Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bêrîvan Omer: Koka çareserkirina pirsgirêkên ekolojî nenavendîbûna sîstema ne 

03/09/2025
in JIN
A A
Bêrîvan Omer: Koka çareserkirina pirsgirêkên ekolojî nenavendîbûna sîstema ne 
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevseroka Şaredariya Qamişlo Bêrîvan Omer diyar kir ku têkiliya mirov bi hawîrdorê re awayê jiyana mirovan dide diyarkirin, dema hevsengî di navbera wê têkiliyê de hebe, jiyana mirovan li ser erdê tê parastin, lê têkiliya xurt bi ekolojîk re ya jinê ye û sîstema navendî pirsgirêkên hawîrdorê zêde dike û got, “Sîstema nenavendî koka çereseriya pirsgirêkên ekolojîke.”  

Derbarê girîngiya ekolojîk, girêdana jin bi ekolojîk re û parastina ekolojî, Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Wateya ekolojî û girîngiya wê ji bo civakê çi ye?

Gotina ekolojî bixwe ew zanista ku lêkolînan li ser têkiliya di navbera zindiyan de dike, hemû zindiyên heyî di nav wan de jî mirov. Têkiliya mirov bi xwezayê re, mijarekî pir girînge ku awayê jiyana mirovan dide diyarkirin, çiqas hevsengî di navbera wê têkiliyê de hebe, ewqasî jiyana mirovan li ser wê erdê tê parastin, lê çiqasî ew têkilî xerab be yan jî ji aliyekî de be, wê demê jiyana civakê li ser wê erdê zehmet dibe. Lewma hevsengiya di navbera mirov û xwezayê de, mijara herî girînge. Dema em behsa ekolojî jî dikin, wê demê mijara me ya herî girîng ekolojiya civakê ye. Ekolojiya civakê û têkiliyên di navbera civak û hawirdorê de, bandora wan li ser hev heye. Kesên ku herî zêde li ser vê nivîsandine Murad Bokîn bû, piştî wê jî Rêber Apo wek felsefeyekê girte dest ku çareseriya pisgirêkên civakî ji ku derê dest pê dike? ji rêxistinkirina civakê bi sîstema rêveberiyê. Bingehê ekolojiya civakê ew e ku civak bixwe xwe birêve bibe û nenavendî be, yanî her tiştê ji mirovan re pêwîst be, li gorî pêwîstiya xwe bikar bînin, ev jî pişta xwe dide pernsîbên civaka xwezayî ku mirov bi hev re di hawirdorekî tendurist û têkiliyên hevseng de jiyan dikirin. Lewra ji bo ev pirsgirêk bidawî bibe, gerek civak dîsa hevsengiyê ava bike û ji bo ava bibe gerek mirov bixwe biryara xwe bide. Niha jî pêwîst e awayên sîstama civakê ya rêveberiyê bê guhrandin ku bibe li ser bingehê komînan, ji ber komîn dibe beşekî civakê ku dikare bixwe biryar bide û bixwe li ser herêma xwe ya erdnîgarî  nekêle pirsgirêkên hawîrdorê derdikevin.

Pirsgirêkên hawirdorê herî zêde jî, ji navendîbûn û kapîtalîzmê derkeve. Navendîbûn hiştiye ku kombûyîna insanan pir be û bajarên mezin ava bibin, hem jî  sîstem navendî pir girîngiyê nede pirsgirêkên civakî û li gorî xwe biryaran dide, biryarên ku dide jî dibin pirsgirêk ji bo mirovan. Pirbûna kirîz û pirsgirêkan li cîhanê ji encamên ku mirov bi xwe biryara xwe nade, yek ji wan pirsgirêkan jî pirsgirêkên hawîrdorê ne. Soşel ekolojî ku wekî hizrekî pir berfirehe bal dikşîne li ser pirsgirêkên hawîrdorê yên çêdibin ku sedema wê hawîrdor bixwe ye, lê sedema wê mijarên siyasî jî ku dibin beşekî ji peydakirina pirsgirêkên hewîrdorê, mînak çemê Firatê ji ber ku bendav li ser hatin avakirin û hat girtin bu sedema pirsgirêkên siyasî yên di navbera Tirkî û Sûriyê de, bi taybet Rojava de, ew bû sedema ku av bibe, ewqas zayendên derdora bendavê bên kuştin, gelek kes bê av bimînin û çem bixwe êdî ziwa bibe.

