Ronahî Sadûn/Qamişlo
Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eymen Ibrahîm diyar kir ku ji ber nepêkanîna zagonên tirafîkê gelek qeza û binpêkirinê tirafîkî pêk tên, li hemberî wê hêza tirafîkê ya heyî têrê nakê ku her tiştî kontirol bike, lewma ew plan dikin ku sererastkirinekê ji sîstema tirafîkê re bikin û biryarên hişk derxînin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek bûyerên tirafîkê ji ber sedemên cûda rû didin. Ji destpêka salê û heya niha 2 hezar û 940 qeza pêk hatine. Ji wan 717 qezayên sivik in ku tê de zirarên canî tune ye û yên madî jî sivikin. Qezayên ku tê de zirarên madî pêk hatine hezar û 352 qezan e. Herwiha qezayên ku tê de zirarên canî û madî hebûn 871 qeza bûn. Di heman demê de hejmara kesên ku di van qezayan de birîndar bûne hezar û 576 bû. Li kêlek wê 160 kesî jiyana xwe ji dest dane. Sedemên qezayan jî bêkontirolkitina erebeyan ji hemû aliyan ve û nepêkanîna zagonên tirafîkî, ji bo wê di dema ajotinê de bi ajokar re pirsgirêk derdikevin û dibe sedema qezayan.
230 madeyên Tirafîkî bi aramiya ajokar ve girêdayî ne
Di sîstema Tirafîkê ji bo aramiya ajokar di çûn û hatinê de, nêzî 230 made hene ku pêwîst e her ajokar van madeyan pêk bîne, da ku pirsgirêk û bûyerên tirafîkî pê re rû nedin. Nepêkanîna van madeyan dibe sedemên bingehîn ji pêkanîna qezayan.
Ji wan ew e ku hin ajokar temenê wan biçûk e. Hin jî ne xwedî destûra ajotinê ne, yan jî ajokarek xwedî destûre lê ne erebeya ku destûra wî li ser heye diajo. Mînak destûra ajokar ji bû cûreyeke taybet a erebeyekê heye, lê ew diçe erebeyeke mezin diajo, erebe ji kontirola wî derdikeve û ajokar dikeve kêmasiyan de. Li kêlek wê lezbûna zêde ya ajokaran, di dema niha de alan berfireh bûne, hejmara erebeyan jî pir bûne ku piraniya kesan bûne xwedî erebe, ev jî dihêle zehmetî yan alozî li ser rêyan çê bibe, di encamê wê de qeza rû didin an jî binpêkirinên tirafîkî tên kirin. Hin hemwelatî yan sazî jî cama erebeyên xwe reş û tarî dikin, bi vê yekê ajokar derdorê xwe baş kontirol nake û pê re nayê xuyakirin kî li rast an jî çepê wî ye, ji ber wê qeza çêdibe.
Di heman demê de ji ber pêşketina teknîkê internêt li her derê peyda dibe, êdî ajokar erebeyan diajon û bi telîfonê mijûl dibin, ev jî dihêle bandorê li derdorê xwe bike û rê baş bikar neyîne ji bo xwe û derdorê xwe.
Erebeyên mezin ji ber ku rêyên wan dirêj in, ji kanton ber bi kantoneke din ve diçin û ajokareke tenê li ser wê erebeyê ye, lewma ew ajokar diweste, dirazê û hinekî ji kontirola xwe derdikeve ku bala wî winda dibe, ev jî dibe sedema ku qeza pêk bê.
Li ser hemû rêyan yên bajêr û derveyî bajêr lezbûn hatiye destnîşankirin, hem jî li ser malpera tirafîkê hatiye balvakirin ku li bajêr û derdorî bajêr pêwîst e lezbûna ajokar çiqas be, ev yek jî li ser nîşaneyan hatiye nivîsandin. Lê heya niha gelek ajokar pabendî van nîşaneyan nabin û milê xwe yên exlaqî û wijdanî bikar nayînin. Lewam bi sedema lezbûna zêde gelek qeza pêk tên.
Derbarên bûyerên tirafîkî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eymen Ibrahîm ji Rojnameya me re axivî.

Eymen Ibrahîm diyar kir ku gelek biryarên tirafîkê hene û di demên pêş de ew ê bi raya giştî re werin parvekirin û wiha got: “Di aliyê ewlekariyê de berê rewş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlihev bû ku êriş hebûn, balafir dewleta Tirk li erebeyan dida, wê demê me rewşa ewlekariyê li ber çavan derbas dikir. Lê niha heya astekê rewş sakin bûye, ji ber wê piraniya saziyan biryarên ji bo reşkirina camên erebeyan pêk tînin. Em bi xwe jî li ser vê mijarê kar dikin ku formîlekê ji bo fêmê bînin û di demê pêş de em ê wê bi raya giştî re parve bikin.
Ji bo nîşaneyên Tirafîkê jî me demekê ew danîn. Lê di dema êrişên dewleta Tirk de, navendên elektirêkê bû armanca êrişan, lewam elektirîk li ser nîşaneyan hat qûtkirin, ji bo wê me xwest betariyan ji bo wan bikar bînin. Lê alavên di destê me de ne saxlem bûn hem jî kevin bû ku nûkirin ji wan re divabû û nîşanên nû pêwîst bûn. Her çiqas me hewil da jî ku nîşaneyên nû bînin, lê derbasbûna wan qedexe bû. Lewma nîşaneyên Tirafîkê li pranî bajarên me wekî Qamişlo û Hesekê hatine rawestandin, tenê li Reqayê tên bikaranîn.”
