Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Damezrandina Komisyona Demokrasî Xuşk- Biratî û Hevgirtina Netewî gavak girîng e ’

03/09/2025
in ROJEV
A A
‘Damezrandina Komisyona Demokrasî Xuşk- Biratî û Hevgirtina Netewî gavak girîng e ’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Parlementerê Partiya DEM ya Amedê Mehmet Kamaç  destnîşan kir ku piştê banga Aşitî û Civaka Demokratîk, damezrandina Komisyona Demokrasî, Xûşk-Biratî û Hevgirtina Netewî  gaveke girîng û ereniye ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd.”

Rêber Apo di 27’ê Sibatê de banga Aşitî û Civaka demokratîk kir li ser wê esasê komîsyonek ku ji 51 kesê pêk tê hat damezrandin, lê rûxmê wê jî  çapemeniya AKP’ê  bi zimaneke ku pêvajo pêş naxe, bikartîne. Di vê çarçoveyê de Parlementerê Partiya DEM’ê Mehmet Kamaç ji rojnameya me re axivî.

‘Pêvajo yek alî nameşe ’

Parlementerê Partiya DEM’ê Mehmet Kamaç di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re PKK’ê kongreya xwe ya 12’mîn li darxist û biryara xwe fesihkirinê da, di heman demê de li ser daxwaza Rêber Apo û bi îradeya xwe ya azad di 11’ê Tîrmehê de komek gerîla ku ji 30 şervanan pêk dihat li Başûrê Kurdistanê parezgeha Sileymaniyê merasîma  çekşewitandinê pêk hat. Çekşewitandina gerîla  ji bo tevahiya cîhanê peyamek bû. Heta wê demê jî pêvajo bi yek alî pêşve diçû û heta niha jî gavên şênber yek alî tên avêtin. Lazime dewleta Tirk êdî destê xwe bike bin kevir û di pêvajoyê de rol bileyêze, ji ber ku pêvajo bi yek alî nameşe. ”

 ‘Damezrandina Komisyonê pêngavek girîng bû’

Kamaç balkişand ser komisyona ku hatiye avakirin û got: “Komisyona ku li ser bingeha Aştî û Civaka Demokratîk  bi awayek fermî hat qebûlkirin û di zemîneke hiqûqî de xebatê dimeşîne. Komîsyona  “Demokrasî, Xuşk- Biratî û Hevgirtina Netewî” di kombûna xwe ya yakem de nexşereya xebata xwe xêz kir û li ser wî esasî dest bi xebatan kir. Damezrandina komisyonê pêngavek girîng e. Di rûniştina 5’mîn de bi dayikên Aşitiyê, dayikên Şêmiyê û dayikên Esker û polêsan re rûniştin. Dayikên Aşitiyê dema ku xwestin bi Kurdî biaxivin û xwe îfade bikin, komisyonê rê nedan wan ku bi zimanê xwe biaxivin û hestên xwe bînin ziman, ev jî ji bo me cîhê xemgîniyê ye.”

‘Zimanê çapemeniyê xizmeta pêvajoyê nake’

Kamaç  da zanîn zimanê çapemeniya nêzî AKP xizmeta pêvajoyê nake û wiha domand: “Zimanê desthilatdariya AKP û çapemeniya wê ku heta niha bikar tînin xizmeta pêvajoyê nake. Ger ku li Tirkiyê hindek tişt bên guhertin di serî de pêvajo ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û ji bi çareserkirina pirsgirêka kurd e û pêwîst e hemû aliyan wek bawerî, ol, îdeolojiyan xizmeta wê bike,  pêwîst e berya hertiştî ziman bê guhertin. Zimanê ku desthilata AKP’ê bikar tîne û çapemeniya Tirkiyê jî têgîhîştina gelê Tirkiyê diguherîne dijbertiya pêvajoyê ye. Em gelek caran bi rêya bangawaziyan hişyariyên xwe dikin, ger bixwazin pêvajo pêş bikeve lazime hûn zimanê xwe biguherînin û gavên şênber bên avêtin.”

