Asya Waşûkanî
Weke ku têye zanîn jinên azadî xwaz û çalak, li ser berhema têkoşîn û berxwedana jinên qehreman; pergala xwe ya xwesertiyê birêk û pêk kirin û bi pêşengtî, kirina ji civaka siyasî û exlaqî re bênavber xebitîn û hewildan ku ji jinan re bibin nunerê vîna wan a azad. Jinên zana û şiyar bûyî ketin nava hewildana ku li herêmên, rêveberiya xweser bi xurtî têkoşîn bikin û ji guhertin û veguhertina; hişmendiya civaka zayendperest re pêşengtiyê bikin. Weke ku em hemû jî dibînin xwepêhisîna jinê teyisîna xwe, li tevahî jinên herêmê jî kiriye û jinên pêkhatiyen din jî weke jinên Ereb, Suryan, Asurî, Ermen, Turkmen û li ser tevahî jinên cîhanê jî bandora xwe kirin. Li Suryeyê jî divan demên dawiyê de û bi taybet jî jinên, Ereb ên Elewî û jinên xelkên Dûrzî helwesteke pir bihêz, li hemberî hêzên tundrew û cîhadîst dane nîşandan û dengê, xwe bi hemû jinan û civakê dane bihîstin.
Ne dihate bawer kirin ku wê rojekê jinên Kurd, serî li hemberî zilmê bilind rakin û doza azadiya xwe bikin û pir zelal hate dîtin bêka çawa jinên Kurd, ên çalakvan û şerker mohra xwe li şoreşa Rojava dan û jêre bûn pêşeng û serkêş. Tekoşîn û çalakbûna jinên dilêr ji tevahî jinan re, bû çavkaniya bi xwe bawerbûnê û îlham dayîna tevahî jinan û bi yekitiya jinan re civakê jî hêz girt û yekitiya, xwe sazdike. Çawa ku jinê di serdema civaka xwezayî de, pêşengtî ji civakê re kiriye û weke ku çawa endezyarek; nexşeya avaniyekê çêdike jina xwedawend jî wiha, bi afrîneriya xwe civak sazûman kiriye. Lê mixabin em hemû jî dizanin ku mêrê desthilatdar û qatil, bi xistina jinê re civaka ku li derûdora jinê hatibûye; teşe gitin jî têye xistin û em dibînin ku rewşa civakê hatiye kîjan pileya xerabiyê.
Bi komploya mêr û hişmendiya wî a desthilatdar re, jin û civak têne koledar kirin û 5 hezar salin ku jin û civak; dinava dojeheke sotîner de jiyan dikin. Weke ku têye zanîn mêrê serwer û qatilê talanger, piştî serdemeke pir teyisok û bi rêbazê derew û fen û fûtan jin û civak; dixe nava qefeseke reş û tarî de. Û ew mêrê xasok û fêlbaz her dinava hewildana ku, jin û di şexsê jinê de jî civaka ku berdewama jinê bûye; dinava çerxa feleka xwe de ji hêz bixe û ji, xwe re sitxwar bike. Mêrê desthilatdar her bi rêbazê xwe yê xapîner, şikil dide jin û civakê û wan li gorî sudmendiya xwe; birêk û pêkdike û hewildide ku wan bike yê xwe. Û her çiqasî pergala dayika xwedawend têkoşîn, kiriye û li berxwedaye jî lê ji ber sedema ku mêrên pîr ên ji wan re; hatiye gotin: Şaman dinava saziya şerê taybet a binavê( Musa Qadîn de mejiyê jin û mêrên, ciwan dişon) ez, bi xwe siyaseta wan a wê demê weke rêbazê şerê; taybet ê seretayî dinirxînim.
Pergala mêrperest û desthilatdar a wê demê pergala, dayikê ya civaka xwezayî piştî têkoşîneke pir dijwar ji; hêz dixîne û li şûna wê pergala xwe bicih dike, lê bitemamî berevajî pergala dayikê li ser jin û civakê serwer dike. Û tekez gerek wiha neyê hizrîn ku dayika, xwedawend hema ji mêrê desthilatdar û qatil re xweradest kiriye; yan jî wiha bi hesanî mêr wê zeft kiriye. Û weke ku têye zanîn me hemûyan jî Manîfestoya çareseriya, aşîtî û civaka demokratîk a ku herî dawiyê ji hêla Rêber Apo ve; ji kongra 12 mîn PKK ê, re hatibû şandin. Piştî ku me her kesî xwend û hin mijaran bala me, kişand û hin kes jî matmayî man. Lê dema ku mirov dinava parêznamên Rêbertî de kûr dibe, wê demê mirov haj lêdibe ku Rêber Apo beriya niha jî; ev mijar anîne ser ziman lê rêbaz hîn dewlemend tir, bûye û mirov ji tevahî pirsên xwe re bersivê dibîne.
