Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rêveberiya Xweser di nava 7 salan de bi kar û xebatên xwe yên xizmetguzarî, siyasî, dîplomasî, leşkerî û rêxistinî de serkeftinên mezin qezenc kir û ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî û pirreng bûye hêviya tevahî gelên Sûriyê.
6’ê Îlonê salvegera 7’an a damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rêveberiya Xweser li ser bingehê xwespartina gel, hevkarî, jiyana hevbeş û avakirina vîneke azad ji tevahî pêkhateyan hate destpêkirin û avakirin. Wê xeta sêyemîn bingeh girt û ew dûrî nakokî û şerê ji bo desthilatê li Sûriyê ye.
Banga demokratîk a gelan
Di sala 2011’an de, tevgera gel li Sûriyê wek bertekek li hember polîtîkayên dewleta navendî, dûrxistin û înkarê di hemû qadên jiyanê de nîşan dan û banga azadî, guhertina demokratîk û rûmeta mirovî kir. Piştî ku hêzên navneteweyî û herêmî li gorî ajandayên xwe û berjewendiyên dewletî yekser û ne yekser destwerdan li krîza Sûriyê kirin û komên îslamî yên radîkal ji çar aliyên cîhanê derbas kirin, ev bû sedema dûrketina tevgera gel ji rê.
Rêveberiya hevbeş
Sala 2011’an piştî ku şoreşa gelan dest pê kir, gelê herêmê bi rengê saziyên civaka sivîl û bi birêxistinkirina saziyan xwe bi rê ve bir. Ji bo birêvebirina vê herêmê û peydakirina derfetên jiyanê pêwîstiya pergaleke rêxistinî hebû. Li gorî vê pêwîstiyê di 21’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê hat ragihandin. 27’ê Çileya 2014’an de li herêma Firatê û 29’ê Çileya 2014’an jî li herêma Efrînê Rêveberiya Xweser hate ragihandin. Ji bo van rêveberiyan pêwîstî bi
rêveberiyeke hevbeş hebû ku di milê mekanîzmayeke hevbeş, perspektîfan, çareseriya pirsgirêkan û wekheviya aborî bê avakirin. Lewma di kongreya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de biryar hat dayîn ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bibe, da ku bikare wan 7 rêveberiyan bigihînê hev. Di encamê de 6’ê Îlona 2018’an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin.
Di Cotmeha 2018’an de jî 10 deste û 8 ofîsên rêveberiyê hatin ragihandin. Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 3 meclis; Meclisa Zagonî, Meclisa Rêveberî û Meclisa Dadê cih digirin.
Ev rêberî li ser bingehên nîştimanî û civakî hate avakirin ku ew ê çareseriya giştî bi xwe re bîne. Di heman demê de ji bo hemû pirsgirêkên li Sûriyê û herêmê modeleke guncav e. Ev rêveberî xwe dispêre rêgezên jiyana hevbeş û pirçandî ku ew jî li ser bingeha fikir û felsefeya neteweya demokartîk hatiye destnîşankirin ku civak xwe bi rêve bibe, daxwazên xwe bi cih bîne û sînorê siyasî yê cografiya Sûriyê biparêze.
Rêveberiya Xweser roleke pêşeng di çareseriya siyasî de lîst
Rêveberiya Xweser di demeke kurt de aramî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê geş kir û mayîndebûna hevkariya rasteqîn di navbera pêkhateyan de parast. Projeya siyasî li ser bingehê yekîtiya Sûriyê pêşniyar kir û pabendî wê bû, hem jî roleke pêşeng di çareseriya siyasî de lîst. Ev rêveberî nimûneya pêşeng a pêşxistin û pêkanîna çareseriyê li ser bingeha edalet û wekheviyê ye ku ne projeyeke li dijî Sûriyê û pêkhateyên wê ye. Ji ber projeya wê pêşkêş kiriye, nenavendîbûn e û ev projeya herî guncav ji bona Sûriyê ye.
Têkoşîna domdar a Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweser li hemberî astengiyan disekine û asta têkoşînê bilind dike. Ruxmî tevahî projeyên fitne û tesfiyekirinê, lê ew ji bo pêşîlgirtina xeteriyan têkoşîneke domdar dimeşîn e. Di heman demê de Rêveberiya Xweser gelek pêşketin pêk anîn û di gelek saktorên perwerde, tenduristî û xizmetguzariyê de bi pêş ket û bi awayekî hevseng pêdiviyên pêkhateyan pêk anî. Hîna jî plan û projeyên ji bo xizmetguzariyên gel û pêkanîna pêdiviyên wan di şopandin û pêkanînê de ne.
