Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Panelên enerjiya rojê çareseriyek alternatîfe ku asoyên nû ji bo çandiniya domdar vedike’

02/09/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Panelên enerjiya rojê çareseriyek alternatîfe ku asoyên nû ji bo çandiniya domdar vedike’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Hevserokên Komîteya Çandinî û Ajaldariyê Sozdar Biro anî ziman ku projeya piştgiriya cotkaran bi panelên enerjiya rojê di pêşxistina sektora çandiniyê li herêmê de gaveke kalîteyî temsîl dike, bingehek saxlem ji bo bidestxistina xweseriyê û pêşvebirina têgeha domdariyê datîne.

Di nav pirsgirêkên sereke yên ku li herêmê di warê çandiniyê de ku cotkar pê re rû bi rû dimînin, pirsgirêka enerjiyê ye ku bingeha pêvajoya avdanê ye. Ji ber kêmbûna sotemeniyê cotkar êdî nikarin xwe bispêrin jînatoran ji bo avdana çandiniyê. Ji ber wê wekî aleternatîf banelên enerjiya rojê derdikeve pêş.

Mekanîzmaya qeydkirinê û belgeyên pêwîst

Hevserokên Komîteya Çandinî û Ajaldariyê ya Sozdar Bro destnîşan kir ku pêvajoya qeydkirinê bi pêşkêşkirina serlêdanek fermî ji bo komîteyên çandiniyê yên herêmê dest pê dike û wiha got: “Komîteyek pispor dê paşê serdana projeya çandiniyê bike da ku pirojeya çandiniyê piştrast bike. Piştî temamkirina lêkolînê û bicîhanîna mercan, dosya ji bo îmzekirina peymanbestê ji Komîteya Çandinî û Ajaldariyê ya li herêmê re têne şandin. Piştre rûnivîsek jê ji Komîteya Bazara Civakî ya Aborî û Çandiniyê re tê şandin, ku berpirsiyarê dabînkirina panelên rojê ji cotkaran digre ser xwe. Belgeyên pêwîst li gorî celebê xwedîtiya erdê diguherin.”

‘Cotkar mecbûr in ji sedî 30’ê nirxa panelan wekî pereyê destpêkê bidin’

Sozdar Bro diyar kir ku cotkarên ku dixwazin pergalên enerjiya rojê bi dest bixin, mecbûr in ku ji sedî 30 nirxa panelan wekî pereyê destpêkê bidin û wiha got: “Pereyê mayî dê di du werzên çandiniyê de (zivistan û havîn) bi perçeyan were dayîn û ji sedî 35 di her werzekî de were dayîn. Ev mekanîzma ji bo sivikkirina barê pereyan yê li ser cotkaran hatiye çêkirin. Divê pereyê înverter û kabloyên bi pergalê ve girêdayî bi pereyê neqdî werin dayîn.  Diyarkirina hejmara panelên ku dê ji her cotkarekî re werin dayîn, bi pêvajoyek hesabkirina rast ve girêdayî ye ku bi mezinahiya koma elektrîkê ya ku ji wî re peyda dibe ve girêdayî ye, Ji bo ku piştgirî bi awayekî dadperwerane were belavkirin bêyî ku li mezinahiya alavên ku berê xwediyê wan cotkar bûn were nihêrtin, armanca sereke ew e ku xebitandina bîran û berdewamiya pêvajoya avdanê were misogerkirin. Hejmara panelên hatine veqetandin bi sînor e û dê di qonaxan de werin belavkirin da ku hemî cotkarên Kantona Cezîrê di nav xwe de bigirin. Ev pêvajo dê hêdî hêdî were temamkirin heta ku hemî bîr bi enerjiya rojê werin bikaranîn.”

Ber bi çandiniya domdar ve

Hevseroka Komîteya Çandinî û Ajaldariyê ya Sozdar Biro axaftina xwe wiha qedand: “Ev gav di ber çavan re derbas dibe ji ber zehmetiyên ku cotkar ji ber nebûna mazota çandiniyê ya têrker û lêçûnên wê yên zêde dikişînin. Destnîşan dike ku xwe dispêrin enerjiya rojê çavkaniyek domdar a enerjiya paqij peyda dike û alternatîfek pratîkî û bibandor ji bo sotemeniyên temsîl dike. Xwespartina enerjiya rojê ne tenê bi kêmkirina barên darayî yên rasterast ve sînordar e. Berevajî vê, di demeke dirêj de ew di kêmkirina lêçûnên xebitandinê de dibe alîkar. Ew şiyanek mezintir dide cotkaran da ku çavkaniyên xwe ber bi baştirkirina hilberînê û pêşxistina rêbazên avdanê yên nûjen ve araste bikin. Ev piroje xwedî gelek aliyan e, ji aliyekî ve, ew zexta darayî ya li ser cotkaran kêm dike û di pêvajoya hilberînê de ji wan re îstîqrarê peyda dike. Ji aliyekî din ve, ew zirara jîngehê ya ji ber bikaranîna çavkaniyên enerjiyê yên qirêjker kêm dike. Ev ceribandin dikare rê li ber projeyên pêşerojê veke ku bi tevahî xwe dispêrin enerjiya nûjenkirî. Ku dê bandorek erênî li ser rewşa çandinî û jîngehê li ser herêmê bike. Ev gav alîkariya misogerkirina berdewamiya pêvajoya avdanê bê navber dike. Bi taybetî di demên ku sotemenî ne berdest e de.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.