Solîn Mihemed/Qamişlo
Desteya Perwerdeyê û navenda Yekîtiya Dibistanên Qamişlo ya kantona Cezîrê, pêşengeheke hunerên destan ji bo mamoste û rêveberên baxçeyên zarokan vekirin.
Îro li bajarê Qamişlo, li navenda Yekîtiya Dibistanên Qamişlo pêşengeheke hunerên destan ji bo mamoste û rêvebirên baxçeyên zarokan ji aliyê Desteya Perwerdeyê û navenda Yekîtiya Dibistanên Qamişlo ya kantona Cezîrê ve vekirin. Herwiha di vê pêşengehê de gelek mamoste beşdar bûn.
Bêguman mamostyeyên bexçeyên zarokan yên kantona Cizîrê ku nêzî 15 rojan perwerdeyên meslekî û bîrdozî dîtin, herwiha di perwerdeyên meslekî de, mamoste bi pirojeyên destan destpêkirin û her zarokek bi du pirojeyan beşdarî pêşengehê bû, di heman demê de gelek cureyên xwarinên bi destan û tendurst hatin amedekirin ew jî beşek ji hunera destan bû.
Ev pêşengeh armanca wê ew e, ku her mamosteyek ji aliyê meslekî û Îdeolojîk ve xurt bibe, herwiha bi zarokên bexçeyan re arîkar bibin da ku di karên xwe de serkeftîbin.
Di destpêka pêşengihê de bixêrhatina hemû mamoste û mêvanan hate kirin. Piştre her mamosteyek pirojeya ku daye çêkirin, ji beşdaran re da şîrovekir.
Di pêşengehê de hemû mamoste û mêvanên ku beşdarbûne di nava pêşengehê de geriyan û nêrînên xwe li ser pirojeyên hev dan. Di heman demê de pêşengeh bi guvend û dîlanê bi dawî bû.





