ku ciwanên kurd tevlî ewlekariya giştî bikin di 19-20-21’ê Tebaxê de, li gorî agahiyên me ji hundirê Efrînê wergirt nêzî hezar û 100 kes tevlîbûne piraniya wan ji eşîreyên ereban e, ev yek jî ji ber rewşa hejarî û aborî ya zehmet e li wê deverê herwiha kêmderfeta kar li wir, şênî neçar dimînin tevlî bibin. Ciwanan îqna dikin ku ew ê parastina herêma xwe bikin, ji xwe guman di vê yekê de heye, gelo wê ev ciwan parastina ku deverê bikin û berê wan wê bidin ku deverê, pir mertirsî ji vê mijarê re heye ji ber ku berî niha jî dema dagirkirna Efrînê di 2018’an de ji şêniyan re gotin tevlî encûmenên xwecihî û şaredariyan bibin lê piştî tevlîbûna şêniyan piraniya wan hatin girtin, kuştin û dûrxistin û îro jî heman metirsî berbiçave. Mixabin hineke kurdên me jî di nava vê yekê de rol dilîzin û vê yekê rewa dikin, ciwanên kurd tevlî ewlekariya giştî ji bo ji raya giştî re eşkere bikin ku kurd herêma xwe îdare dikin, lê berovajî vê yekê ye, di demeke ku binpêkirin li dijî kurdên Efrînê berdewam e.”