Tekez gerek her kes çi jin û çi jî mêr hemû têkevin nava, têkoşîneke pir xurt de û bi hurgilî lêkolîn bikin û têkevin, hewildana ku dîroka xwe ya ku nehatiye nivîsandin bixwînin û fambikin ji bo ku bibin xwedî danehyeveke, fikrî ku ji tewriyê derbasî meriyetê jî bikin. Pêwîste bê zanîn rastî jî dinava wî zimanê, mîtolojî û çîrokên devokî de veşartiye û gerek em pir bi hurgilî; wan bermahiyan vepexerînin û raberdûya xwe nasbikin. Lê carnan jî mirov dibîne ku hêza civakê ya fikir û ramanê, têrker nine ku hemû serdeman bi kûrahiya wan fambikin; lê bifikir û felsefa Rêber Apo civak gihaştiye pileyekê ku xwe, nasbike û xwedî li vîna xwe derkeve. Li gorî qinyata min tekez gerek em her kes rastiya, civaka xwe ya hatiye jîn fambikin ji bo ku em; xwe bigihînin wê hêza ku em xwe birêxistin bikin û ji serdemê re, pêşengtiyê bikin û serdema aşîtiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.
Pêwîste ji hêla tevahî jinan ve were zanîn ku çawa, di şexsê jinê de civakê wenda kiriye gerek berevajî wê; jî di şexsê jinê de vêcarê civak qezenc bike. Tekez gerek her kes mîtolojiyan bi hurgilî bixwîne û fambike, bi taybet jî mîtolojiya yekem a ku qala Îştar û Gilgamiş; dike û ziravaya rastiyan jî li wir pinahane( Veşartiye) û Rêber Apo, jî gelek caran bal kişandiye ser û heqîqeta wendayî û dibêje: Tekez gerek pir baş were lêkolîn kirin û xwendin, ji bo ku were zanîn bêka Gilgamiş çawa çend caran direve û têye; girtin lê nayê kuştin û gerek hun bi hurgilî, li ser lêkolîn bikin. Biqasî ku vê mijarê bala min kişandiye ser xwe, ewqasî jî hewildanên min hene ku ez vê mijarê; fambikim û rastiya wê dahurandin bikim. Ji xwe mijara zewaca pîroz a ku xwedawend, salê carekê bi ciwanekî re pêktîne jî bala mirovan; dikşîne û mirov dibêje gelo têye çi wateyê?
Dema ku ez dihizirim û lêkolîn dikim ez pir vekirî, dibînim ku jina xwedawend tedbîr girtiye û ew jî bi hilbijartina; mêrê herî bihêz, xasok û şerker hedef girtiye. Dema ku me pirtuka Rêber Apo a binavê manîfestoya Civaka Demokratîk xwend wê demê min famkir ku di serdema niçîrvaniyê de; komên kastîk katîl hebûne û ew jî komên nîçîrvanan bûne. Û bi demê re komên nîçîrvan ezmûn dikin û fêrî, textîkê şer û kuştinê dibin. Di wê serdemê de maden keşif kirine û çekên, opsidyen jî hatkine çêkirin û komên niçîrvan çav soriyê; li her kesî dikin û bi taybet jî li jinan û kêmên li derûdora wan ên ku dihêla fîzîkî de, zayîf zêdetir zextan dikin.
Her wiha dayika xwedawend hemû ferdên xwe yên, kilanan ên ku bêçek û parastin bûne weke devdîr ji wan mêrên xwedî çek, Qatîlên çav sor parastine û dibe ku heyanî demekê xwe, wiha parastibin lê bi demê re mêrên qatil bihêz dibin û bi temamî ji bin denetima dayika xwedawend, derdikevin û weke pergala sermayedar a îro li wan têye. Mêrê qatil û talanger wiha serwer dibin. Bûyera Gilgamiş jî hinekî wiha dertê pêşiya me û bi demê re hem, zekaya analîtîk û ezmûna niçîrvaniyê li cem mêran hîn xortir dibe û jin hew dikare bi wan tevdîrên xwe yên seretayî rê, li pêşiya serweriya mêran bigire û wiha serdema jinê têye guhertin û serdema mêran destpê dike. Çawa serdema mêran destpê kir rewşa jin û civakê, bi temamî hate guhertin û koledariyeke pir kûr li ser jin û civakê; hate sepandin û heyanî roja me ya niha jî ew koledarî berdewam dike.






