Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ferzende Munzir: 2006 kes tevlî kampanyayê bûne

01/09/2025
in ROJEV
A A
Ferzende Munzir: 2006 kes tevlî kampanyayê bûne
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endamê rêveberiya Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, Ferzende Munzir eşkere kir ku heya niha 2 hezar û 6 kes tevlî kampanyaya “Ez dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” bûne.

Di bin diruşmeya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de, di 5’ê Pûşberê de, kampanyayek cîhanî hate destpêkirin.

Armanc ew bû ku dewleta Tirk di zûtirîn dem de derfetê li pêşiya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bîne. Herwiha Rêber Apo piştî 26 salan ji tecrîda fêzîkî were azadkirin.

Însiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan di 20’ê Tebaxê de tevlî vê kampanyayê bûn.

Ev kampanya ji wê rojê ve kete meriyetê û wê heya roja 10’ê Îlûnê deng, name û navên ku wê tevlî kampaniyayê bibin, bên qebûlkirin.

Derbarê vê kampanyayê de endamê rêveberiya Însiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, endamê rêveberiya însiyatîfê Ferzende Munzir ji rojnameya me re axivî.

‘2006 kes tevlî kampanyayê bûne’

Munzir eşkere kir ku heya roja îro 2006 kesan navê xwe ji bo pêkanîna hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re tomar kirine û wiha domand: “Kampanyaya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo bi daxuyaniyekê di 20’ê Tebaxê da destpêkir, ev yek jî piştgiriyek bû ji bona kampanyaya cîhanî. Berî ku em dest kampanyaya xwe bikin, plan hat dayîn, amadekariyên ji bo birêvebirina pêngavê hatin kirin. Bi destpêkirina kampanyayê re armanca me ew bû ku em dengê akademîsyen, parêzer, çalakvan, siyasetmedar, rewşenbîr, serokeşîr, qebîle û kesayetên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûryê û tevahiya Sûriyê bigirin dest. Lê piştî wê me dît gelek qadên din ên ji civakê weke bijîşk, endezriyar û hwd…. dixwazin navê xwe ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re tomar bikin û tevlî kampanyayê bibin. Ev kampanî li ser asta tevahiya Sûriyê, ji hemû parêzgehên Sûriyê weke Şam, Heleb, Tertûs, Laziqiyê, Siwêdayê û hwd… tevlî bûn. Bi giştî vê pêngavê hemû rengên gel û pêkhateyên Sûriyê hembêz kir, bi rengekî rasterast nav hatin tomarkirin, herwiha gelek kes bi riya onlaynê tevlî bûn. Niha jî hejmara kesên ku tevlî kampanyayê bûn 2006 kes in, ev pêngav heya 10’ê Îlûnê wê dewam bike.”

‘Wê encamên kampanyayê ji çar saziyên navnetewî re, were  şandin’

Ferzende Munzir da zanîn ku wê encamên kampanyayê di Roja Aştiyê ya Cîhanî de bên eşkerekirin, paş ji 4 saziyên navnetewî re bên şandin û wiha qedand: “Piştî komkirina navê kesên ku daxwaza hevdîtinê bi Rêber Apo re kirine, wê ew nav li gorî pîvan û sîfeta wan ên weke rewşenbîr, akademisyen, parêzer û hwd… bên dabeşkirin. Piştî wê jî em ê di 21’ê Îlûnê de ku roja Aştiya Cîhanî ye, encamên kampanyayê eşkere bikin. Paşê em ê, ji saziyên netewî yên weke Neteweyên Yekbûyî, Meclisa Ewropî, CPT û Meclisa Hiqûqî ya Neteweyên Yekbûyî re bişînin. Dewleta Tirk bangî biratî û aştiyê dike, lê ji bo pêvajoyê gavan navêje, heya niha tişta erênî ku bûye, damezrandina komisyonê ye, lê wekî din dewleta Tirkiyê giran tevdigere. Rêber Apo di vê hevdîtina dawî bi şandeyê re çêkir, perspektîf dan, Rêbertî bal kişand ser pêvajoyê û got, “Aştî ne tenê bi bêdengiya çekan pêk tê, pêvajo bi demokrasiyê, azadî û edaleta civakî pêk tê, lewma jî pêwîst e di vê çaçoveyê de dewleta Tirk gavên bi cesaret bavêje.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.