Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Fatma Atabay: Pêkanîna entegrasyona demokratîk erka me ye

07/09/2025
in JIN
A A
Fatma Atabay: Pêkanîna entegrasyona demokratîk erka me ye
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Aktivîsta TJA Fatma Atabay diyar kir ku Rêberê Apo dibêje: “Di têkoşîna aştî û azadiyê de jin pêşeng in; ev ne tenê ronesansek e, lê avakirina civakeke nû ya civakî ye.” em jin jî bi hîskirina berpirsyariya jiyankirina vê ruhê, bi hêza kevneşopiyê û coşa pêşerojê xwe ji bo qonaxa nû ya têkoşînê amade dikin.   

Derbarê kar û xebatên tevgerên jin li Bakurê Kurdistanê di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, aktivîsta TJA Fatma Atabay bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Bi banga aştî û civaka demokratîk re kar û xebatên Tevgera Jinên Azad di çi astê de tê meşandin?

Ruhê demê yê nû bi xebatên avakirinê armanc dike. Pêşengiya ku bi konferansê dest pê kir, bi banga aştî û civaka demokratîk, bi mîsyona pêşengiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd ji bo jinan destnîşan kiriye, di gelek qadên jiyanê de bi xebatên xwe roleke pêşeng digire. Rêberê Gelan ev yek wiha îfade kiriye: “Di têkoşîna aştî û azadiyê de jin pêşeng in; ev ne tenê ronesansek e, lê avakirina civakeke nû ya civakî ye.” Tevgera jinan di vê pêvajoyê de bi xebatên bingehîn, lê bi armanca ku tevahiya civakê bigre nav xwe, planek amade kiriye. Herwiha ji bo em li hemberî siyaseta şer banga aştiya civakî bikin, li dijî polîtîkayên qirkirina jinan, destavêtina zarokan, qirkirina xwezayê, polîtîkayên qeyûman û asîmîlasyona qirkirinê, gelek çalakî, bûyer û xebatên hişyarkirinê dimeşînin. Di hin bajarên girîng de jî meş hatin lidarxistin. Di heman demê de bi dirûşmeya civaka demokratîk, li bajar, tax û gundan civînên gel û serdanên malbatan hatin kirin. Bi konferansê re, xebatên komun û meclisan didomin. Di hin bajaran de ev yek hatine ragihandin, lê di bajarên din de zemînên wan tên amadekirin. Bêguman, ev xebat jî xebateke demdirêj e.

Di 10 salên dawî de, bandora polîtîkayên şerê taybet ên li ser gelê Kurd pir zêde ye. Gel ji rewşa ramana saxlem a ji bo têkoşînê dûr ketiye, aborî ji bo wan bûye mijareke bingehîn û gel bi xizaniyê re rû bi rû ye. Bûtçeya gel ji bo şer tê xerckirin. Ji ber vê yekê, ev yek weke pirsgirêkeke bingehîn li pêşiya me ye. Em plan dikin ku di pêvajoya bê de van pirsgirêkan bi afirandina qadên nû yên aborî derbas bikin.

Wek tevgera Jin li Bakurê Kurdistanê gelek kar û xebat daye meşandin ev xebat di kîjan çaroveyê de tê meşandin û encamê wê çawa ne?

Xebatên Komîsyona Hiqûqê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Komîsyona Lêkolînê ya Jin û Hiqûqê ji bo piştgirîkirina xebatên Komîsyona Destûra Bingehîn hate avakirin. Ev xebat li Tirkiye û Kurdistanê didomin. Komîsyona Jin û Hiqûqê di 24’ê Tebaxê de ev yek bi fermî ragihand. Ev xebat bangewaziyek e ji bo hemû pêkhateyên jinan û rêxistinên civaka sivîl. Komîsyon wê li her bajarî civînên jinan lidar bixe, daxwazên jinan guhdarî bike û van daxwazan bi awayekî madeyî rêz bike, da ku destê Komîsyona Destûra Bingehîn xurt bike. Di salên dawî de, jinên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan têdikoşin, di vê pêvajoyê de jî têkoşîna xwe didomînin. Rêberê Gelan wiha gotiye: “Azadiya min bi azadiya civakê re têkildar e, bi serê xwe nayê nirxandin.” Em jin jî, li gorî nexşerêya ku wî destnîşan kiriye û çareseriyên ku wî pêşkêş kirine, bi jinan re dicivin, van argûmanan fêm dikin û wate didinê. Di pêvajoya bê de, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, em plan dikin ku meşeke din jî li meşên xwe zêde bikin. Bi kurtasî, ji bo aştî û aramiya civakê, em çalakiyan li dar dixin, da ku Serokê Muzakereyê Rêber Abdullah Ocalan zûtirîn azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe. Eger zemin guncaw be, em dikarin gavên mezintir ên ku guhertin û veguhertineke civakî ya mezin bi xwe re bîne, bavêjin.

Rêber Apo dibêje yê ku herî zêde xwedî li pêvajoyê derkeve û rol bilîze jin be, ji bo wê erk û berpirsyartiya ku dikeve ser milê jin, da ku ji pêvajoyê re bibe bersiv çi ye?

Em jin di pêvajoya bê de, di çarçoveya kampanyayekê de, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û nîqaşkirina pêvajoyê, xebatan dimeşînin ku serlêdanê ji Wezareta Dadê re bikin.

Di Manîfestoya Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan di demên dawî de pêşxistiye, gelek têgîn û pênase hene ku pir girîng in û divê bêne fêmkirin û ravekirin. Çima guhertin û veguhertin hewce ye, mijarên weke entegrasyona demokratîk weke erk li pêşiya me ne. Tevgera Azadiya Jinan, bi çanda berxwedanê ya mezin, ruh û hişmendiyeke nû afirandiye. Bi hîskirina berpirsyariya jiyankirina vê ruhê, em bi hêza kevneşopiyê û coşa pêşerojê xwe ji bo qonaxa nû ya têkoşînê amade dikin. Bêyî ku em nirxên dîroka berxwedana xwe ji bîr bikin, em ê wan mezin bikin, bi ruh û hişmendiya azadiyê kûr bikin û weke pêşengên civakê bidomînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.