Lîloz Hisên/Qamişlo
Endama Meclisa Jin a PYD’ê Wehîda Xelîl destnîşan kir ku beşdarbûna jinê di Şerê Gelê Şoreşgerî de ne bi sînor e û wiha got: “Şerê Gelê Şoreşgerî yê ku tê meşandin û encamên ku derketine holê, îsbat kirin ku jin bi vîn, hebûn û rêxistina xwe dikare xwe û civakê tevahî biparêze.”
Gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di destpêka şoreşa Rojava de bi hevre ketin nava kar û xebatê û bi hev re parastina herêmê kirin. Her wiha di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê. Ev têkoşîn û berxwedan di çarçoveya “Şerê Gelê Şoreşgerî” de hate meşandin. Ji heft salî heyanî heftî salî cihê xwe têde girtin û di serî de jin di pêşengiya vê berxwedanê de cihê xwe girt.
Ji xwe rola jinê di Şerê Gelê Şoreşgerî de xurt bû dema ku bi awayekî berbiçav li hember dijmin li ber xwe da û bû pêşengê civakê. Her wiha jin xwedî roleke mezin bû di pêşengiya şoreşê, tenzîmkirina civakê û di qada siyasî, leşkerî, perwerde û gelek beşên din de girt.
Girêdayî rola jinê û helwesta wê li hember êriş û gefên ku bi hişmendiya desthilatdariya baviksalarî tên meşandin; Endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Wehîde Xelîl ji Rojnameya me re axivî.

‘Rêxistinkirin û zanebûn rêya gihaştina azadiya rast e’
Endama Meclisa Jin a PYD’ê Wehîde Xelîl diyar kir ku bi hezarê salan ji ber zihniyeta zayendperestî jin ji cewher û rastiya xwe hate dûrxistin, herwiha di nav civakê de bê rol û îrade hate hiştin û wiha berdewam kir: “Piştî lidarxistina şoreşa Rojava, bi taybet di nava Şerê Gelê Şoreşgerî de jinê rol û mîsyona xwe îsbat kir. Jin tevlî nava qadên jiyanî bû û cihê xwe di çêkirina biryarê de girt û li kêleka mêr xebat da meşand û di nava sîstema hevserokatiyê de bi rengekî çalak cihê xwe girt. Jinê xwe di hemû waran de pêşxist, di serî de di warê leşkerî, siyasî, dîplomasî û aborîyê de bi fikir û felsefeya Rêber Apo di milê bîrdozî, hişmendî û fikrî de xwe rêxistin kir û di aste pêşengiyê de xebat da meşandinç xwe ji dunayê re da ispatkirin ku rêxistinkirin û zanebûn bi rêya gîhaştina azadiyê pêkane.”
Wehîde Xelîl destnîşan kir ku jinê di kar û xebatên komînal de bê ferq û cudahî di navbera hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi yek deng û destî, bi keda salan îro kar û xebatên xwe di hemû waran de dide meşandin.
‘Bi armanca ku jin bê hêz bimîne, êriş li ser tê kirin’
Wehîde Xelîl diyar kir ku jinên birêxistinkirî parastina civak, xweza û kesayeta xwe dike, lewma jî tirsa desthilatdariya baviksalarî ji vîn û hêza jinê heye û wiha anî ziman: “Ji ber vê yekê bi sedan jinên pêşeng li Rojavayê Kurdistanê herwiha parçeyên din bûne armanca van sîsteman. Di serî de dewleta Tirk a dagirker ku bi hezarê caran hewil da dengê jinê tune bike û îradeya wê bişkîne, lê berûvajî vê yekê her jineke pêşeng dihat şehîdxistin bi hezaran jin li du şopa wê diketin rê.”
‘Ji bo misogerkirina parastina xwe jinê di warê leşkerî de xwe pêşxist’
Wehîde di berdewamiya axaftina xwe de ev enî ziman: “Tevî zext û êrişên domdar ku li ser herêmê pêk tê jin amade ye ku parastina xwe û gelê xwe bike di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî û li dijî hemû cureyên êrişan bisekine. Jin bi awayekî baş hatiye rêxistinkirin, di warê leşkerî de xwe pêşxist û hêza xwe ya taybet avakir. Avakirina YPJ’ê armanca wê di serî de li hemberî êriş û xeteriya çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê parastina jin û civakê bike”.
Wehîde Xelîl destnîşan kir ku jinê bi firkir û felsefeya Rêber Apo xwe perwede û rêxistin kirin û wiha got: “Tu carî wê desthilatdariya balviksalarî jinan neşkîne, tevî zext û êrişên ku têne kirin, jin asta têkoşîna xwe bilinditir dike. Her wiha tevlîbûna jinê ji hemû beşên jiyanê re û di asta pêşengtiyê de hişt ku di serî de baweriya wê bi wê were û li kêleka wê jî baweriya civakê qezenc bike”.
‘Berxewedaniya jinê wê neyê sekinandin’
Endama Meclisa JIin a PYD’ê Wehîde Xelîl wiha axaftinên xwe qedand: “Tevî rewşên zehmet, êriş û gefên li ser herêmê têne kirin berxwedan û têkoşîna jinê di asteke herî jor de tê meşandin. Şerê Gelê Şoreşgerî yê ku tê meşandin û encamên ku derketine holê, îsbat kirin ku jin bi vîn, hebûn û rêxistina xwe dikare xwe û civakê tevahî biparêze.”






