Birûc Resûl/Qamişlo
Herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatine dagirkirin, veguherîne navenda sûcên dijmirovî. Ev çend sal in gelên li van herêman dijîn bi kuştin, revandin , işkence û talakirinê re rû bi rû dimînin.
Dewleta Tirk a dagirker bi dehê salan e li dijî gelên herêmê siyasetên qirkirin û hilandinê dide meşandin. Ji xwe armanca wê jî dagirkirina tevahî herêmê ye û nûjînkirina impratoriya pêkanîna Osmanî. Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê di sala 2011’an de, dewleta Tirk boi hemû hêza destwerdana nava xaka Sûriyê kir û hewil da şerê navxweyî derxîne. Bi dewama kirîza Sûriyê re dewleta Tirk dest bi birojeya dagirkirina axa Sûriyê kir. Di destpêkê de bajarên Sûriyê yên mîna Izaz, Cerabils û Babê dagir kir, piştî wê jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî û herî dawî jî bajarê Minbicê û Şehbayê jî dagir kir. Dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên dagirkirê kirin mîna navendekê ji kuştin, revandin, dizî, işkencekirin û talankirinê re.
Ji destpêka dagirkirina Efrînê û het niha kiryarên dijmirovî berdewam in
Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir û piştî berxwedaniya serdemê ya 58 rojan, Efrîn hat dagirkirin. Ji destpêka dagirkirinê û heta niha çete her roj kiryarên hovane li dijî gelê Efrînê didomînin. Mîna ku ev jî têrê nake, Şehba dagir kirin û zêdeyî 100 hezar Efrînî careke din koçber kirin. Li gorî Peymana Cenevreyê ya sala 1948’an û qanûnên navneteweyî, ev kiryarên li dijî gelê Efrînê sûcên şer in. Gelê Efrînê tê qetilkirin, revandin û her roj êşkenceyên cuda li wan tê kirin. Ji bo mirovên têne revandin jî fidye tê xwestin. Efrîn ji aliyê ewlehiya jiyanê ve veguherî bajarekî metirsîdar. Bi dagirkirina Efrînê re hate xuyakirin ku hemû dewletên hegemonîk bi dewleta tirk a dagirker re hevkarin. Li Efrînê jin rastî kiryarên hovane û dijmirovî tên û siyaseteke qirêj li dijî wan tê meşandin. Gelek tişt weke lixwekirina hicabê û nederketina ji malê li ser jinan têne ferzkirin. Li Efrîn herî zêde jin têne hedefgirtin. Hejmareke mezin ji jinan di girtîgehan de di bin êşkenceyê de hatin qetilkirin.
Kiryarên dijmirovî li Efrîn di nava 7 salan de:
Zêdeyî 9 hezar kes ji wan hezar jin in, hatine revandin.
Zêdeyî 683 kesî bi êşkenceyê hatine qetilkirin.
Zêdeyî 101 jin, ji wan 10 bi îdîaya xwekuştinê hatine qetilkirin.
Zêdeyî 74 jin rastî destdirêjî û tundiyê hatin.
Zêdeyî 400 hezar dar hatin birîn, ji 4 parên zeviyan 3 par hatin şewitandin.
Zêdeyî 30 mal û kampên mêtingeriyê hatin avakirin.
Zêdeyî 134 cihên dîrokî, zêdeyî 28 cihên ziyareta olî hatine hilweşandin.
Rola HTŞ`ê çi ya?
Wek tê zanîn ku piştî helwişîna rêjîma Bassê, Heyat El-Tehrîr El-Şam (HTŞ) hat li ser dethiledariya Şamê ku niha bi hikumeta Şamê ya veguhêz tê nasîn, lê tu guhertin bi xwere ne da avakirin, berovajî wê bi xwere gelek pirsgirêk û ne çareserî anî.
Dagerkirina Serêkaniyê
Di 9’ê cotmeha 2019`an de bajarê Serêkaniyê, Girê Spî gundewarên van bajaran hatin dagirkirin. lîstoka binavê qadên ewle avakirinê de hatî lîstin di 7’ê Tebaxa 2019’ande bi tifaqa dewletên yekbûyî yên Emerîkayê û Tirkiyê de xistin meriyetê. Bi pêkanîna vê tifaqêre ji bo ku dewleta tirkiyê êrişên xwe hîn hêsantir bikaribe pêkbîne hêzên Amerîka xwe ji hêrêmê vekişandin. Bi vî awayî dewleta tirk a dagirk êrişên xwe yên liser herêmê xistin meriyetê û bi fermî hêzên Emerîka, bajarên Girê spî û Serêkaniyê radestî dewleta tirkiyê kirin.
