Birûc Resûl/Qamişlo
Selwe Ehmed diyar kir ku Akademiya Civaka Demokratîk di qada perwerdeya civakî di herêmê de xwedî rol û girîngiyeke mezin e û wiha got: “Perwerde û xebatên fikirî li ser esasê azadiya jin, demokrasî û ekolojî tên dayîn.”
Akademiya civaka demokiratîk di 6`ê meha 2013’an de hat vekirin. Kongireya yekemîn bi navê Nûrî Dêrsimî li bajarê Amûdê hat lidarxistin. Piştî konfiransa yekemîn navê wê hat guhertin û ji navnenda Nûrî Dêrsimî bû Akademiya ronakbîrî û ramanên azad. Piştre bi navê Akademiya Civaka Demokiratîk hat ragihandin û tespîtkirin. Şaxên akademiyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin.
Akademiya Civaka Demokiratîk ji dema damezrandina wê heya roja îro li ser bingeha civakeke exlaqî, siyasî û di bin diruşmeya ronîkirin û azadkirina civakê hatiye avakirin. Akademî bi perwerdekirin û avakirina kesayetên civakê hatiya avakirin. Li ser vê bingehê jî kar û xebatên ku akademî dide meşandin ew e ku tevahî civak, pêkhate, endam û kesayetên xwende û nexwende yên di nava civakê de di perwerdeyê re derbas bike û wan li ser remanê azad pêşbêxe. Herwiha zanebûn û perwerdekirin bingeha avakirina mirovan ne. Ji dema destpêkirina Şoreşa Rojava heta roja îro Akademiya Civaka Demokiratîk roleke pir girîng di nava civakê de lîstiye. Ev pêşketin jî bi çavan tên dîtin û di nava civakê de guhertinên ku hatine çêkirin di milê pêşxistina hizrê ku bi salan di serê civakê de hatibû rûniştin û guhertina wê pêkanîn. Hişmendî û fikirê netewperestî, olperestî, nijadperestî ewqas di nava civakê de hatiye rûniştin, bi saya Şoreşa Rojava ya ku li ser bingeha azadiyê hatiya avakirin, Akademiyên Civaka Demokiratîk dikarîbûn vê rolê bi awayekî serkeftî bilîze.
Di derbarê kar û xebatên Akademiya Civaka Demokratîk, Kordînasiyona Adademiha Civaka Demokiratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selwe Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

‘Perwerde li ser 3`ê qonaxa tê dayin’
Selwe Ehmed diyar kir ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde li ser 3 qonaxan tê dayin û wiha got: “Ji bo kar û xebatên me yê li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê me 7 kordinasyon destnîşan kirin, da ku karê Akademyên li Firatê, Cizîrê û Helebê pêk bînin û bi awayekî serkeftî were bi rêvebirin. Em dixwazin karê xwe bi awayek piratîkî û baş birêve bibin. Di akademiyên me yê Civaka Demokiratîk de herî zêde em girîngî didin gotinên Rêber Apo, em her dem dixwazin fikrê Rêber Apo di nav gel û civakê de vejîn bikin. Her wiha Akademiya Civaka Demokratîk her pêkhateyek di nava xwe de dihewîne û qebûl dike, em cûdahî nakin navbera tu kesî de. Armanc ji vê yekê perwerdeyeke îdolojîke û danasîna Netewa Demokratîk ji tevhî civakê re ye. di akademiyê de jî sê qonax hene, qonaxa yekemîn ji bo ew kesê ku cara yekem tevlî kar û xebatê me dibin û pêwîstiyê wan bi fikir û fesefeya Rêber Apo heya ku karîbin bingehek ji xwe re bidin avakirin, ev perwerde jî li ser asta mehekê tê dîtin, her wiha qonaxa dûyemîn jî ji bo ew kesên ku hîn zêdetir xwe aliyê îdeolojîk de kur bikin û li gor asta wan fesaziyan wan li cihên guncav tên cêkirin ji bo rêvebirina kar û xebat, belê di qonaxa duyemîn de jî perwerde li asta 45 rojan û girtî tê dîtin, di heman demê de qonaxa sêyemîn jî li ser asta sê mehan tê dîtin û di vê qonaxê de li ser esasê îdeolojîk û hem jî jiyanî perwerde tên dayin, di encam û derçûna qonaxa sêyem de, kadiroyên Civaka Demokrat tên destnîşan kirin da ku ew kes bikaribin ji bo civakê bibin mînek.”
