Dîlan Mulhim\Qamişlo
Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku her bijîşkek li gorî xwe lênerîna bijîşkî ji kesên nexweş distîne û gotin, “Pêwîst e Desteya Tenduristiyê û bijîşk bi erkên xwe yên mirovî rabin.”
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhayêlênerîna bijîşkan her ku diçe bilind dibe, ev yek jiyana welatiyan hîn bêtir zehmet û aloztir dike. Ji ber rêjeyeke mezin ji civakê hejarin, debara jiyana xwe bi zor û zehmetiyan peyda dikin. Ji milekî, bêkarî, rewşa hejartî, buhabûna pêdiviyên jiyanê û lênerîna bijîşkan hemû bi hevre barî welatiyan girantir dike. Rewşa heyî dihêle ku roj bi roj nerazîbûna welatiyan li hemberî vê yekê zêdebibe, ji ber ku di dema niha de nêzîkatiya bingehîn a xebatkarên tenduristiyê qezenckirina peryan e, bê ku bi jiya û rewşa welatiyan hizrandin çêbibe.
Di derbarê buhabûna lênerîna bijîşkan û sedemê wê me xwest ku nêrînên Desteya Tenduristî di vê derbarê de bigrin, lê Desteya Tenduristî got ku em di vê derbarê de nikarin tu tiştî bêjin. Ji ber vê yekê me berê xwe da cem bijîşkan û bijîşkan diyar kirin ku buhabûna lênerîna bijîşkan girêdayî Desteya Tenduristiyê ye û bi biryara wan ev yek pêkhatiye. Di heman demê de, hin bijîşk jî li gorî xwe lênerîna bijîşkî ji kesên nexweş distînin, ev yek diyar dike ku Desteya Tunduristiyê li nerazîbûnên welatiyan guhdar nake û piştguh dike. Di derbarê buhabûna lênerîna bijîşkan welatiyên bajarê Qamişlo Înata Casim û Iqlîma Hecac û ji Rojnameya me re axivîn.
‘Her bijîşkek li gorî xwe heqdestiya bijîşkî ji nexweşan distîne’

Welatiya bi navê Înata Casim da zanîn ku her bijîşkek li gorî xwe lênerîna bijîşkî ji nexwşan distîne bê ku Desteya Tenduristiyê li ser vê yekê bisekine û wiha got: “Her bijîşkeke li gorî xwe lênerîna bijîşkî ji kesên nexweş distîne, ev yek diyar dike ku Desteya Tunduristiyê li ser karê xwe nasekine. Herwiha vê yekê paşguh dike, ji ber vê yekê pêwîst e Desteya Tenduristiyê bi erkê xwe yê mirovî rabe û bi taybet di demeke ku têde ji hemû milî ve zorahiyên jiyanê zêde dibin û derfet jî kêmin.”
‘Bijîşk rewşa welatiyan nagirin ber çavan’
Înata Casim anî ziman ku ruxmî ku bijîkan soza xizmeta mirovî û wijdanî dane ku tedawiya mirovan bikin, lê berovajî vê yekê bijîşk ne li gorî pîvanên mirovî karê xwe dikin û wiha pê de çû: “ Niha buhabûna heqdestiya bijîşkan bûye weke bazirganiyê û bijîşk ne li gorî pîvanên mirovî karê xwe dikin. Herwiha gelek bijîşk bi aweyekî madî nêzî nexweşan dibin, ruxmî ku erkê bijîşkan rizgarkirina jiyana mirovan e, û pêwîst e bijîşk li gorî pîvanên mirovî nêzî kesên nexweş bibin, lê berûvajî vê yekê tê jiyan kirin.”
‘Pêwîst e, desteya tenduristiyê li nerazîbûn û giliyên welatiyan guhdar bike’
Înata Casim axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Ez bi hêvîme ku buhayê heqdestiya bijîşkan kêm bibe, herwiha pêwîst e pêşî li ber bihabûna lênerîna bijîşkan were girtin.”
‘Lênerîna bijîşkî ji 75 heta 100 hezar L.S ye’

Di heman demê de Iqlîma Hecac da zanîn heqdestiya bijîşkan li bajarê Qamişlo ji 75 heta 100 hezar L.S ye û wiha got: “Di vê dema dawî delênerîna bijîşkan li herêmê pir buha bûye, di vî warî de em gelek êş û zehmetiyan dikşînin û rewşa me ya aborî pir zor e, di heman demê de fonê me jî bi zorê pêdiviyên me yên jiyanê dabîn dike. Niha rewşa min ya tenduristî pir xirabe û min niştekariya dil çêkirî ye. Herwiha dermanê nexweşiya min pir buhane û buhayê dermanê min jî girêdayî buhabûna dolare. Di heman demê de, dema ku buhayê dolar dadikeve, buhayê derman weke xwe dimîne.”
‘Gel zêdetir berê xwe didin kilînkên gel’
Iqlîma Hecac axaftina xwe wiha berdewam kir: “Niha gel zêdetir berê xwe didin kilînkên gel, ji ber ku gilîkên gel hem buhayê heqdestiya bijîşkê wan kêm e û hem di aliyê derman de jî bi kesên nexweş re dibin alîkar. Di heman demê de, hin bijîşkên ku nû derçûne lênerîna bijîşkî kêm ji kesên nexweş distînin.”
Iklîma Hecac axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e Desteya Tenduristiyê û bijîşk bi erkê xwe yê mirovî rabin, herwiha divê ku Desteya Tenduristiyê çareseriyekê ji buhabûna lênerîna bijîşkan re bibîn e û li nerazîbûnên welatiyan guhdar bike û alûziya heyî çareser bike.”





