Stêrk Mihemed
Diyardeya tundiyê û serdestiya yê ku li ser jinê tê meşandin xwe digihîne 5 hezar sal berê. Mêrê serdest ji berî niha bi 5 hezal salî ji bo desthilatdarî, hêz û zihniyeta xwe ya kujer diyar bike serdestiya xwe li ser jinê feriz kir. Zihniyeta ku mêr li ser jinê dimeşîn e, ew zihniyata ku dewlet li ser mêr dimeşîne ye. Dewlet ji bo ku desthilatdarî, dagirkerî û paşverûtiya xwe diyar bike serdestî li ser civakî bi gîştî kir, lê ji ber ku mêr bi zihniyata desthilatdriyê, kuştin, dîlgirtin, xapandin û bi serdestiyê zû bandor dibe, zêde ket bin bandora dewletê, ji ber zihniyata desthilatdariyê yê ku di mêr de hatiye çandin êdî mêr dixwaze bi serdestiyê hêza xwe diyar bike. Eger em li civaka xwezayî vegerin emê baş bizanibin ku zihniyata mêr, hertim zihniyata kuştin, dîlgirtin û planan e. Jin di civaka xwezayide bi awayekî azad û aram jiyan dikir, mêr bi nêçirvaniyê re mijûl dibû. Li vê derê xuya dike ku mêr berî jinê kole ye. Mêr nikare xwe ji bin bandora desthiltdariyê û ya dewletê rizgar bike, ji ber hertim dixwaze ew serwer û bi hêz be. Ji bo mêr azadî û helwesta jinê wê hertim pirsgirêk be, ji ber ku li gorî zihniyeta ku di sere mêr de hatiye çandin azadiya jinê hêza mêr kêm dike.
Hemû tundî, komkujî, kuştin û revandina ku niha di sala 2025’an de tê kirin, hemû ji zihniyata berî niha bi hezarê salan xwe dikşîne û berdewam e, ji ber ku mêr di fikir û tevgera xwe de tu guhertin çênekiriye, lê belê hîn ew zihniyata qirkirinê û xwe ferizkirinê li ser jinê zêde dibê û mînakê heyî û yên ber bi çav DAÎŞ’e. Ji berî niha bi sedê salan û heya roja me ya îro tiştek di zihniyata mêr de nehatiye guhertin tenê nav û reng hatiye guhertin, lê zihniyet ew e. Dewlet ew dewlet e û zilam jî ew zilam e. Lê di cîhanek ji zihniyata mêr tarî bûye ye, di nîvê wê de ramanek ji azadî û roniye derket pêş, ew jî Rêber Apo ye. Rêber Apo di zarokatiya xwe de şahîdî ji koletiya jin re dike û dibîne ku jin bi awayek pir hêsan û bi dervay îrada wî bi tenekeke genim tê zewicandin, heman deme de hevala wî ya ku rojane bi hevdûre dileyîzin bi emrek pir biçûk tê zewicandin. lê Rêber Apo ket nav lêgerîna ku wê jinê çawa rizgar bike ku nebe kolê zîhniyeta malbata paşverû û yê zilam. jin wek heval didît, koletî û tundiya li ser jinê red kir û qebûl nedikir. Rêber Apo ji bo jinê bû serdemek û şoreşek ji azadiyê û wekheviyê. Abdullan Ocelan bi fikir û felsefeya xwe ya azad, demokrasî û felsefeya jinê zemînek ji tarîtiyê anî ronahiyê, gelek kes bi ramanê Rêber Apo bandor bûn û li ser riya Rêbertî meşiyan. Armanca Rêber Apo bû ku diyar bike jin ne kole ye, lê belê jin avaker e, mînakê vê yakê jî jinên kurdin. Jinên kurd yên ku li ser fikir, felsefe û ramanê Rêber Apo meşiya ne niha pêşengtiya şoreşan dikin, di her derê de jin pêşeng, avaker û vejîn e.
Sekîne cansiz, Leyla Qasim, Bêrîtan, Viyan Caf, Arîn Mêrkan û Avêste Xabûr û bi hezaran mîna wan ku sembola hêz, cesaret û azadiyê ne, ku cane xwe kirin oxirê vê welatê û jina azad yê ku tirsa wê ji tiştek nîne û ew mînaka azadî û serfiraziyê ye. Hemû dijmin ji jina Kurd ditirsin, ji ber ku dizanin ew koletî û radestiyê ji xwe qebûl nakin û wê li hember hemû dijminan bisekinin û serê xwe ji kesî re netewînin, belê ev jina Kurd e, yên ku di tevgera azadiyê de cîh girtin û ji tevahiya jinên cîhanê re bûn mînak.






