Farûk Sakik
Piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, siyaseteke nû li rûyê cîhanê belav dibû. Ji bo mirovahî, wan êş û elemên di serdema şer de, carek din nekşînin, ketin nav hewldanan. Sazî û dezgehên ji bo mafên mirovan hatin avakirin.
1’ê Îlonê jî wek roja aştiya cîhanê hat destnîşankirin. Neteweyên Yekbûyî, aliyê xwe yên siyasî derxist pêş û got: 21’ê Îlonê bila bibe roja aştiya cîhanê. Lê sazî-rêxistrinên sosyalîst û sosyal demokratan jî, roja destpêka şerê Hîtler 1’ê îlonê watedar dîtin û ew roj wek roja aştiyê îlan kirin.
Diviya NY’ê midaxeleyî şeran bikira. Lê mixabin, midaxeleyî tu şerekî jî nekirin. Di roja me de dewlet çekên xwe zêde dikin. Sedem jî parastina welatê xwe nîşandidin. Lê di hedefa wan a esasî de, êrişî deverek din bikin, an jî şer bidin destpêkirin heye. Ev yek jî dibin çavdêriyên NY de pêk tê. Dema ev yek pêk dihatin, NY’ê xwe li ‘miritiyê’ datanî. Lê sazî û rêxistinên mafê mirovan, bi israr midaxele kirin da ku şer dest pê nekin. Piştî ku şer dest pê kir jî, ji bo bi dawî bibe, têdikoşiyan. Ji van kesan yek jî Rêber Apo bû. Li dijî Kurdan şerê tunekirinê hebû û Kurdan jî di 15’ê Tebaxa 1984’an de tevlî vî şerî bûn. Rêber Apo ji bo ev şer dawî bibe û aştiyek mayinde pêk were emrê xwe da. Di 1’ê Îlona 1998’an de di Med TV de di bernameya Gunay Aslan de banga wî hebû. Banga aştiyê. Serokwezîr Bulent Ecevît bû û Devlet Bahçelî jî di hikumetê de bû. Pêlên faşîzmê li asta herî jor bûn. Bersiv di 15’ê Îlonê de serfermandarê hêzên artêşa bejayî Attîla Ateş, li sînorê Sûrî û di 1’ê Cotmehê de Demîrel jî li meclisa Tirkiyê dan. Sûriye tehdît kirin da ku Abdullah Ocalan ji welatê wan derkeve. Di wan salan de li Rojhilata Navîn amadekariya şer hebû û dixwestin kesin li pêşiya vî şerî tasfiye bikin. Dewleta Tirk jî xwe li gor vê polîtîkayê dîzayin kir û daxilî plana şerxwazan bû. Encam: Bedeleke mezin.
Rêber Apo ji Sûrî derket, dîl hat girtin û pêvajoya Îmrali dest pê kir. Lê tu carî hewldanên wî yên aştiyê bi dawî nebûn. Di aştiyê de bi israr bû. Di destpêka sala 2025’an de, her wek serê rayedarên dewleta Tirk, li dîwarekê ketibe, hemû zirara vî şerî îtiraf kirin. Tiştekê din jî îtiraf kirin; israra Abdullah Ocalan a aştiyê. Her çiqas aliyê şer; yên civakî, siyasî, derûnî îtiraf nekirin jî, gotin di vî şerî de me 3 mîlyar dolar pere xerckirin. Ji Rêber Apo nexşerêyeke aştiyê xwestin. Rêber Apo di banga xwe de peyva “aştiyê” derxist pêş. Serdema aştî û civaka demokratîk da destpêkirin.
Îsal bi boneya 1’ê Îlonê peyamek şand û got: “Aştiya rastîn; dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de kete meriyetê dikare pêkwere”. Ji bo vê yekê jî divê di hemû qadên civakê de, ji bo aştiyê xebat bên meşandin. Bi tenê li bendê bimînin dewlet û hikûmet gavan bavêjin, nabe. Ew li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Lê civak piştî bêdengbûna çekan divê zextan bide ser rêveberiya Tirkiyê, erkên wan bibîra wan xe, da ku gavan bavêjin. Ev peywira sereke ya serdema nû ya li pêşiya civakê ye. Civaka Kurd di salên 2013-2015’an de fêrî çanda aştiyê bûbûn û wan jî wek Rêber Apo şer nedixwestin. Di aştiyeke rastîn de israr dikin. Îro jî amade ne, bes ev daxwaza wan were birêxistinkirin.






