Dilyar Cizîrî
Di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdê û Serokê veguhêz ê Sûriyê de peymanek ji 8 xalan pêk tê hate imzekirin. Ev peyman piştî komkujiyên li Perava Sûriyê bi çend rojan pêk hat. Her kesî wiha hêvî dikir ev gav bibe zemînek ji bo dawîkirina komkujî û tundiyê. Bi taybet di xalên wê de beşdarkirina hemû pêkhateyan di qadên siyasî yên dewletê de, hebû. Ragihandina agirbestê li tevahî xaka Sûriyê û vegera koçberan a bi rumet. Ev sê xalên giring ên peymanê ne. Li kêleka wan mijara degelresyona saziyên Rêveberiya Xweser ên sivîl û leşkerî jî hebû. Xalek di mijara redkirina kîndarî û hewldanên derxistina tevlîheviyê û têkoşîna li dijî wê rave dike, heye. Di mijara mafê civaka kurd de jî xalek hebû.
Ji xwe beriya peyman were imzekirin, bi çend rojan hikûmeta veguhêz a Sûriyê di bin navê “Kongreya Niştimanî” de komxebatek li gorî xwe lidar xist. Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Elewî û Durziyan hatin dûrxistin. Nûnerên herêmên din jî ên li gorî hikûmetê û dewleta Tirk hatin neqandin. Piştî peymanê jî danzana destûrî ya li gorî xwe û bêyî xalên peymana 10’ê Adarê di ber çavan re derbas bikin, ragihandin. Di xalên destûrê de kopiya destûra dema Baas’ê hate rêzkirin. Pirengî û cûdahiyên li ser xaka Sûriyê di ber çavan re ne hat derbaskirin.
Di mijara kîndarî û belavkirina hewldanên derxistina tevlîheviyê jî xebatkarên ragihandina hikûmeta veguhêz bigre û hejmarek mezin ji berpirsên wan, kampanyên dijberî û kîndariya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan meşandin. Hîn jî didomînin. Di mijara vegera koçberan de tevî şandeyên Rêveberiya Xweser di 2 civînên danûstendinê de bal bi xurtî kişand ser vê mijarê û giringiya vegera koçberên Serêkaniyê, Efrîn, Girê Spî, Bab, Ezaz û Minbicê, lê hikûmeta veguhêz di vê derbarê de yek gava erênî neavêtiye.
Tevî li gorî peymanê pêwîstbû ku mafê gelê Kurd were misogerkirin. Lê hikûmet li dijî konfransa Yekrêzî û Yekhewlesta kurdî derket. Şandeya Kurdan dê biçe Şamê di ber çavan re derbas ne kir. Ew ji ne dîtî ve hesibandin. Ji xwe di mijara degleresyonê de heta niha saziyên hikûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nînin. Saziyên Rêveberiya Xweser ên sivîl û ên leşkerî di nava saziyên dewletê de cih ne girtine. Ema li ser ragihandin û daxuyaniyên xwe dibêjin gerek QSD’ê xwe fesix bike. Endamên wê jî bi awayekî kesayetî di nava Artêşa Sûriyê de bi cih bibin. QSD’ê û Rêveberiya Xweser di hemû gavên Peymanê de baldare. Lê heta niha hikûmeta veghêz a Sûriyê ji ber di bin bandora komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye û nikare xwe ji wan rizgar bike. Di tu xalan de gav ne avêtiye. Di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hêza wê ya xwe bi cih bike nîne. Her di nava hewldanan de ye bandorê li raya giştî bike. Wiha diyar bike ku QSD’ê û Rêveberiya Xweser li gorî peymanê tevnager û di mijara degelresyonê ne amade ye. Lê li vir tişta diyar dibe, hikûmeta veguhêz ji degleresyona sivîl û leşkerî bi tirse.






