Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Bi vîna ciwanan em ê, Sûriyeke pirreng û ne navendî ava bikin”

04/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
“Bi vîna ciwanan em ê, Sûriyeke pirreng û ne navendî ava bikin”
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevseroka Mecilsa Ciwanên Sûriya Demokratîk MSD’ê Nadiya Yûsiv diyar kir ku lidarxistina kongireya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokartîk xwedî girîngiyeke mezin bû û got, “Armanca bingehîn a lidarxistina kongirê ew bû ku ciwanên Sûriyê di avabûna siberoja Sûriyê de û bi rengekî aktîf cihê xwe bigrin.”

Di1’ê Îlonê de 3’emîn kongireya Mecilsa Ciwanên Sûriya Demokratîk MSD’ê bi dûrişmeya “Bi vîna ciwanan em ê guhertinê ava bikin û yekîtiyê pêk bînin, ji bo Sûriyeke pirreng û nenavendî” li bajarê Reqayê hate lidarxistin. Di derbarê mijarê de Hevseroka Mecilsa Ciwanên Sûriya Demokratîk MSD’ê Nadiya Yûsiv ji Rojnameya me re axivî.

‘Lidarxistina kongirê gaveke giring bû’

Nadiya Yûsiv anî ziman ku Mecilsa Ciwanên Sûriya Demokratîk 1’ê Îlonê kongira xwe ya  3 emîn bi dûrşmeya “Bi vîna ciwanan em ê guhertinê ava bikin û yekîtiyê pêk bînin, ji bo Sûriyeke pirreng û nenavendî” li bajarê Reqayê lidarxist û wiha got: “ Armanca me ya bingehîn ji darxistina kongirê ew bû ku em weke ciwanên Sûriyê bibin berisv ji bo alûziya Sûriyê û ji hemû milî ve pêşengiya civakê bikin û hertim di nava têkoşînê de bin. Armanc ew e, ku em bibin sîwaneke siyaî ji ciwanên Sûriyê re, anî jî ji tevgerên heyî re, ji ber vê yekê lidarxistina kongirekî bi vî rengî xwedî girîngiyeke taybet bû.”

Biryarên kongirê

Nadiya axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji sala 2019’an de kongira mecilsa Ciwanên Demokratîk nehatibû lidarxistin. Pêvejoya ku em niha tê re derbas dibin, pêvejoyeke dîrokî ye. Herwiha weke Mecilsa Ciwanên Sûriya Demokratîk pêwîstî dît ku gavên hîn mezintir bavêjin. Di heman demê de, biryarên ku di kongirê de hatine girtin ya yekemîn  mecils li gorî pêvejoya ku Sûriyê tê re derbas dibe bê avakirin. Herwiha di aliyê rêxistinî de xebatên hîn berfirehtir werin meşandin. Hem di aliyê perwerde, lidarxistina kom xebat, kom civîn û hwd.. Ji bo ku ciwan bibin xwedî îrade, herwiha da ku ciwan bibin bersiv ji bo alûziya ku niha sûriyê tê re derbas dibin. Di heman demê de, em weke mecilsa ciwanên Demokratîk bibin pirek, ku hemû ciwanên Sûriyê yekîtiya wan pêkwere. Di biryara kongirê de ev yek hate diyarkirin, lewma di aliyê jinên ciwan de xebatên taybet wê werin kirin; di serî de xebatên perwede, çalakî û xebatên jinên ciwanên Sûriyê bên lidarxistin. Li ser vî bingehî xalên herî bingehîn û biryarên kongirê yên ku hatin girtin, ev yek bûn.” Nadiya Yûsiv axaftina xwe wiha domand: “ Di kongira Mecilsa Ciwanên Sûriya Demokratîk di 1’ê Îlonê de, biryar ew bû ku hemû rêxistin, tevger û kesên serbixwe yên ciwan bi yek reng û dest, ji bo Sûriyeke Demokratîk û ne navendî xebatên hîn zêdetir bidin meşandin. Ev yek jî xwedî girîngiyeke pir mezin e.”

Hevseroka Mecilsa Ciwanên Demokratîk a MSD’ê Nadiya Yûsiv axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Bi riya lidarxistina vê kongirê ciwanên Sûriyê tevahî hemfikirbûn ji bona siberoja Sûriyê û bi hev re biryara ji nûve avakirinê û yekîtiyê girtin. Herwiha xwedî derketina li pêkanîna biryarên ku di kongireyê der derketin holê jî erkê hemû ciwanan ne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.