Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pêvajoya aştiyê lawaz be’

01/09/2025
in NÛÇE
A A
‘Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê pêvajoya aştiyê lawaz be’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Qamişlo meşeke girseyî li ser asta kantona Cizîrê hate lidarxistin.

Bi sedan ji şêniyên kantona Cizîrê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî û daxwaza azadiya fîzkî ya Rêber Apo berê xwe dan çerxerêya Osman Sebirî da ku tevlî meşê bibin. Meş li qada şehîd Rûbar veguhîrî mêtîngê.

Di meşê de pankartên li ser nivîsên “Kilîta aştî azadî ye, kilîta azadî jî Rêber Apo ye”, “Em azadiya Rêber Apo dixwazin”, Rojek bi jiyana azad re diyalok” hatin hildan herwiha bi durûşmeyên bê serok jiyan nabe, azadî ji bo Rêberê Netewî hate qîrkirin.

Piştî meş gihaşt qada Şehîd Rûbar deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan sekinîn, piştre nameya Rêber Apo ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanî bi zimanê kurdî Bêrîvan Omer û bi zimanê erebî Darşîn Xelîl xwendin.

Piştre bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat Telet Yûnis axivî û diyar kir ku di vê qûnaxa hesas de Rêber Apo pêvajoya Aştiyê destpê kir û misogeriya pêkanîna wê jî Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo ye û wiha got: “Bêyî azadiya Rêber Apo wê tu pêvajoyên ku derkevin pêş lawaz bimînin. Em dengê xwe bilind dikin ku ew ê têkoşîna me zêdetir bibe heta pêkanîna azadiya Rêber Apo. Rêber Apo bi salan ji bo pêkanîna demokrasî, azadî û wekheviyê berxwedaniyeke mezin dike. Ji bo avakirina Sûriyeke demokrat û bidawîkirina êriş û şer têkoşîna me ya ku bi felsefeya Netewa Denokratîk û bi yekîtiya gelan berdewam be.”

Bi navê Kongra Star jî Şaha Xelîl Axivî û wiha anî ziman: “Rêber Apo ev ne cara yekê ye ku banga aştiyê dike, lê dewleta Tirk vê yekê qebûl nake û hincetan dike, Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn xebatan dike, lê mixabin heya niha ew di zindanê de ye. Em bang li dewleta Tirk dikin ku ji bo ev pênvag biserkeftî bibe pêwstî bi azadiya Rêber Apo heye.”

Meş bi olandina sloganên bè serok jiyan nabe bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.