‘Gel di hişyarîkirina zarokên xwe de berpirsyarin’
Eymen Ibrahîm eşkere ku piraniya bajaran gazinên xwe ji kesên matoran diajon dikin û wiha pê de çû: “Piraniya bajaran gel gazin dike ku zarokên temen biçûk mîtoran bikar tînin û acizbûnê çêdikin. Em jî li gorî derfetên xwe li ser vê mijarê radiwestin û hemû tiştên ji dest me tê li gorî qanon û qoralên tirafîkê pêk tînin. Lê li hemberî pêşketina teknîkî û zêdebûna erebeyan hejmara Tirafîkê ya heyî têrê nakê. Ji ber cihê em digirin dest cihên sereke ne yên ku qerebalixe lê çê dibin, endamên me li wan deran tê belavkirin. Da ku çûn û hatinê birêxistin bikin û alozî pêk neyê. Gel jî di hişyarîkirina zarokên xwe de berpirsyarin ku ji sedî 50 ji wan tê xwestin bi erkên xwe yên li hemberî zarokên xwe rabin.
Herwiha ji bo kêmasiyên ku derdikevin dewreyên Tirafîkê 24 seatan
li ser rêyên dirêj û rêyên di hundir bajêr de ne. Li ser rêyên dirêj me polîsên rêyan çalak kirine, karê wan ew e ku rêyên dirêj kontirol bikin. Lê mixabin heya cihê ku deweriyên me lê hebin erebe panbendî bendên tirafîkê dibin, lê dema cihên tirafîkê derbas dikin cardî ajokar kêmasiyan dike. Ji bo wê di projeyên me yên demên pêş de hene ku em hinekî vê sîstemê sererast bikin bi rêya kamîre û radarên 24 seatan. Ji bo giştî erebeyan jî me fîş li çend cihan hazir kiriye, ew erebe dema tê çi pirsgirêkên wê hene ji mijarên wekî dizî, binpêkirin û ne maf dayîn, li ser fîşê tê xuyakirin û ceza li gorî wê tên dayîn.”
‘Hêza tirafîkê têrê nakê ku hemû erebeyan kontirol bike’
Ibrahîm da zanîn ku bi hilweşandina rêjîma Baas re gelek erebe derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn û wiha got: “Berî ketina rêjîma Baas li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erebeyên heyî plakaya wan tenê ya Rêveberiya Xweser an rêjîmê bû. Lê dema Baas hilweşiya erebeyên aliyên hikumeta veguhêz a Sûriyê jî bi hejmareke zêde derbasî aliyê me bû. Ji destpêka ketina rêjîmê û heya niha nêzî 20 hezar erebe derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne. Ev yek dihêle alozî li ser rêya giştî û di hundirê bajaran de çê bibe, êdî hêza tirafîkê têrê nakê ku hemû erebeyan kontirol bike, yan hemû kolan û taxan kontirol bike. Ev hiştiye her kes serbest erebeyeke xwe bikar bîne ku plakaya Rêveberiya Xweser, hikumeta veguhêz an jî rêjîma Baasê ya hilweşyayî deyne ser erebeya xwe. Lê ev li cem me tê belîkirin, ji ber dema ajokar diçe erebeyê qey dike li saziyê veguhestina erebeyan an jî li ser bendê kontirolê tirafîkê tê girtin û bi me re tê xuyakirin ev plakaya vê erebeyê ye yan na. Kesên ku madeyên ekol jî vedixun qezayan dikin û bilez diçin, ji bo wan jî hemû amadekariyên me hene.”
‘Bi hev re dawî li qeza û binpêkirinê tirafîkî bînin’
Eymen Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo kêmbûna bûyerên qezayan û binpêkirinên tirafîkî hewildanên me hene ku bi Meclisa Cîbcîkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem bi Yekîtiya Şaredariyan Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, rêyên xerabe bên çêkirin. Dewrî, cihê û endamên tirafîkê bên zêdekirin. Sîstemek saxlem ji bo tomarkirina erebeyan bê çêkirin ku ji ya heyî baştir be. Da ku her tişt bikeve bin kontirola tirafîkê de. Ji bo wê em niha li ser vê sîstemê kar dikin û di sala 2026’an de hin ji van projeyan wê pêk bên. Lê ya sereke ajokar, hemwelatî û malbat bi tirafîkê re bibe alîkar, ji bo em bi hev re dawî li bûyerên tirafîkî bînin.
Wek bangewazî ji bo gelê me hemû ji aliyê xwe ve bi tirafîkê re bibin alîkar be ji bo kêmbûna qezayan, em nabêjin wê tam kêm bibe lê heya ku em karibin em kêm bikin. Ji ber her bûyereke çê dibe xemgînîk bi malbatekê re çê dibe, êş û zehmetî çê dibin, ev jî ji ber nepêkanîna yasayên tirafîkê ye. Herwiha em ê birayên hişk di derheqê kesên ku pabendî biryarên tirafîkê nabin derxînin, em bende erêkirina van biryaran e, da ku mijar werin sererastkirin.”





