Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo: Eger ev pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve, dê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere

01/09/2025
in NÛÇE
A A
Rêber Apo: Eger ev pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve, dê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li Hewlêrê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê “Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve”  tê lidarxistin.

Rêber Abdullah Ocalan ji konferansa Hewlêrê re  ya ku Navenda Lêkolînê ya Rudawê sazûman dike, peyameke nivîskî şand û peyam ji aliyê Parlamaneterê DEM Partiyê Mîthat Sancar ve hat xwendin.

Peyama Rêber Apo bivî awayiye:

“Beşdarên hêja,

Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim.

Ez ji bo lidarxistina vê konferansê û bi taybetî jî ji bo ku sernavê “Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve” diyar kiriye vê konferansê pîroz dikim. Ev sernav, rastiyê bi awayekî rast nîşan dide. Me di çil salên borî de bi tecrubeyên tal gelek caran dîtin, li Tirkiyeyê aştî îhtimal û rewşek e ku bi zehmetî bi dest dikeve. Vê carê jî derfeta aştiyê “bi zehmetî bi dest xist”, lê ji bo gihandina encamê em bi hemû hêz û hesasbûna xwe hewl didin.

Eger ev pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser bikeve, dê qedera hemû Rojhilata Navîn biguhere; dê serdemeke nû destpê bike ku tê de li şûna şer û wêraniyan, jiyaneke demokratîk a li ser bingeha aştiyê cih bigire.

Tercîha min ew e ku Kurd, bi wan dewletên ku derfeta pêwendiyeke li ser bingeha civaka demokratîk didin wan re, di nav yekîtî û hevgirtinê de bin. Ez vê yekê wekî “entegrasyona li ser bingeha civaka demokratîk” pênase dikim. Pêvajoya ku em niha dimeşînin dispêrim ser vî esasî û ez di wê baweriyê de me ku dê bi ser bikeve.

Li gorî min, divê pêwendiyên di navbera Kurdan de jî di şêweyê yekîtiyeke li ser bingeha demokratîk de bin. Ez bangî hemû Kurdan dikim ku li ser zemîneke demokratîk bicivin û bibin yek.

Ez ji bo konferansa we hêviya serkeftinê dixwazim û silav û rêzên xwe yên ji dil pêşkêş dikim.

Abdullah Ocalan

Girava Îmraliyê”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.