Dilîn Ehmed/Qamişlo
Îro 6`ê Îlonê ji bo pîrozkirina cejinê û xurtkirina têkiliyê civakî, gelê Êzidê berê xwe didin perestgeha Laleşlê, li ser her kevirê perestgehê mûm tên pêxistin û dua tê kirin.
Perestgeha Lalişê ku pîroztirîn cihê olî ye ji bo gelê Êzidî ye, ew îro xwe amade dike ku bi hatina cejna giştî a salane bi hezaran heciyan pêşwazî bike. Ev cejna ku heft rojên li pey hev di meha Îlonê de berdewam dike. Kurdên Êzidî ji herêmên cuda yên Iraqê, ji bo pîrozkirina cejinê, berê xwe didin Laleşê û bi duayan cejna herî girîng a olî û giyanî pêşwazî dikin. Koka vê cejnê vedigera bi sedhezarê sala.
Cejna giştî di nava Êzidiyan de weke Cejna Cemayê weke heca Êzidiyan tê naskirin. Ew di van rojê cejinê de li Laleşê de hecî peymana xwe ya giyanê ya bi Xwedê re nû dikin û girêdana xwe ya bi Melekê Tawis re ku melekê sereke ye bi baweriya xwe dubare dikin.
Cejin ne tenê ji aliyê Êzidiyan ên Şengal, Duhok, Zaxo û Şêxanê tên pîrozkirin, herwiha ji welatên Ewropayê yên weke Elmanya, Swêd û Holandayê jî li Laleşê tê pêşwazîkirin. Ev yek jî weke derfeteke ku gelê Êzîdî li hev bicivin. Bi vî rengî cejin dibe bûyereke olî û civakî ku îbadetê û nasnameyê dike yek.
Merasîmên ku di nav hefteyekê de dirêj dibin
Roja yekem: Paqijkirina bi avên pîroz, şahî dest pê dikin, li Kaniya Spî (ava spî) û buhara Zamzam ku her du jî kaniyên pîroz in li Lalişê. Ev yek weke wesîleteke paqijkirina xwe ji gunehan û ketina rewşa paqijiya giyanî tê dîtin.
Roja duyemîn: Roja ronahî û tewafê ye ku hewşên perestgehê dibin şahidê ronahiya bi sedan mûmên ku ji aliyê heciyan ve tê pêxistin. Di baweriya Êzdiyan de ronahî semboleke xwedayî ye da ku xerabiyê dûr bixe û aştiya hindirîn pêk bîne. Piştî wê hecî berê xwe didin mezargeha Şêx Udeyî Bin Musafir, ku bi damezrandina bingehên baweriya Êzdiyan di sedsala 12`an de hatiye danîn û li wir hecac ji bo pêkanîna daxwziyan, sê caran li dora perestgehê digerin.
Di roja sêyem de: Yek ji girîngtirîn roje ku li ser hecacan parçeyên biçûk ên cilên pîroz tê belavkirin li gorî baweriya heciyan wek sembola parastinê li malên xwe bi cih bikin. Herwiha nanê bi navê Sîmatê tê naskirin tê pêşkêşkirin ku wek xwarineke pîroz tê dîtin ku weke wateya ruhî pêk tîne.
Roja çaremîn: Şahî bi sirûdan ji aliyê dengbêjên olî ve, tê destpêkirin. Ew sirûd ji aliyê mêran ve bi rîtma dahol û bilûran re tê xwendin. Herwiha bi xwendina sirûdan û lixistina li dahol û bilûran ji aliyê jin û mêran ve koma giştî ya ku bi navê ‘Esiman ‘ tê naskirin govendeke golover tê gerandin. Ev yek jî ji wan re weke tevgera gerstêrkan sembolîze tê pênasekirin.
Di roja pênç û şeşande: Li hewşên perestgehê pez tên serjêkirin û goştê wan li xizan û ziyaretvanan tê belavkirin. Ev jî nîşan dide ku xwe nêzî Xwedê dike û nirxên dayînê zêde dike.
Roja heftemîn: Roja encamdayîn û bilindkirina alê ye, ala pîroz ya olî ye ku Qralê Tawus temsîl dike. Herwiha li perestgeh ji aliyê hecacan li ser kevirê reş yê bi navê (Bazimya) rûn tê rijandin ev jî sembola nûbûna giyanî nîşan dide.
Ev cejin ne tenê bi aliyê olî ve sînordar e, Êzidî dixwazin vê cejnê ji bo nûkirina têkiliyên malbatî, çareserkirina nakokiyan û zêdekirina nirxên jiyana bi hev re bi kar tînin. Cihê Laleşê gelek caran dibe şahidê hevdîtinên di navbera malbatên ku bi koçberî an jî cihûwariyê veqetiyane, cejinê ji bo xwe weke xurtkirina civakî mîna derfetê dibînin.
Dilê giyanî yê Êzîdiyan
Perestgeha Laleş li newaleke çiyayî ya girêdayî navçeya Şêxan ya bakurê Iraqê ye ku bi qasî 60 kîlometreyan dûrî bajarê Dihokê ye di nava çiya û newalên kesk ve dorpêçkirî ye. Cihê wê yê xwezayê di dilê mirovan de, hesta aramiyê diçîne.
Laleş weke perestgeha herî pîroz a Êzidiyan tê dîtin ku dîroka wê vedigere serdemên berê, lê belê girîngiya wê bi veşartina Şêx Udeyî Bîn Mûsafir. Ji wê demê û vir ve perestgeh bûye navendeke giyanî û cihê hecê.
Di perestgehê de çend nîşaneyên olî yên navdar jî hene wek: “Mezargeha Şêx Udeyî Bin Musafir, meqseda sereke ya heciyan, Kaniya Sebî û Zemzem, kaniyên pîroz ji bo paqijkirinê û Bazmiya (Kevirê Reş), cihê rijandina rune: Herwiha perestgehên navîn ên ku li tevahiya newalê belav bûne, di rojên cejinê de tên ziyaretkirin.”
Tişta balkêş ya perestgehê rengê wê spî û şiklên avahîkirina wê ku Êzîdî bawer dikin ku sembola tîrêja rojê ye. Newal ku Laleş tê de hatiye avakirin, girêdana kûr a di navbera xweza û baweriyê de nîşan dide.
Ji ber belavbûna Êzîdiyan li hemû cîhanê, cejin salane ji bo gelên li Ewropa, Rojhilata Navîn û Amerîkayê dijîn tê lidarxistin. Beşdarbûna ji aliyê wan ve wekî wesîleyek tê dîtin da ku nasnameya xwe ya olî biparêzin û kevneşopiyan bi nifşên nû re parve bikin.