‘Perwerde bi awayekî diyalogî tê dayin’
Selwe da zanîn ku dersên di Akadimiyê de tên dayîn girîngin û wiha pêde çû: “Dersên ku li Akademiyê tên dîtin, pir girîngin ji bo avakirina kesayeta mirov, herî zêde em bal dikşînin li ser civakeke demokratîk. Her wiha dersên Jineolojî tên dayîn ji ber ku civaka bêy rêvebirina jin nabe civakek saxlem. Di bernameya Akademiyê de spor heye, li hev kombûyîn û jiyanek hevbeş heye. Heye ji me tê em dixwazin ku jiyanek hevbeş û komînal di navbera kesên di akademiyê de ava bikin, da ku ev kesên ku perwerde dibînin, karîbin civak jî li ser vê esasê perwerde bikin. Her wiha her dersek komisyonek wê heye û bi şêwazekî pispor dersên xwe şîrove dikin da ku peyamek raste rast bighînin kesê hazir. Dersên ku tên dayîn jî bi awayê diyalogî tê dîtin ji ber ku dema mirov şêwazê wî/wê yê diyalogî pêş dikeve dikare gelek serkeftinan di jiyanê de pêş bixwîne. Bê guman ji bilî dersên îdeolojîk jî, wekî film, sinefiziyon û belgefilm tên temeşekirin. Di heman demê de pêşbirk jî di akademyê de tên çêkirin ev pêşbirk jî ji pareznameyên Rêber Apo agahî tên derxistin, ev jî ji bo pêşxistina asta kesên di akademiyê de ye.”
‘Em dixwazin wekhevî û civakeke demokratîk ava bikin’
Selwe Ehmed destnîşan kir ku ew dihêlin kesê di akademiyê de bibe xwedî berpisyarî û xwedî bawerî û doman: “Em her dem dixwazin ku hevalên di akademiyê de fêrî berpisyariyê bikin, da ku ji xwe bawer bin û bikarîbin di her civakekê de xwe îfade bikin. Girîngtirîn jî ew e ku jin wateya xwe nas bike û li pêşiya zilamê serdest bibe bersiv. Em dixwazin di her alî de wekheviyekê çêbikin û civakeke demokratîk ava bikin. Dema ev kesên di akademiyê de derdiçin erk ew e ku em wan bişopînin û encama perwerdeya wan bibînin. Bê guman di perwedeyên me de jî hemî pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî dibin, akademiyên me ne tenê ji bo pêkhateyên kurdin. Yek ji armancên perwerdeyên me ew e ku çawa hemî pêkhate bi hevre jiyan bikin û hezkirinê di nava xwe de mezin bikin.”
‘Di salê de nêzî 4 dewreyên sê mehan tên vekirin’
Selwe Ehmed di dewamiya axaftina xwe de wiha got: “Her dem em hewil didin ku pergala xwe ya akademiyê baş birêve bibin. Hijmara kesên tevlî perwerdeyan jî dibin pir başin. Di salê de nêzî 4 dewreyên sê mehan tên vekirin û di hundirê her dewreyekî de jî hijmarek baş ji civakê tevlî dibin. Dewreyên tên dîtin jî bi 2 zimanan tê dayin, ziman Erebî û Kurdî û niha jî asta me ya wergerê baş bûye di hundirê her perwerdekê jî wergera ziman heye. Her wiha perwerdeyên me yên 45 rojan, di vê salê de kêm hatin vekirin, ew jî ji ber rewşa ewlehiyê.”
Girêdayî Akademiya Civaka Demokiratîk; Navenda Lêkolînan
Selwa da xuyakirin ku girêdayî akadeniya Civaka Demokiratîk navenda wan a Lîkolînan heye û wiha bê de çû: “Di navendê me yê lîkolînan de, di her 6 meh carekê de kovar derdikeve, di naveroka wê kovarê de hemî mijarê lêkolînê ne, mîna hevpeymana civakî, lozan, şaredarî, hunerê rêveberiyê û hwd.. beş beş gotarên wan tê nivîsandin. her wiha li ser mijarên tên lêkolîn kirin jî, wekî civîn tê li darxistin û wiha tê parvekirin. Bê guman her hefte gotar tê nivîsandin, di heman demê de fîlmê animasyonjî tê çêkirin, ew film jî li ser Rêber Apo, şehîdan û Şoerşê tên hazir kirin û li ser kenala Ronahî Tv tê barve kirin.”
‘Perwerde li ser esasê azadiya jin, demokrasî û ekolojî tê dîtin’
Kordînasiyona Adademiha Civaka Demokiratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selwe Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Akademiya Civaka Demokratîk, yek ji bingehên perwerdeya civaka demokratîk hate damezrandin. Di vê akademiyê tê dîtin ku navenda perwerde û xebatên fikirî li ser esasê azadiya jin, xweserî, demokrasî û ekolojî bingeha xwe ava dike. Akademiya civaka demokratîk bi awayekî ku ew kesên tên perwerde kirin, bikaribe li ser rûmet û pêşketina civakê bandorê çêkin. Ji hêla vê akademiyê ve, nîqaşên li ser nasîna civak, dîroka civakê, şopandina rolên demokratîk tên kirin. Akademiya Civaka Demokratîk di qada perwerdeya civakî de xwedî rol û girîngiya herêmî û stratejîk e.”
Akademiya Civaka Demokratîk
-Navenda giştî ya Akademiya Civaka Demokratîk li Hesekê ye.
-Li Dêrik, Terbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Derbêsiyê, Helebê, Dêra Zorê û Tebqa Akademiyên Civaka Demokratîk yên giştî hene.
-Li Til Hmeîs û Reqayê Akademiya Civaka Demokiratîk a giştî û ya xweser heye.
-li Cezayê jî Akademiya Civaka Demokiratîk heya lê belê ev akademî vekirî ye, ne girtî ye.