Êrişên dagirkeriya Tirk yên di dîroka 10-13’ê Cotmehê li hemberî sivîlan çeka fosfor hat bikaranîn. Li gor lêkolîna rêveberên PEAS enstutiya Swîsrê bikaranina çekên fosfor hate tespîtkirin. Di rapora ku ji aliyê Dr. Ebas Mensur ve hatî amadekirin de çend cureyên şewatê hatine dîtin û hate gotin ku dewleta Tirk li hemberî sivîlan çeka kîmyewî, gazên asfîksîk, jehrîn ku di asta navneteweyî de qedexeye hatine bikaranîn. Piştî êrişa leşkerî dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, deverên rojhilatê bajarê Serêkaniyê tevî bajarê Girê Sipî bi kûrahiya nêzî 30 km dagirkirin û ev dever di navbera komên çeteyan de hatin parvekirin. Rapora Yekîtiya Navneteweyî ya 2020 diyar dike ku hêzên leşkerî yê girêdayî tirkiyê di herêmên dagirkirî de sûcên şer pêk tînin. Hemû êrişên da Tirkeriyê û niha rêvebirina herêmên dagirkirî, ji hêla dewleta Tirk û komên çete tê kirin. Herêmên Dagirkirî di nav komên cuda de hatin parve kirin. Talan, destavêtina li ser mal û milk, koçberkirin, guherandina demografî, girtin, revandin, îşkence, kuştin, binpêkirina mafên jinan û terora rojane ya li dijî gel li herêmên dagirkirî pêk tê.
Kiryarên li Girê Spî tên kirin
Rêjîma Baas di sala 2012’an de ji bajarê Girê Spî vekişiya û gelek komên cuda yên tundirew wekî Ehrar El-Şam, El-Farûq, Cebhet El-Nusra û hwd. xwe di nava wê herêmê de bi cih kir. Di wê demê de derdora 106 kom derketin holê. Dewleta Tirk bi awayekî veşartî alîkariya koma El-Farûq û Cebhet El-Nusra dikir û Kurd ji cih û gundên wan derdixistin. Ev jî encama siyaseta dewleta Tirk bû û bi destê çeteyan pêk dihat.
Kaniya hovîtiyê ye
Di navbera pêkhateyên Girê Spî de tu nakokî nîn bûn. Berovajî wê hemû pêkhateyên herêmê bi jiyana xwe ya hevbeş tên naskirin. Dewleta Tirk a dagirker ku ji vê aramiyê ne razî ye, ji ber vê yekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di sala 2015’an de dest pê kir, di van demên dawîn de zêdetir bûn. Ev êriş bi taybet li hember gundê li ber sînor ên wekî Til Finder, Sosik, Yabse û El-Esel zêdetir pêk hat. Gelek caran dewleta Tirk li ser navê çeteyên DAIŞ’ê di nava bajêr de tevlihevî çêkir. Armanca wan jî ew bû ku welatiyên herêmê ji hev dûr bixin, nakokî û bêbawerî di navbera gelan de çêbike û bi rêkê jî careke din bajêr dagir bikin. Li aliyekî din jî yek ji armanca dewleta Tirk ew e ku bi van êrişên xwe gelên li ser sînor koçber bike. Di êrişên dewleta Tirk de ku bi armanca dagirkeriyê berdewam dikin. Dewleta tirk û çeteyên wî di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Li dijî êrişan şervan û gel berxwedaniyeke bêhempa nîşan dan lê di encama bikaranîna çek û teknîka herî pêşketî ya dewleta tirk de, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Dewleta tirk tevgera dagirkeriyê di bin navê Kaniya Aştiyê de dest pê kir lê encamên ku li ser rûyê erdê derkevin pêş, nîşan didin ku kaniya hovîtiyê ye.