Rêzgarkirina ji serdema hovîtî û tarîtiyê
Rêveberiya Xweser li şûna cîhanê li dijî çeteyên cîhanî li ser erdnîgariya Sûriyê şer kir. Tişta herî giranbuha pêşkêş kir, fedekarî bi zarokên xwe kir, da ku herêmek li pey a din ji hovîtî û tarîtiya DAIŞ û hevkarên wê rizgar bike. Di heman demê de ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser heya niha gef û êrişên taybet ên dewleta Tirk kêm neman. Çeteyên DAIŞ’e ji ku derbasî herêmê bibin û li dijî Rêveberiya Xweser şer bikin, dewleta Tirk hem rê hem jî alîkariya lojîstîkî da wan. Dewleta Tirk ji bo ku zextên xwe yên li ser herêmê zêdetir bike deriyê sînor jî girt û bi vê şewazê li hember herêmê ambargoyek aborî pêk anî. Êrişên siyasî jî bi awayê ambargoya siyasî pêk hatin. Tevî wê jî
hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, êzidî, Çeçen, Çerkez û Tirkmen di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dijîn, hem jî di sazî û dezgehên rêveberiyê de ji hemû pêkhateyên herêmê sivîl kar dikin.
Derbarê Salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid û hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rojnameya me re axivîn.

Hemdan El-Ebid bal kişand ser armanca damezrandina Rêbveriya Xweser û wiha got: “Rêveberiya Xweser ji destpêka damezrandinê ve rêveberiyeke civakî ye, armanca wê pêşxistin, parastina û xizmeta civakê ye. Di demeke ku herêm ji hikumeta Sûriyê ya berê hat valakirin û hewcdariya gel bi rêveberiyekê hebû ku parastina wan bike li dijî çeteyan, Rêveberiya Xweser ji tevahiya pêkahateyên herêmê li ser bingeha Netewa Demokratîk hat damezrandin.”
El-Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser di tevahî qadan de ji bo gelên herêmê bû bersiv û wiha anî Ziman: “Rêveberiya Xweser di milê parastina ewlehiya herêmê de serkeftinên mezin qezenc kir, bi taybet di şerê li dijî terorê serkeftinên mezin bidest xist û DAIŞ şikand. Di heman demê de parastina yekîtiya xak û hevgirtina gelên Sûriyê kir.
Ji xwe tişa herî girîng ji bo mirov parastin û aborî ye, Rêveberiya Xweser bi keda gelên herêmê û bi saya fedekarî û xwîna şeîhdan Hêzên Sûriya Demokratîk ava kir û di ber tevahî cîhanê de têkoşîna li dijî terorê da meşandin.
Rêveberiya Xweser ji bo xizmeta gel binesaziya herêmê ji nû ve ava kir. Ji bo gelên Herêmê dibistan ji nûve hatin avakirin û sazkirin, minhacên xwendinê yên pêşketî hatin hazirikin, zanîngeh û peymandgehên pêşketî li gorî hewcedariya herêmê hatin avakirin. Herwiha di milê tenduristiyê de jî nexweşxane û navendên tenduristiylê hatin avakirin, xebatên tenduristiyê hatin pêşxistin û karmend hatin amadekirin. Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe bajar di milê xizmetguzarî de rêxistin kirin, rê û kolan sererastkirin û elektirîk û av ji bo gel peyda kir.
Di qada çandiniyê de jî Rêveberiya Xweser ji bo hewcedariya herêmê plana çandiniyê danî û kar û xebat ji bo pêşxistina qada çandiniyê da meşandin.
Di milê çandî de jî her pêkhate bi rola xwe rabû û ziman û nasnameya çandî ya tevahî pêkhateyan hat parastin.”
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo tevahî gelên Sûriyê bûye hêvî û axaftina xwe wiha qedand: “Rêveberiya Xweser herdem ji bo alîkariya gelên Sûriyê gavên pîroz avêtin, mînaka wê jî alîkariya tevahî koçberan kir, alîkarî pêşkêşî xelkên beravê û Siwêdayê kir û heta niha jî alîkariyên wê berdewam in. Di aliyê dîplomasî û siyasî de, Rêveberiya Xweser kar û xebateke mezin da û dide meşandin, ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî û pirreng danûstendinan bi tevahî aliyên cîhanî , herêmê û Sûrî re dike. Rêveberiya Xweser bi kar û xebatên xwe yên, xizmetguzarî, îdarî, siyasî , dîplomasî, ewlehî û rêxistinî bûye pergala herî gunacav ji bo avakirina Sûriyeke nenavendî ku mafê hemû pêkhateyan tê de parastî be.”