Peywendiya di navbera ekolojî û mirov de pêwîst e bi çi awayî be û di roja meya îro de ev peywendî bi çi awayî ye?

Gerek pêwendî di navbera mirov û hawîrdorê de hebe ku mirov girîngiya parastina hawîrdorê bibîne. Ji ber berdewamiya jiyanê li ser rûyê erdê, pala xwe dide di hevsengiya vê têkiliyê, nehevsengiya vê têkiliyê dihêle ku jiyana mirovan li ser rûyê erdê ber bi dawî ve biçe. Di civaka xwezayî de rêzdariya mirovan ji bo hawîrdorê û nasîna wê wekî zindiyekî dihişt ku karibin bihev re bi awayekî rehet jiyan bikin. Lê roja îro ev têkilî pir xerab bûye, mirov xwezayê wek tiştekî ku dikare desthilatdariyê li ser bike û ne li gorî pêwîstiyên xwe bikar bîne, dinere. Yanî tiştê binerd bê sînor bikar tîne, ew jî ber bi dawîbûnê diçin. Roja îro jî em metirsiya ava binerd jiyan dikin, wekî din gazên ku zirarê didin hewayê pir bikar tên, ew jî dihêle ku hewaya me bê guhrandin. Van salên dawiyê jî em dibînin çiqasî ziwabûn çêbûye û pirsgirêkên hawîrdorê pir bûne, wekî germahiya pir bilind a ku bandor dike ku gelek mirov û zindî bi sedema wê bimrin. Guhertina navbera demsala de jî çê dibe, em hemû jî îro vê yekê jiyan dikin ku em ber bi kaûsên mezin ve diçin ji kêmbûyîna av, xwarin û windakirina hinek zindiyan li ser rûyê erdê. Lewma  gerek mirov di wê hişmendiya ku vê têkiliyê sererast bikin a jî wê di jiyanekî zehmet de jiyan bike.

Peywendiya di navbera jin û elokojî de di çi astê de ye? û giringiya ekolojî ji bo jin çi ye?

Gelek şîrove li ser vê mijarê hene ku çima têkiliya jin ji ya mêr cûdaye bi xwezayê re. Ji bo wê jî gelek kes vedigerin civaka xwezayî ku jin her bi îstqrar û bêçare bû hewîrdor û zindiyan nas bike ku bizanibe çawa mezin dibin, hem jî bizanibe lawirên derdorê çawa zarok tînin. Lewma bi têghaştina vê yekê jinê bêtir xweza nas dikir û girêdana wê pê çêdibû. Ya din jî ji xwezaya jin bixwe ye ku zarok tîne, dema zarok tîne hestê wê hemberî wê zarokê çêdibe û bi wî hestî dizane ku hestê lawirekî li hemberî zaroka wî çi ye. Ji bo vê jî her ew bihestyarî nêzîkî xwezayê dibe. Heya roja me ya îro jî em vê hestî bi jinê re dibînin ku jin ya bi xwezayê re mijûl dibe û goh didê, hem jî bi lawiran re jî mijûl dibe û kedî dike, bi taybet jin lawiran kedî dike, xwedî lê derdikevin, daran diçîne û keskayî çêdike, heta di hundirê malê de jî ya herî zêde rêvebiriyê dike jin e.

Lewma têkiliya xurt a bi xwezayê re ya jinê ye. Eynî demê ya herî zêde ji  pirsgirêkên hawîrdorê re bandor dibe jin e. Ev pêwendî her di dîrokê de jî hatiye naskirin yekemîn yê ku hat bindestkirin jin û xweza bûn, ji ber tê nerîn ku jin jî weke beşekî xwezayê ye, ev nayê wateya ku mêr ne beşekî xwezayê ye, lê mejiyê mêr di dîrokê heta niha tê naskirin ew diçû nêçîr dikir û lawir dikuştin, ev jî tiştekî nexwezayî ye ku mêr bixwe diyar kir. Lê pir girînge xweza bê parastin ne tenê ji bo jin, lê ji bo hemû mirovahiyê. Dîsa jî dibêjim ê herî zêde bi pirsgirêkên hawîrdorê re bandor dibe di roja îro de jî jine, mînaka wê bisedan jin ji derên dûr cihê ku av tunebe, av dikşînin ji bo malên xwe, gelek serjimarî hene ku li aliyê Iraq û Sûdanê jinên temen biçûk ji bo malbatên xwe dev ji xwendina xwe berdidin, ji bo ku bikaribin pêwîstiyên avê tenê pêk bînin û gelek pirsgirêkên din jî hene, lê ev pirsgirêka bi şert û mercên hawîrdorê re herî zêde bandoriya xwe li jinan dike.

