Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Heyva Sor a Kurd bi alîkariya xelkên Siwêdayê peyameke hêviyê dide’

03/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Heyva Sor a Kurd bi alîkariya xelkên Siwêdayê peyameke hêviyê dide’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Hevseroka Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Hediya Abdullah destnîşan kir ku Heyva Sor a Kurd û bi alîkariya navenda Al-Emel  ji 30’ê Tebaxê ve ji bo dermankirina nexweşên penceşêrê yên Siwêdayê dest bi Şandina alîkariyê kiriye.

Ji ber bûyerên bi xwîn û ambargoya ku ji 13’ê Tîrmehê ve li Siwêdayê hatiye danîn, derman gelekî kêm bûne û tevgera çûn û hatinê ya ji bo tedawiyê ber bi Şamê û parêzgehên din asteng bûne. Di encamê de nexweşên penceşêrê zehmetiyan dikişînin ku jiyana dixe xetereyê. Nexweșên penceșêrê li Siwêda rastî metirsîyek mezin ser jiyan xwe tên, ji ber șerê ku li wir rû da û dorpêça li ser herêma Sweyda û qutbûna riya navbera wan û Dimeșq de, ku tenê li wir ew karin derman ê xwe yê taybet bibin.

Ji bo vê jî Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Navenda Pijîşkî ya El Emel û Navenda Dermanan a El Munzir li Siwêdayê, xizmetên xwe yên belaş ji bo nexweşên penceşêrê berfireh dike. Piştî ku Navenda Pijîşkî ya El Emel meha borî destpêşxeriyek girt ser xwe da ku dermankirina belaş ji nexweşên penceşêrê re û muayeneyên pêwîst ên pijîşkî û cihê mayînê ji bo nexweşan ji ber nekarîna wan a sefera Şamê peyda bike. Girêdayî vê mijarê Hevseroka Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Hediya Abdullah ji Rojnameya me re axivî.

‘Ji 30’ê Tebaxê pê ve me dest bi dermankirina nexweşên penceşêrê kiriye’

Hevseroka Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Hediya Abdullah anî ziman ku ew ji 30’tebaxê ve Heyva Sor a Kurd dest bi şandina alîkariya ji bo nexweşên penceşerê yên li Siwêdayê kirine û wiha got: “Li Siwêdayê nexweşên penceşerê zêde bûne û ji ber tunebûna derman rewşa nexweşan xerab bûye, ev nexweș niha yên herî ku metirsî ser jiyan a wan heye, di vê dorpêça ku ew têde ne. ji ber vê yekê Heyva Sor A kurd hewil dan ku xwe bighînin van nexweşan ku karibin alîakriya wan bikin û derman ji wan re peyda bikin. Heyva Sor A Kurd Heyva Sor a Kurd bi kordinasiyon bi çend aliyan li derve û Hindur ê Siwêdayê, karîbû alîkariyan ji bo derman ên taybet ji wan re peyda bike tev piștigireiya tendûristiya ya wekî din. Wan karîbûn xwe bighînin nevendin li Siwêdayê weke Navenda El Emel ku alîkariyên diravî ji wan rê kirin ji dermanan ji nexweşan re peyda bikin, heriwha xizmetên tendurustî yên belaş ji wan re pêşkêş bikin.”

‘Em rewşa nexweşên Penceşerê dişopînin’

Hediya Abdullah destnîşan kir ku ji siwêdayê gelek bangewazî hatin ji bo alîkariya nexweşên penceşerê, ji ber ew ketin rewşeke xerab de û wiha got: “Ji bo alîkariya nexweşên penceşerê me bi hevkariya Navenda bijişkî ya El Emel li Siwêdayê me karîbû dermanên pêwîst peyda bikin û xwedî li van nexweşan derkevin ji aliyê tenuduristî ve, ku me karîbû alîkariya hejmarek baş ji nexweşan bikin. Em weke Heyva Sor A kurd karîbûn ji wan re alîkariyên diravî peyda bikin û bişînin Siwêdayê û li wir Navenda El Emel li ser peydakirina derman û dozên kîmyoterapî û lênêrîna tenduristiyê bisekinin û hewil bidin ku bi giştî nexweşan bibin alîkar. Ev dermanên ku hatine peyda kirin herî kêm wê ji 2 mehan heta 3 mehan besî nexweşên penceşerê siwêdayê bin, em ê rewşê heta wê demê bişopînin ku me dît ku hê jî derman û lênerînên tendurustiyê ji wan re pêwîst e em ê vê pêngava xwe berdewma bikin.”

Hevseroka Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd Hediya Abdullah axaftina xwe wiha dawî kir: “Heta em karbin em ê ji bo xelkên xwe yê Siwêdayê alîkariyên pêwîst peyda bikin, lê belê gelek zehmetî derdikevin pêş, ji ber ku rê li ber Heyva Sor A kurd girtiye ku têkeve Siwêdayê ji ber vê vî em bi hevkariya hin rêxistinên mirovî ên li Siwêdayê hewil didin ku alîkariya xelkên xwe yên Siwêdayê bikin û em ê berdewam bikin, ji ber ev înîsiyatîfa mirovî nirxên herî bilind ên hevgirtin û berpirsiyariya hevbeş nîşan dide û di şert û mercên herî dijwar de peyamek hêviyê dide.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.