Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sema Bekdaş; Kongreya Hevpeymaniya Sosyal- Demokrat a Cîhana Erebî zemîna yekîtiya gelan ava kir

06/09/2025
in ROJEV
A A
Sema Bekdaş; Kongreya Hevpeymaniya Sosyal- Demokrat a Cîhana Erebî zemîna yekîtiya gelan ava kir
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Hevseroka Ofîsa Peywendiyan ya PYD’ê Sema Bekdaş diyar kir ku Kongreya Hevpeymaniya Sosyal- Demokrat a Cîhana Erebî bingeheke xurt bû ku di cîhana Erebî de tevahî partî bi yekîtî û bi nasnameyeke Demokratîk hatin cem hev.

Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî ku li bajarê Silêmaniyê di dîroka 27- 30 Tebaxê de bi beşdariya 21 partiyan hatibû li darxistin, derbarê kongreyê de hevseroka Ofîsa Peywendiyan a PYD’ê Sema Bektaş bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Hûn weke şandeyeke ji nûnerên Rojava ku beşdarî Kongreya Hevpeymanî ya Sosyal Demokrat a Cîhana Erebî bûne, lidarxistina vê kongreyê ji bo cîhana Erebî çiqas girîng e?

Lidarxistina Kongreya Hevpeymanî ya Sosyal Demokrat a Cîhana Ereban girîngiyeke xwe hebû. Rojhilata Navîn di pêvajoyeke pir hasas de derbas dibe, di heman demê de şer û pêvçûnên ku derdikevin bandora xwe li ser jin, ciwan û zarokan dike, li beramberê wan siyasêtên ku têne meşandin hêzên ku têkoşîn dikin û li ber xwe didin jî hene, taybet ev siyaset dihêle ku di cîhana Ereban de belavbûnekê bide çêkirin. Lidarxistina Kongreyê li Başûrê Kurdistanê bingehek bû ku di Cîhana Ereban de tevahiya partî û welatan heman demê de ji bo nasnameyek demokratîk sîstemên yek reng, yek netew, û yek al yên ku hene bîne cem hevdû. Kurd, Ereb, Amazix û partiyên ku beşdarê kongreyê bûn bi nasnameyeke demokratîk beşdarî nîqaşan bûn. Desthilatdarên ku dixwazin sîstemeke navendî careke din ava bikin li ser wî jî nîqaş hatin meşandin. Kesên ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin di kongreyê de hatin cem hev û ev jî gaveke girîng bû. ”

Ji 21 welatan beşdarbûna Kongreyê  çêbû û 4 rojan berdewam kir, armanca bingehîn ya  wê hevpeymaniyê çi bû?

Berya niha jî vê yekîtiyê li Misrê Kongreyek lidarxistibû û di wir de sîstema wê ya hûndirîn ji aliyê beşdarvanan ve hatibû erêkirin, da ko sîwaneke giştî çêbikin. Gava yekemîn bi çend partiyan dest pê kir, lê di vê Kongreyê de bûn 20 partî, 5 partiyêndin jî daxwazên wan hebûn ku beşdar bibin lê ne wek endam, bi beşdariya partiyan re her ku diçe yekîtî mezin dibe û daxwazên wan çawa bikaribin yekîtiya giştî partiyan bi hev re ava bikin. Di heman demê de komîteyên ku di nav de cîh digrin wek komîteya jin, ciwan û yên tevgerên sîyasî ku bikaribin bi hev re xebatê bimeşînin. Ji ber ku pirsgirêka jin, ciwan, ekolojî û aborî li hemû welatên cîhanê wek pirsgirêkeke bingehîn derdikeve holê,  ji aliyê desthilatdara ve binpêkirinên li ser mafê jin û mafê mirova tên kirin lazime tekoşîneke çawa bê kirin, ku bi hev re xebatek hevbeş bi ezmûnên demokratîk sûdê ji hev bigrin. Bi berfirehî li ser wan mijaran nîqaş hatin meşandin ku di pêşerojê de zehmetî û astengiyan derbas bikin. ”

Hûn hevgirtina Kurd û Ereban di Kongreya Cîhana Ereban de hûn çawa dinirxînin?

Di Rojhilata Navîn de hevgirtina Kurd û Ereban tekîliyeke ku bi hezarê salan heye û dimeşe, di encamê siyasetên ku hatine meşandin de xwestine ku hertim di navbera gelan de vegere şer û pevçûnan. Dema ku em behsa Netewa Demokratîk dikin ji bo ku ji nûve tekiliya Kurd Ereb, Sûryan, Tirk û hemû netew tekîliyên ku berya hezarê salan hebûn hatine windakirin, careke din vegerînin. Wekî nimûne kongreya ku bi navê Cîhana Erebî hat li darxistin de serokê ku hat hilbijartin Kurd bû. Di hemû semînerên ku hatin dayîn de balkişandin ser doza Kurd û mafê Kurdan, di heman demê de Kurdan jî di semînerên xwe de bal kişand ser doza Fîlîstînî û piştgiriya gelê Filistînî. Di milekî de gelek zehmetiyên ku derdikevin jî hene gelek hêzên ku naxwazên gel bên cem hev û yekîtiya xwe çêbikin derdikevin holê. Ji ber wî jî ev kongre bû wesîleya ku hemû partî ji nêz ve hevdû nas bikin, dîyalogên ku hatin çêkirin hîşt ku naskirineke xurt çêbibe. Di nîqaş û diyalogan de ji bo doza Kurd û gelê Filîstînê û tevahiya gelên bindest yek helwest bû. Kongrê zemîna yekîtiya gelan careke din ava kir.”