Di heman çarçoveyê de Şêxmûs Ehmed jî diyar kir ku avakirina Rêveberiya Xweser di demeke dîrokî de bû û wiha got: “ Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê pir dîrokî de ku rewşa Sûriyê gihabû asta herî bilind ji aloziya siyasî, aborî, ewlehî û civahî ve, hat avakirin. Pir êriş li ser Sûriyê û tevahî civaka Sûriyê ji hundir û derve, di heman demê de êriş û şerê çeteyan ku pişta xwe ji gelek hêzên herêmî digirtin, hatin kirin. Li hemberî wê daxwaza gelan a Sûriyeke domkratîk û nenavendî derket pêş ku Sûriyeke beyî êş, azar û desthilatdariyeke dektatorî be. Lewma dema Rêveberiya Xweser hat avakirin ji aliyê hêzên desthilatdar û çeteyan ve rastî êriş û gefên mezin hate. Mînaka wê êrişên ku li ser Efrîn û Şehbayê di sala 2018’an de hate kirin, di encamê de dewleta Tirk Efrîn dagir kir. Piştî wê sala 2019’an de Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir. Armancê jê ew bû ku sîstema Rêveberiya Xweser hilweşîne û rê li pêşiya gavên mezin ên Rêveberiyê bigire. Ji ber wê jî rêveberiyê gelek zehemtî ji dema avabûna xwe û heya niha dikşîne ku bi dehên caran binesazî û hemû çavkaniyên jiyanî li herêmê bû hedefa êrişan, da ku civakê beramberî rêveberiyê derxîne.
Piştî hilweşandina rêjîma Baas jî dîsa herêmên din ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê hatin êrişkirin, bi taybet Minbic û Bendava Tişrînê. Ev êriş vê yekê didin diyarkirin ku di Rêveberiya Xweser de nimûneyeke serkeftî heye, hem jî ew sîstemeke nû ji bo Sûriyê û giştî Rojhilata Navîn ne.”
‘Îdyolojiya îslama radîkal astengiya li pêş rêveberiyê ye’
Şêxmûs Ehmed da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo tevahî Sûriyê rêya tekaneya serkeftinê ye û wiha pê de çû: “Piştî 60 sal ji desthilata Baasê ku xwe didît rêveberê civak û dewleteke yekreng dida meşandin. Lê Rêveberiya Xweser tersî hişmendiya Baas têkoşîn da meşandin û di nava xwe de pirreng û pir netewên cûda hembêz kir, ji ber wê ew bû sîwana gelên herêmê. Îro jî desthilatdariyeke din li Şamê heye ew desthilatdarî jî mîna Baasê ye, yek rengî ye. Lewma ew jî nabe ji bo Sûriya siberojê. Tenê pergala Rêveberiya Xweser ji bo siberoja Sûriyê projeya serkeftinê ye. Ji ber ku civaka Sûrî, civaka aştîxwaz, azadîxwaz û demokrasîxwaz Rêveberiya Xweser pergalekî girîng dibînin. Lê tenê astengiya li pêş vê sîstemê îdyolojiya îslamî ya radîkale ku niha dewleta Tirk piştgiriya wê dike. Ji bo hemû pêkahteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêveberiya Xweser xwen û xeyalên wan bû îro jî pêk hatiye, sîstema xwe di nava civakê de ava kiriye. Lewma hemû pêkahteyên herêmê îro xwe li derdorî rêveberiyê pêc kirine.”
‘Bixwebirêvebirina gelan Sûriyeke hevgirtî û nûjen bê avakirin’
Şêxmûs Ehmed axaftina xwe wiha qedand: “Hêviya me hevgirtina ku Rêveberiya Xweser di nava pêkhateyan de daye avakirin xurtir û berdewamtir bibe. Ji bo wê pêwîst e gelên Sûriyê ji bo rêveberiya xwe bikin, hevgirtin û hemahengiyê di navbera herêman de ava bikin, da ku Sûriyeke nenavendî, hevgirtî û nûjen bê avakirin. Li ser vê bingehê em salvegera 7’emîn a Rêveberiya Xweser pîroz dikin, bi hêviya gav û serketinên mezin ji bo Sûriya siberojê, Sûriyeke ji bo tevahî gelên Sûriyê be.”