Projeya guhertina demografîk
Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker ji bo projeya xwe a guhartina demografîk temam bike dem bi dem malbatên wan komên çekdar yên bi ser Tirkiyê ve weke malbatên çeteyên Idlibî, malbatên Îraqî û kesên biyanî anîn herêmê û li malên kurdan bi cih kirin. Herwiha di van demên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê senariyoya revandina DAIŞ’ê ya li girtîgehan dan ragihandinê. Bi vê hincetê DAIŞ’ê perwerde dikin da ku di demên pêş de kiriyarên ku bên kirin dewleta Tirk a dagirker neyê sucdar kirin.
Çandina fikrê netewperestî û olperestî
Di sala 2022’an de dewleta Tirk a dagirker dest bi rêbazekî nû ya gûhrtina demografî kir. Vê polîtîkayê jî bi riya firotina malan a li herêmên dagirkirî, mîna kesê ji ware xwe hatine koberkirin, xêniyê wan didin firotin. Li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker ji bo herêmê di warê fikrî û bawerî de li gor fikrê Osmaniya nû pêşbixîne û fikrê Islama Tundrew belav bike girîngî dide dewreyên ezberekirina Quranê li mizgeftan. Bi vê rêbazê çandina fikrê netewperestî, ol perestî di nav jin û zarokan de dide çêkirin. gûhartina demografî jî ewe ku çandekî dûrî çanda resen a herêma Serêkaniyê bê jiyîn, di heman demî de ferq û cudahî di nav pêkhateyan de bê çêkirin, kurdan bi qirkirinekî nû re derbas bikin.
Dagirkirina Minbic
Bi krîza Sûriyê re gelek komên çete ketin Minbicê, lê belê hemû jî ji hev xirabtirin. Ji ber ku kiryarên wan li dijî gel, bi heman awayî ne. Bi destpêkirina krîzê re KOMêN Çete yên bi navê Artêşa Azad ket herêmê û dest bi diziya mal û milkên welatiyan kir. Paşê DAIŞ’ê tarîtiya xwe li Minbicê ferz kir, ji revandina mêran û tirsandina jinan bigre heta qetilkirin û recmkirinê her tişt qewimî. Minbic ji sala 2014’an heta 2016’an wisa ma, lê bi pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk û YPJ’ê rizgar bû. Piştî ku rêjîma Bass hat helweşandin, Minbic careke din ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hat dagirkirin. Piştî dagirkirinê li Minbicê kuştin, dizî, talankirina malan, revandina jin û ciwanan a bi armanca fîdyeyê gelekî zêde bû. Ji bilî van kiryar û sûcan jî, her roj komên çeta di nava xwe de şer dikin û sivîl dibin qurban.
Aştî ne dan avakirin, lê belê tirs dan avakirin
Li Minbicê jin ji her gavekî ditirsin ku nikarin ji malê xwe derkevin. Ji ber ku her jin û zarok rastî destdirêjiya çeteyên El Emşatê tên. Welatî jî li ser zarok û jinan ditirsin. Ji ber ku çete amade ne êrişî her malê bikin û keçên ku dikevin ber çavên wan, di bin gefa çekan de direvînin û dibin. Ji bilî van jî xizmetên elektirîkê û avê sekinîne û nan jî tune ye, yanî li Minbicê tê xuyakirin ku jiyan bi hemî aliyê xwe ve hatiye fetisandin. Qaşo dibêjin ku em hatine aştî û ewlehiuyê di herêman de çêbikin, lê mixabin ji bilî kuştina jiyan û tirs ne dan avakirin.
Li Minbicê her diçe rewş xerabrtir dibe. Komên çeteyên ku bajar dagirkirine, kiryarên dijmirovî û ne exlaqî didomînin. ji ber qerebalix û tunebûna ewlehiyê malbat û ciwan ji herêmê koç dikin. Jin jî bi zêdebûna rewşên revandin û destdirêjiyê, di nav mercên gelek xirab de dijîn. Niha jî gelên ku li Minbicê dijîn, dixwazin vegerin dema xwe ya bi ewlehî û aramî. Gelê Minbic dibêjin ku “em nikarin vê yekê bikin ger ku hêzên QSD û YPJ’ê tune bin”. Ji ber ku ji dema krîza Sûriyê heta niha bi azadî û ewlehî nejiyane, ji bilî dema ku QSD û YPJ`ê Minbic diparastin. Tê texmînkirin ku rewş bi vî awayî bimîne, dê kesek li Minbicê nemîne û her kes koçber bibe.





