Dîlan Mulhim\Qamişlo
Kampa Holê yek ji kampên herî xeternak li ser asta cîhanê ye ku bi hezaran malbat û zarokên çeteyên DAIŞ’ê lê bicih bûne. Ji bo parastina ewlhiya Bakur û Rojhilatê û tevahî cîhanê Hêzên QSD, YPJ û Ewlekariya Hundirîn bi awayekî domdar oprasyonên ewlekariyê pêk tînin.
Kampa Holê sala 1990’an ji bo penaberên Iraqê yên ji ber Şerê Dueymîn a Kendavê reviyan, hatibû avakirin. Piştî bidawîbûna şer penaberên Iraqê vegeriyan warê xwe û kamp hat girtin. Di sala 2003’an de an ku bi êrişa Amerîkayê ya li ser Iraqê kamp re careke din hat vekirin. Di pêvajoya aloziya Sûriyê de, kamp ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin û bû nuqteyeke stratejîk a xeternak. Çeteyan kamp wekî dergeh di navbera Sûriye û Iraqê de bi kar dianîn. Piştir e di 15’ê Mijdara 2015’an de QSD’ê bajarê Holê û kampa wê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Li kampê bi dehhezaran koçberên Sûriyî yên ji şer reviyane, herwiha malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di operasyona rizgarkirina Baxozê de 2019’an xwe radest kiribûn, hatin bicihkirin. Ji wê demê ve kamp bûya mîna bombeyek li ber teqînê ku li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî xetere ye. Di wê demê de hejmara kesên li kampê hatibûn bicihkkirin nêzî 74 hezar kes bûn, ku piraniya wan jin û zarokên DAIŞ’ê bûn. Bi demê re kamp bû zemîna avakirina nişfên nû yên tundraw . Di kampê de herwiha dadgehên DAIŞ’ê hatin avakirin û kesên li dijî fikrên DAIŞ’ê tev digeriyan jî dihatin kuştin.
Serjimariya kampê
Hejmara niştecihên kampa Holê di dema niha dederdora 26 hezar û 539 kes e. Ji vê hejmarê 6 hezar û 352 biyanî ne, 4 hezar û 933 Iraqî ne, 15 hezar û 245 Sûrî ne û 9 kes jî nasnameyên wan nediyar in.
Opersyonên ewlehiyê
Bi armanca qedandina şaneyên DAIŞ’ê û rêgirtina li ber belavbûna îdeolojiya wan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya YPJ û QSD’ê 6 operayonên ewlehî û mirovahiyê lidar xistin. Operasyona herî dawî 5’ê Îlon 2025 hate destpêkirin.
Qonaxa yekemîn
28’ê Adara 2021’an Qonaxa yekemîn a oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê hate despêkirin. Operasyon 5 rojan berdewam kir û 2’ê Nîsanê bi dawî bû. Herwiha bêhtirî 5 hezar şervan tevlî oprerasyonê bûn. Di pêvejoya yekemîn de 125 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin. Di heman demê de di 20 çete berpirsên bûyerên kuştinê bûn. Di operasyonên lêgerînê de, gelek pêdiviyên leşkerî û madeyên teqemeniyê hatin dîtin. Ev yek bû sedem ku şervan careke din ji bo aramiya giştî a herêmê dest bi girtina tedbîran bikin.
Qonaxa duyemîn
Di 25’ê Tebaxa sala 2022’an de Operasyona duyemîn a Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê hate destpêkirin. Herwiha di heman salê de şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wan 43 êriş pêkanîn. Di nava wan de 44 niştecihên kampê bi kêr û çekan hatin kuştin. Herwiha ji wan 14 jin û 2 zarok bûn. Di heman demê de çeteyên DAIŞ’ê 13 caran hewl dan niştecihên kampê birevînin. Di encama lêgerînên li nava kampê de, gelek noqte û cihên çeteyên DAIŞ’ê yên ku fikrê tundraw nava zarokan belav dikirin hatin tûnekirin. Lewma li dijî koma “Hisbê û Eşbal El Xîlafe” operasyon li dar xist, gelek berpirsên wê hatin girtin. Di wê pêvajoyê de, YPJ’ê 2 jinên ciwan ên Êzidî ji destê jinên DAIŞ’ê xilas kirin. Di operasyona duyemîn de, 226 kes hatin girtin. Di nav de 36 jin hebûn ku tevlî bûyerên kuştin û tirsandinê bûbûn.
Qonaxa Sêyemîn
Piştî wergirtina agahiyên îstîxbaratî ku çeteyên DAIŞ’ê hewl didin sûdê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bigire û êriş bike, Qonaxa sêyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 27’ê Çileya 2024’an de dest pê kir û 10 rojan dom kir. Di operasyonê de 85 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin girtin, çek û kelûpelên bi wan re hatin desteserkirin, her wiha 5 tunel hatin vedîtin û rûxandin.
Di operasyonê de serçeteyê bi navê Ebû Sufyan El Luheybî ku berpirsê karên terorî di hundir û derveyî kampê de bû, hat kuştin. Keçeke Êzidî bi navê Kovan Îdo Xirto ku berî bi 10 salan di êrişa li dijî Şengalê de hatibû revandin, ji aliyê YPJˈê ve hat rizgarkirin.
Hemwextî operasyonê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin operasyoneke taybet li dijî şaneyeke xeternak a DAIŞ’ê ya bi şaneyên DAIŞ’ re koordîne dikir da ku kiryarên terorî pêk bîne, li dar xist.
Qonaxa çaremîn a operasyona mirovî û ewlehiyê
Di 5’ ê Îlon 2025 an Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin, YPJ’ê bi desteka QSD û hêzên Koalîsyona Navneteweyî qonaxa çaremîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampê dan destpêkirin.





