Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekîtiya gelan wê bi ser bikeve

04/09/2025
in ROJEV
A A
Yekîtiya gelan wê bi ser bikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Elî Roj

Di serî de pêvejoya aştî û civaka demukratîk a ku Rêber Apo daye destpêkirin, bi rengekî giran pêşve diçe û di rewşa Rêbertiyê de tu guhertineke nû çênebûye, ev yek jî raste rast bandora xwe li ser pêvejoyê dike. Ji milekî din ve jî êrişên dewleta tirk li ser qadên berxwedanê û deswerdanên wê li sûriyê û bi taybet jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn berdewamin û li pêşiya pêşveçûna pêvejoyê astengiyan ava dike û derfet nade ku pêvejo gav bi gav pêşve biçe. Herwiha guhertinên ku li heremê bi giştî û li Sûriyê bi taybet diqewimin, hîn bêtir giringiya pêvejoya aştî û civaka demukratîk a ku Rêber Apo daye destpêkirin radixîne ber çavan. Lê ger ku ev pêvejo bi encam nebe û herkes erkê xwe pêkneyîne wê li heremê şer û pevçûn gurtir û girantir bibin.

Hatina hikumeta veguhêz a Sûriyê li ser desthilatê û ji ber ku ev hikumet ne bi vîna gel û ne bi şoreşeke gelerî pêkhat. Berûvajî vê yekê ev hikumet çêkiriye û bi piştevaniya hin hêzên cîhanî û heremî derket pêş û helbet erkê wê ew e, ku di serî de planên van hêzan li Sûriyê û heremê pêkbîne.

Li gorî ku tê xuyakirin li sûriyê pirojeya herkesî heye û hemû hêz li ser xaka Sûriyê ji bona pêkanîna planên xwe bênavber dixebitin. Li holê tenê ji bona gelê Sûriyê tu pirojeya van hêzan tuneye, lê yê ku fatûreya vê yekê jî dide gelê Sûriyê ye. Komkujiyên li ser gelê Elewî, Durzî, Xiristiyan û gefên li ser Kurdan vê yekê radixe ber çavan. Di serî de hikumeta veguhêz a Sûriyê û hêzên heremî û cîhanî dixwazin pirojeyên xwe bi vê hikumetê bidin pêkanîn û ji bona wan ya giring ew e. Gelê Sûriyê çi bi serê wî tê ji bona wan ne giringe, komkujiyên ku pêkhatin û ne cezakirina sûcdaran isbata vê yekê ye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa heyî heyanî astekî henekî cudaye û hemû hewildan ewin ku li seranserî Sûriyê şer bi dawî bibe û çareseriyeke bingehîn û mayinde ji bona alûziya Sûriyê pêkwere. Damezrandina konferansa Yekhelwesta pêkhateyan û tevlîbûna hemû pêkhateyên ku li ser axa Sûriyê dijîn ji konfiransê re û bi yek dengî dema ku daxwazên xwe ji bona sistemeke nenavendî ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê cihê xwe têde bigrin anîne ser ziman isbata vê yekê ye. Serkeftina konfiransê, serkeftina kar û xebata salên dirijî ya rêveberiya xwesere û serkeftina pirojeya netewa demukratîk û biratiya gelan e.

Ger ku henek alî li dijî damezrandina vê konfiransê derketin jî, sedemê wê ew e, ku plan û pirojeyên wan têk diçin, ji ber vê yekê heme ketin nav liv û tevgerê ji bona astengkirina hevdîtinên ku wê di navbera hikumeta veguhêz ya Sûriyê û rêveberiya xweser de çêbibin û di serê van hêzan de jî dewleta tir tê.

Hemû komkujiyên ku li seranserî Sûriyê rûdan destê dewleta Tirk têde heye û yê ku dixwaze di nava pêkhateyên Sûriyê de şerekî navxweyî biqewime, dewleta tirk e, û yê ku naxwaze aramî, aştî û çareserî li Sûriyê û tevahiya heremê pêkwere dewleta tirk e.

Şerê teybet û derûnî yê ku li ser gelê Sûriyê tê meşandin û hewildanên derxistina fitne û parçebûnê di nava eşîran û hemû pêkhateyên Sûriyê de, ew jî bi destê dewleta tirk û çeteyên wê tê meşandin. Dewleta tirk texmîn dikir ku bi pêvejoya aştî û civaka demkukratîk a ku Rêber Apo daye destpêkirin wê tevgera azadiyê lawaz bibe û li her derî çekên xwe deyne û bi vê yekê jî wê bikaribe li herderî planên xwe bi cî bîne û tevgerê tesfiye bike.

Angu li milekî zimanê çareseiyê bikar tîne û li milekî din jî dixwaze tevgera azadiyê tesfiye bike, lê dema ku ev yek pêknehat, êrişên xwe li ser qadên berxwedanê nerawestandin û li Sûriyê jî dixwaze bi hemû rê û rêbazan şerekî navxweyî di navbera gelan de derxîne holê û destkeftiyên rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji holê rake.

Di konfiransa yekhelwesta pêhateyan de hemû pêkhateyan daxwazên xwe ji bona Sûriyeke nenavendî bi rengekî işkere ji bona siberoja Sûriyê anîn ser ziman. Herwiha ji bona ku alûziya Sûriyê bi dawî bibe û dawiya komkujî, qirkirin, şer û pevçûnan li Sûriyê were pêwîste gelê Sûriyê tev bikeve di nava seferberiyê de û li hemberî hemû hêzên ku dixwazin ax û gelê Sûriyê ji bona berjewendiyên xwe bikarbînin yekîtiya xwe pêkbînin û destkeftiyên xwe biparêzin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.