Yekîtî û rola jinan di kongreyê de çiqas hebû?

Di kongreyê de roleke girîng ya jinan hebû. Rewşa jin di pêvajoyên veguhez de taybet piştî şoreşê û Bahara Ereba qanûn û zextên ku ji aliyên kesan ve li ser jin hatibû ferzkirin û bandora wê ya li ser jin çiqas hebû, hatin nîqaşkirin. Ji welatên ku beşdarî kongreyê bibûn wek Tûnis, Urdin, Mixrib û Misirê jinan ezmûnên xwe û tundiya ku li ser jin tê ferzkirin guftogo kirin. 21 yek partiyên ku beşdarê Kongreyê bûn jin jî di hemû şandeyan de cîh girt û hebûna xwe nişan da. Roja yekem kongreya jin hat çêkirin û gelek nîqaş hatin meşandin. Di encamê de rêziknameyek ji bo xebatan hat erêkirin û bi hilbijartinan yekîtiya jin hat avakirin, berdevk hat derxistin, ev jî gaveke erênîbû ku li ser asta cîhana Erebî de yekîtiya jin bê avakirin û komîteya jin bê sazkirin. Di panelên ku hatin lidarxistin de hebûna jin hebû wek şandeya Rojava beşdarbûna me jî jê re çêbû di wir de me zêdetir bal kişandin ser tekoşîna jinên Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê tekoşîna YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê nimûneyek bû ji bo tevahiya jinan.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola jin ya di siyasete de li cîhanê dengvedaneke çêkiriye, gelo ev mijar bandorek çawa li cîhana Erebî kir?

Ezmûna ku jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bidestxistine ji bo welatên Ereban wek mînak hat destgirtin. Taybet şandeya ku ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî kongreyê bû di nîqaş û semîneran de bal kişand ser sîstema Hevserokatiyê ev jî ji bo wan tiştêkî nû û balkêş bû. Heman demê de hebûna jin di sazî û dezgehan de û destkeftiyên ku bi destê jin hatine bidestxistin di kongreyê de hat nîqaşkirin. Beşdarvanan diyar kirin ku modela Netewa Demokratîk ji bo wan mînakeke balkêşe ku di demên pêş de ezmûnên heyî bi rêya diyalog û nîqaşan bi hevdûre parve bikin nêrînên xwe yên fikrî û pîvanên xwe yên demokratîk li ser wê esasê bikin yek . Ji bo çareserkirina doza jin ezmûna Rojava li cîhanê û Rojhilata navîn rengeke çareseriyê ye. ”

Li ser rewşa Sûriyê,  Bakûr û Rojhilatê Sûriyê nîqaşên ku hatin meşandin çi bûn?

Di rûniştina yekemîn de semîner hatin lidarxistin, semînerên esasî li ser zehmetiyên doza Kurd li çar parçên Kurdistanê bûn, di projeya Netewa Demokratîk de gel heta çi astê bikaribin mafê xwe bi dest bixin. Mijara herê balkêş di hundirê Sûriyê de ezmûnên Rêveberiya Xweser û fikra Netewa Demokratîk bû, hevgirtina tevahiya pêkhateyan di Sûriyê de mijarên bingehîn yên nîqaşan bû. Ji aliyê beşdarvanan ve meraqeke pir mezin ji bo Sûriyê hebû heman demê de zehmetiyên ku li Sûriyê têne jiyankirin û astengiyên ji bo avakirina sîstemeke demokratîk di semîneran de balhat kişandin. Taybet tehdîdên ku ji aliyê hêzên derva û cemîatên îslamên radîkal yên ser desthilatdariyê û siyasetên ku li ser erdê têne meşandin. Me wek PYD’e ji bo endamtiya vê yekîtiyê bere jî daxwazkir ku tevlî bibin, hat qebulkirin ji 15 Partiyan bûn 20 Partî. Di demê pêşde emê hewil bidin di komîteyên ku hatine avakirin de cîhê xwe bigrin, ev yekîtî ji bo me pêngavek nû ye. Ji bo ku em bikaribin hê zêdetir tecrûbe û ezmûna xwe ya Rojava biwan re parve bikin. Deme pêş bi gelek welatan re hevdîtin û yekîtiyek xort hebe ku di hevpeymanên pêşerojê de îmzeyek me jî hebe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.