Hemza Sêvo/ Qamişlo
Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan cihên dîrokî ku dîroka wan vedigere hezarên salan, hene. Her cihek xwedî şarestanî, nirx, çand û dîrokeke. Ji van cihên şûnwariyê û Dêra Suryanî û Keleha Ceiber e.
Dêra Suryanî:
Dêra Suryanî yek ji nîşaneyên şûnwarî ye ku gewrebûna dîroka Minbicê ya kevin dide nîşandan. Herwiha ew mîna cewherekê ye ku mîrata xwe vedibêje. Ev dêr û sûrê derdora wê li taxa Sînaa ya li nîva Minbicê dikeve (li nav taxên tije milet û jiyan). Ji vê taxê re taxa Pîzentî tê gotin. Dema împiratoriya Romanî ket dînê Xiristiyanî, ev ol li ser destê Împiratorê Romanî, Qistentîn li vê herêmê belav bû. Di encamê de cihên gawirtiyê û hemû gorên heyî bûn mezargeh û paşê dêr. Ev yek jî girîngiya wan kesên jiyana xwe ji dest dan, dide diyarkirin, nexasim di qonaxa belavkirina olê ya bi dizî de. Qistentîn, hemû kevneşopiyên girêdayî efsane, rêûresmên kevin ên girêdayî gawirtiyê ji holê rakirin û li şûna wan dêr bi cih kirin. Ev dêr jî mezargehên Xiristiyaniyê ne ku wan di destpêka ola Xiristiyanî di bin sîwana Romanan de jiyana xwe kirin qurban.
Keleha Ceiber:
Keleha Ceiber di hindirê giravê de Ii aliyê çepê yê Çemê Feratê li Reqayê dikeve. Nêzî 15 kîlo metreyan dûrî bendavê ye û 50 km dûrî bajarê Reqayê ye. Herwiha li Gola Tebqayê ya ku di sala 1975’an de hatiye avakirin, dinêre. Keleh li ser zozanekî klisînî yê sist hatiye avakirin, bilindahiya wê ji asta deryayê digihêje 347 metreyan. Teşeyekî dirêjînî yê vê kelehê heye û dirêjahiya wê ji bakur heta başur 320 metre ye û ji rojhilat ber bi rojava 170 metre ye. Du sûrên mezin wê dorpêç dikin, yek ji hindir ve û ya din jî ji derve de ye û tenê bi çend metreyan dûrî hev in ku di navbera herduyan de koridorek tê teşekirin û gelek burcên berevaniyê digre nava xwe ku ji 35 burcan zêdetir in. Hin Ji wan çargoşeyî ne û hin nîvşeşgoşe û nîvheştgoşeyî ne û hinên din nîvgirover in. Bi domana dîroka xwe du nav li xwe hilgirtiye: Di dema berî Islamê de Doserî bû û Caber di çerxa pêncem a koçî/ yazdehem a zayînê bû.





