Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Operasyona Ewlehiya Domdar a Gelan gelek xeterî ji holê rakir’

01/09/2025
in ROJEV
A A
‘Operasyona Ewlehiya Domdar a Gelan gelek xeterî ji holê rakir’
Share on FacebookShare on Twitter

 Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberê Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Qehreman Murad diyar kir ku gelek şaneyên DAIŞ`ê di herêmê de belav bûne , ev jî ji bo tevahî herêmê xeterî ye û wiha got: “Operasyona Ewlehiya domdar a gelan gelek xeterî ji hole rakir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 30’ê Tebaxa 2025`an li bajarê Hesekê, operasyoneke berfireh bi navê “Ewlehiya Domdar a Gelan” dest pê kirin. Di operasyonê de bi ser gelek veşartgehên şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê de hat girtin û çend torên terorîstan hatin hilweşandin. Di vê çarçoveyê de Rêveberê Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Qehreman Murad ji Rojnameya me re axivî.

Qehreman Murad di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di operasiyona bi dirûşmeya Ewlehiya Domdar a Gelan ku li bajarê Hesekê hat destpêkirin 51 çete yên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin û wiha got: “Di 30’ê tebaxa 2025`an de, Hêzên Suriya Demokratîk (QSD). Hêzên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlîkariya Hundirîn, li bajarê Hesekê dest bi operasyoneke bi dirûşmeya  ‘Ewlehiya Domdar a Gelan’ kirin. Di operasyonê de 51 çeteyên ji şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin.  Bêguman beriya ku em dest bi vê poerasyonê bikin, me agahiyên zelal girtin ku ev kesên hatin girtin gelek çalakiyên li dijî sivîlan, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Elîkariya Hundirîn pêk anîne. Di heman demê de hin agahiyên zeleal û rast ji me re hatin ku ev şaneyên DAIŞ yên li bajarê Hesekê dixwazin êrişekî li ser girtîgiha Sînaa ya li Xiwêran, dest pê bikin, belê ev girtîgeh jî hijmarek ji çeteyên DAIŞ`ê lê hene. Ji ber vê yekê me pêwîstî dît ku operasyonek wiha were destpêkirin, ji bo parastin û ewlehiya gelê me. Herwiha ev operasyona ku hat destpêkirin mezin bû, em ê her operasyonên bi vî rengî pêk bînin da ku tevlîhevî û xeterî di civaka me de çênebe ku gel her bi rengekî ewle û rehet tevbigere. Di operasyonê de gelek embarên çek, cebilxane û lojîstîkê yên şaneyên terorîst hatin desteserkirin.”

‘Operasyona Ewlehiya domdar a gelan gelek xeterî ji hole rakir’

Qehreman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ev tevlîheviya ku niha li Sûriyê heye û guhertina hikûmeta Sûriyê ku çeteyên DAIŞ`ê ji xwe re wekî derfet dîtin ku xwe ji nû ve rêxistin û ava bikin, di demên dawî de gelek şaneyên DAIŞ`ê di herêmê de belav bibûn û  hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, her çareseriyeke siyasî ya aloziya Sûriyê asteng bikin û rê li ber pêkanîna aştiyê bigirin. Lê em û hêzên QSD’ê rê nadin wan. Li ser vê bingihê jî wê operasyonên me yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bidomin. Bê guman hebûne çeteyên DAIŞ`ê jî ji bo tevahî herêmê xeterî ye, lewma em her hewl didin ku bi riya operasyonan herêmê ji şaneyên DAIŞ`ê paqij bikin. Ev operasyona Ewlehiya domdar a gelan gelek xeterî ji hole rakir. Em ê gelek operasyonên wiha pêk bînin, yanî her car hêzên me ev planên çeteyên DAIŞ`ê têk dibin û nehêlin ku ew bighîjin armancên xwe.”

 ‘Wê şopandina me ji bo kesên biguman hebe’

Rêveberê Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Qehreman Murad di dawiya axaftina xwe de wiha an ziman: “Pêkanîna operasyonekî wiha serkeftî, ji bo me û tevahî gelê herêmê gaveke pir girîng bû, em hewl didin ku ewlehî û aramiya herêmê biparêzin. Ev operasyona Ewlehiya Domdar a Gelan wê ne ya dawî be, her wê şopandina me ji bo kesên biguman hebe û operasyonên têkibirina terorê  di hemû aliyan de pêk bînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.