Birûc Resûl/Qamişlo
Rewşa çapameniyê li Tirkiyê rastî gelek zext û astengiyan tên, her wiha li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî sansur dewam dike û heta dawiya sala 2024`an de milyonek 264 hezar û 506 navê qad û malperên înternetê hatin astengkirin.
Çapamenî di ronîkirina civakan de roleke girîng dilîze û peywira venêrînê digire ser xwe. Ji ber vê rola xwe li welatên ku demokrasî li wan kêm e xebatkarên çapameniyê her tim di hedefa desthilatdaran de ne. Li van welatan desthilat destûr nadin ku çapamenî bi rola xwe rabe. Dixwazin ku çapemenî di xizmeta wan de be. Lewre ji bo vê yekê qanûnên çapemeniyê li gorî xwe diguherînin.
Çapememî rastî zext û binçavkirinê tên
Li ser vê bingehê, hemû desthilatdariyên serwer xwedî medyaya taybet in, bi şev û roj ji bo parastina vê desthilatdariyê dixebitin. Di encama siyaseta van desthilatdaran de roj bi roj medya di bin sîwana çapemeniya azad de rastî zext, zordarî û binçavkirinê tên. Her wiha şopandina bûyeran û gihandina zanyariyan bi giştî tên qedexekirin da ku li belavkirina lêkolînan û dosyayên gendeliyê rê bigirin. Ji ber vê yekê dema ku dezgehek medyayî bixwaze li Bakurê Kurdistanê û Tirkya kar bike, divê li gorî siyaseta partiyeke taybet kar bike. Di vê rewşê de jî divê ew alî di çarçoveyeke ku hatiye diyarkirin de kar bike.
Gelek malperên çapemeniyê ji aliyê dewleta Tirk ve tên girtin
Tirkiyê jî yek ji wan welatan e ku lê her tim hewldana kontrolkirina çapameniyê heye. Niha li Tirkiyê ji sedî 95 ji karê çapemeniyê di bin kontrola desthilatê de ye û rojnameger bi awayekî azad naxebitin. Rojnamegerên ku bixwazin xebatên xwe bi awayekî azad bikin, her di hedefa desthilatê de ne û bi zextên mezin xebatên wan tên astengkirin. Ji ber vê yekê li Tirkiyê roj bi roj azadiya çapameniyê paş dikeve. Di heman demê de gelek malperên çapemeniyê ji aliyê dewletên desthiledar ve tên girtin.
Rewşa çapemenî û rojnamavanan
Rewşa çapemenî û rojnamevanan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her tim rastî astengî, işkence, girtin û kuştinê tên. Di nav hemû welatên cîhanê de her tim di rêzên pêş de cih girtiye. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ji bo sala 2024-2025 raporek berfireh amade kiriye. Wekî her sal zext, êriş, girtin li Tirkiyê berdewam dikin. Gelek rojnameger hatine binçavkirin û malperên li ser mediya dijîtal hatine rawistandin, bi dehan ji wan rastî êrişan hatine û hatine girtin.
Weke ku binçavkirin û girtina rojnamegeran ne bes be, wêne û dîmen kişandina wan jî hat qedexekirin. Rêveberiya Giştî ya Polîsan giştînameyekê weşand û di çalakiyan de kişandina wêne û dîmenên polîsan qedexe kir. Li gorî vê giştînameyê rojnamegerên ku di çalakiyan de wêne û dîmenên polisan bikişînin dê derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin û ceza li wan bên birîn.
Heta niha di geleke çalakiyan de pênûs û lênûskên rojnamegeran di bin navê ewlehiyê de ji aliyê polîsan ve ji wan dihatin girtin. Bi vê giştînameyê êdî wê wênekêş û kamera jî ji rojnamegeran bên girtin. Çawa ku ji muxalefetê re dibêjin beyî rexnekirina polîtîkayên desthilatê hûn dikarin muxalefet bikin, bi vê giştînameyê jî ji rojnamegeran re dibêjîn ku hûn dikarin rojnamegeriyê bikin lê hûn nikarin amûrên ji bo rojnamegeriyê bikar bînin.
Milyonek 264 hezar û 506 navê qad û malperên înternetê hatin astengkirin
Li gorî hin malperan hat tekez kirin ku Rapora “EngelliWeb 2024” ku ji aliyê Komeleya Azadiya Îfadeyê (IFOD) ve hat weşandin, asta sansura înternetê ya li Tirkiyeyê raxist pêş çavan. Li gorî raporê, li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî sansur dewam dike û heta dawiya sala 2024`an milyonek 264 hezar û 506 navê qad û malperên înternetê hatin astengkirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku sansur êdî ne hewldaneke taybete, lê belê bûye parçeyek ji karê ji rêzê yê rêveberî û dadgeriyê.
Li gorî salan, hejmara qadên ku hatine astengkirin bi vî rengî ye:
2018: 347.445
2019: 408.494
2020: 467.011
2021: 574.798
2022: 712.558
2023: 953.415
2024: 311.091
Bi giştî 852 saziyên cuda û dadgehan bi milyonek 78 hezar û 348 biryaran weşan qedexe kirin.
Hin ji naverokên hatine qedexekirin bi vî rengî ne:
270 hezar navnîşanên URL
17 hezar hesabên Twitter/X
75 hezar tweet û parvekirin
25 hezar 500 dîmenên YouTube
16 hezar 700 parvekirinên Facebook
16 hezar parvekirinên Instagram
Çapemeniya Azad
Di Raporê de hat nîşan dan ku saziyên çapemeniya azad ên weke Ajansa Mezopotamya (MA), JINNEWS û ETHA bûne hedef. Hate ragihandin ku navê qadan ên van ajansan gelek caran hatin astengkirin û hesabên wan ên medya dîjîtal hatin girtin.
Rexmî van hemû zext û astengiyan jî rojnamegerên ku li şûna rêgezên desthilatê rêgezên gerdûnî yên çapameniyê ji xwe re esas digirin hene. Rojnamevanên ku li dijî neheqiyê deng derdixin, wê nehêlin ku rûmeta çapemeniyê bê binpêkirin.