‘Pirsgirêka Kurd tevahiya Rojhilata Navîn eleqeder dike’

Mehmet Kamaç anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo aşitiyek mayînde di Rojhilata Navîn de pêk were, pêngaveke dîrokî ye  û wiha domand: “Pirsgirêka Kurd di Rojhilata Navînde bi milyona însana eleqeder dike, di demên dawiyê de di şer û pevçûnan de gelek berdelên giran hatin dayîn, helbet wê çareserkirina pirsgirêka Kurd aramiyekê di Rojhilata Navîn de ava bike. Ger dewletên heremî di serî de Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê ji bo ku demokratîk bibin, di serî de pêwîst e pirsgirêka Kurd çareser bikin. Daxwaziya me ew e ku herkes piştgiriya vê pêvajoyê bike ji bo ku serkeftina pêvajoyê bibe serkeftina hemû aliyên civakê.  Ji bo wê jî piştgirî û kar û xebatên hemû aliyan girîng e. Pêwîst e hemû alî rexne, pêşniyar û fikren xwe bînin ziman.”

‘Pêwîst e li Tirkiyê yasayên nû bên çêkirin’

Mehmet Kamaç wiha domand: “Sedsala 21′ mîn bi fikrên xwe ava bikin. Di nav civakê de berê bi guman nêz  dibûn, lê niha hêviyek heye ku pêvajo bi awayek serkeftî bê maşandin. Daxwazên gel ji Tirkiyê heye ku gavên şênber bavêjin, şert û mercên Rêber Apo bên sererastkirin, ji ber ku Rêber Apo faktora serekeye ku heta niha pêvajo bi yek alî rêve biriye.  Heman demê de pêwîst e li Tirkiyê yasayên nû bên çêkirin,  girtiyên ku li ser esasên dozên siyasî di girtigehan de ne bên berdan, herwiha bi salan e Qayûm tê rêveberin ew rejîm ji holê rabe ew pêngavên heyî wê baweriyekê li ser pêvajoyê ava bike û civak jî bi wê baweriyê nêzê pêvajoyê bibe.”

‘Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji bo parastina destkeftiyan sîwaneke bingehîne’

Mehmet Kamaç  behsa însiyatîfa yekîtiya demokratîk ku di 11’ê Gulana 2025’an de deklerasyona xwe li Amedê pêk anî  kir û axaftina xwe wiha qedand: “Însiyatifa yekîtiya Demokratîk ku ev salake zêdetir xebatê dimeşîne, hedefa wê ew e ku sîwaneke hemû aliyên siyasî,  civakî, bawerî û netewên ku li Kurdistanê dijîn bi aqleke hevpar  bi nêrîn û ramanên hevpar ava dike. Ev saleke bi awayekî serkeftî didome, Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk wê li Kurdistanê bibe sîwaneke ku herkesek di nav de cîh bigre. Rêxistinkirina însiyatîfê hê jî didome. Ji bo xortkirina însiyatîfê daxwaza me ew e ku herkesek di avakirin û deklerasyona însiyatîfê de cîh bigrin.

Ji bo girîngiya yekgirtina Netewî Konferansek di 26’ê Tîrmehê de li Amedê hat li darxistin. Konferans bi tevlîbûna hemû beşên civakê bi serkeftî derbasbû, di demeke dîrokî de girîngiya yekîtiya netewê bi aliyên civakê re gotûbej kir. Konferansa duyemîn jî wê di 12’ê Cotmehê li Bajarê Mêrdînê bê lidarxistin bi sernavê” Bihevre Jiyana Cûdahiyên Bakûrê Kurditanê” ji bo ku hemû ol û bawerî û hemû netewên ku li Bakûrê Kurdistanê dijîn ji bo ku fikir û ramanê xwe bînin ziman. Însiyatifa Yekîtiya Netewî ji bo parastina destkeftiyên Kurdan û ji bo hemû aliyên ku hatine înkarkirin wê bibe sîwaneke girîng.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.