Esma Mistefa/Qamişlo
Yek ji pirtûkxaneyên herî mezin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Pirtûkxaneya Weşanên Şilêr li Bajarê Qamişlo hat vekirin. Ev pirtûkxane ji pirtûxaneyekê wêdatir henaseyek rihet ji zanist, edabiyat û afrîneriyê ye.
Bi beşdarbûna bi sedan ji rewşenbîr, nivîskar, tevger, rêxistinên jin û destgehên Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo. Yek ji mezintirîn pirtûkxaneyên Weşanên Şilêr hat vekirin.
Deqeyek rêzgirtin li ser giyanên Şehîdan hat sekinandin û piştre axaftinên destpêkê ji aliyê Endamê Meclisa rêveber a weşanên şilêr Raman Hisê, Endamê Komîteya Rêveber cîger Efrîn be hatin kirin. Piştî axaftinan ji aliyê Koma kevneşopî ya navenda Dîcle a Dêrikê ya stranan dengbêjî hatin pêşkêşkirin.
Têkildarî vekirina pirtûkxaneyê, naverok û armanca wê yek ji Rêveberiya Weşanên Şilêr Fîdan Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
Fîdan di destpêkê de bal kişand ser guhartinên ku di Şilêr de hatine avakirin û wiha got: “Weşanên Şilêr îsal bi gelek guhartin û projeyên nû derket pêş. Berê navê wê weşanxaneya Şilêr bû lê îsal bû Weşanên Şilêr her wiha logoya wê hat guhartin di heman demê de pirtûkxane bi gelek prtûkên cihêwaz û zengîn hat dagirtin. Da ku em bikaribin ji xwendekar re bibin kêliyek ji bêhnvedanê me Kaffê ji bo kesên bixwazibin bixwînin vekir. Bi rêya pirtûkxaneya Şilêr me xwest em atmosferekî guncaw ji bo xwendin û teşwîqkirina wê avabikin”.
Yek ji mezintirîn û zengîntirîn pirtûkxaneyan
Fîdan girêdayê naveroka pirtûkxaneyê de wiha got: “Ji 2017’an ve û heyanî niha nêzî 800 prtûk hatiye çapkirin, her wiha wê îsal 70 pirtûk di demên pêş de bên çapkirin. Wê navber me û Mazepotamiya de 7 pirtûk li Şamê jî bên çapkirin. Di prtûkxaneya Şilêr de zêdetirî 7500 pirtûkên ji bo xwendinê hene, her wiha yên ku bên firotan jî hene ew jî zêdetirî 8 hezar pirtûk e lê tenê pirtûkên ji weşana Şilêr derketine ye. Beşên pirtûkxaneyê wiha ne (felsefî, zanistên civakî, roman, helbest, çîrok, lêkolînên wêjeyî, lêkolînên rexnegirî, şînwar û hwd). Di pirtûkxaneya Şilêr de gelek ziman hene weke (Kurdî, Erebî, Zazakî, Ingilîzî û Soranî, Elmanî, Tirkî û Firansî). Di pirtûxxaneya Şilêr de sîstema ku pirtûk were dayîn nîne, yê ku bixwaze bixwîne li pirtûkxaneyê dikare bi saetan bixwîne”.
‘Pirtûk, qehwe û muzîk bi hev re bikin yek’
Fîdan di dawiyê de taybetmendiya Pirtûkxaneya Şilêr anî ziman û got: “Armanca Şilêr ji damezrandina vê projeyê ew e ku xwendinê teşwîq bike û hawîrdorek guncaw peyda bike ku pirtûk, qehwe û muzîkê bi hev re bike yek. Her wiha ew armanc dike ku ji bo xwendekar, rewşenbîr û kesên ku bi wêje û ramanê re eleqedar dibin, qadeke çandî biafirîne, hawîrdorek ji bo fêrbûn û nivîsandinê pêş bixe. Her wiha wê tê de şevên helbestan, îmzekirina pirtûkan û nîqaşên rewşenbîrî li dar bikevin. Di heman demê de em dizanî ku ev binasazî berê weke cihê rêjîma Sûriyê a çandê dihat bikaranîn. Me xwest ew masaya ku hatiye kuştin, dîwarên ku ji xwendinê sêwî mabûn û nedihêştin zanist û afrînerî pêş bikeve, ji nû ve ava bikin ku hemû nivîskar, rewşenbîr, xwendevan û xwendekar lê bicivin”.