Çi peywendî di navbera azadî û ekolojiayê de heye?

Ev pirsekî pir girînge û pir jî li ser wê nayê axaftin, têkiliya di navbera ekolojîk û azadiyê de me vedigerîne ekolojiya civakî ku mirov ne azad be, nekare hawîrdora xwe biparêze û mijarên desthilatdarî mijarên herî dijî ekolojî ne. Ji ber mirovên ku ne li ser erda xwe jiyan bikin, nikarin wê erdê biparêzin. Gelek şîrove hene ku mirovên resen ên xwediyên erdê xwe, zêdetir erdê xwe diparêzin, mînaka wê li ber çavê me ye li “Efrînê” heta ku gelê resen ên Efrînê li Efrînê jiyan dikirin, xwezaya wan xweş bûn û darên wan pir bûn, lê piştî dagirkeriyê xwezaya Efrîn ziwa bûye. Gelên ku desthilatdarî li ser wan hebe xwezaya wan xerab dibe, lewma azadî û ekolojî girêdayî hev in, ev jî girêdayî sîstema cîhanê giştî ye, ya ku azadî tê de tune ye.

Ji bo ku hîn bêtir pêzanîna kes an jî civakê ya naskirina ekolojî û pêkanîna erkên ku dikevin ser milê wan bikin, pêwîst e çi were kirin?

Ji bo têkiliya di navbera ekolojî û mirovan de sererast bibe gelek şîrove hene. Lê dîsa jî em vedigerin bingehê vê mijarê ku ew guhertina sîstema rêvebirina civakê ye. Ya din belavkirina hişmendiyê ye,

çiqas em karibin çanda ku mirov li ser pê bandor bûn weke çanda kaptîlazîmê ku mirovan dûrî rastiya jiyana wan dibe û bi mijarên kirîzan re mijûl dike, rakin. Ji bo wê jî erka li ser milê me ku em bikaribin niqaşên berfireh bi her kesî re bikin, ji wan re zanyarên ekolojîk ên dawî parve bikin. Da ku bi wan re çareseriyê peyda bikin û wan bikin xwedî biryar li ser erkê wan. Îro jî sîstema ku Rêber Apo nîşan dide û girîngiya komînan ew yek ji mijarên ku wê bihêle têkiliyan mirovan bi xwezayê re sererast bibe. Ew ya herî zêde ye ku pirsgirêkê ji kokê de çareser dike. Ne wekî niha ku em di dewletên navnetewî de dibînin her dem çareseriya pêşkêş dikin, ji bo ku bala mirovan li ser vê mijarê bibin ku bi tiştên biçûk mijûl dibin. Lewma divê hişyariyek çê bibe, divê em bi koka mijaran re mijûl bibin, ne bi encamên wan re. Dualitiya dewlet-netew û welatên cîhanê yên ku ji bo ekolojîk diaxivin derdikeve pêş, dema li aliyekî qedexeya bilastîkê dikin û li aliyê din jî çekan çêdikin ji bo mirov û xweza pê bê kuştin. Koka çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk nenavendîbûna sîstema ye. Îro jî pêşkêşkirina Rêber Apo ji bo sîstema Neteweya Demokratîk li ser bingehê ekolojî û azadiya jin, yek ji mijarên çereserkirina pirsgirêkên hawîrdorê ye. Heta ev sîstem neyên guhertin wê her mirov êşa kirîzên hawîrorê bikşînin. Lewma hêşyarkirin û perwerdekirina di vî alî de gelekî girîng û pêwîst e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.