Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêveberê Radiyoya Orkêş Sebah Hemo di salvegera 13’emîn ya Radyoya Orkêş de destnîşan kir ku Orkêş bûye deng û hêza civakê û wiha got, gavên destpêkê pir zehmet bûn lê îro li ser wê mîrasê kar û xebat berdewam e.
Radyoya Orkêş ket sala 13’emîn ku li Amûdê dest bi weşanê kir û statuyek taybet û guhdarvaniyeke xurt ji hemû komên etnîkî, di nav de Kurd, Ereb û Suryaniyan bi dest xistiye. Orkêş hewl dabû ku bibe dengvedana Şoreşa Rojava û dengê rastîn ê pêkhateyan. Radiyo Orkêş di dawiya 2013’an de li Amûdê dest bi weşana xwe ya ceribandinê kir û di 1’ê Îlona 2014’an de dest bi weşana zindî kir.
Radyoya Orkêş dengê şoreşa Rojava vedibêje û dixebite da ku rastiya şoreşê û tiştên ku li Rojava diqewimin ji civak û raya giştî re ragihîne. Li aliyekî din jî radiyo stranên welatparêzî, şoreşgerî, gelerî û helbestan weşan dike.
Orkeş ji bo vejînkirina çanda Hûriyan e
Navê Orkeş ji Girê Orkêş, ku wekî Girê Mozan jî tê naskirin hatiye, dîroka wê vedigere 6 hezar sal berî zayînê, Hûrî lê dijiyan ji ber vê yekê, radiyo ji bo vejandina çanda gelên Mezopotamyayê û şaristaniya Hûriyan bi vî navî hat binavkirin.
Derbarê 13’emîn salvegera Radiyoya Orkêş Rêveberê Radiyoya Orkêş Sebah Hemo ji Rojnameya me re axivî.

Sebah Hemo di destpêkê de diyar kir navê Orkêş di dîroka gelê Kurd de watedar e û wiha berdewam kir: “Dema firka vekirina radiyoya Orkêş hate pêşkêşkirin, li çand û dîroka berê ku Amûdê temsîl dike navê Orkêş hate hilbijartin. Kesên ku destpêkê xebata Orkêş dane destpêkirin kesayetên rewşenbîrên Amûdê bûn ku xwestin vê radiyoyê bidin avakirin, wan xwestin çanda şoreşê û çanda civakek demokratîk pêş bixin.
Ji dema destpêkirina şoreşa Sûriyê di nav de herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku veghurî şoreşeke cuda bi navê şoreşa 19’ê Tîrmehê, vê şoreşê ne tenê aliyên leşkerî girt, lê belê çandî, civakî û raghandin jî girt dest.”
‘Ragihandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû çavkanî ji cîhanê re’
Sebah Hemo di axaftina xwe de bal kişand li ser destpêkirina aktîvkirina qada raghandinê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha anî ziman: “Zehmetiyên pir mezin li pêşiya vê qadê û rojnamevanan derket, kesên pispor, akadîmîk û xwedî tecrûbe tune bû, kesayetên di civakê de ev erk xistin li ser milê xwe, di nava rêvebirina kar de xwe fêrî her tiştên têkildarî raghandinê kirin, ji şaştiyên ku tê de hatin derbaskirin fêrbûn, piştre bi tecrûbeyan re qada raghandinê pêşket êdî, Televîzyon, ajans û radiyo hatin damezirandin û dest bi wşanê xwe kirin herwiha raghandina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû çavkaniyeke ji raghandinê cîhanê re.”
‘Radiyoya Orkêş tecrûbeyeke mezin qezenc kir’
Sebah Hemo diyar kir ku Radiyoya Orkêş di seranserî 12 salên tijî kar û xebatên cuda tecrûbeyeke mezin qezenc kir û wiha berdewam kir: “Bi teknîkên pir kêm Orkêş dest bi weşana xwe kir, di nava zehmetî û pirsgirêkên cuda derbas bû, yek jê ji aliyê teknîkî kêmasî hebûn, hin caran alav pêwîst bûn lê heta dihaşt destê me demeke dirêj derbas dibû, lê kêleka vê yekê ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser amûrên me yên teknîkê me gelek zehmetî kişand û carnan weşan dihat sekinandin.
‘Radiyoya Orkêş Netewa Demokrat ji xwe re bingeh girt’
Rêvebrê Radyoya Orkêş Sebah Hemo tekez kir ku Orkêş bû deng û hêza civakê û wiha gotina xwe qedand: “Orkêşa Xeta sêyemîn û Netewa Demokratîk ji xwe re bigeh girt, ji ber kesên tê de kar dikin endamên vê civakê ne ku şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser xeta sêyemîn avakirin, êdî ev xet serkeftin û deskeftiyên pir mezin bi xwe re anî. Drûşmeya wê“Civakek Azad, Cvakek Demokrat” e. Orkêş bi zimanê kurdî û erebî weşanên xwe pêşkêş dike, nêzî 13 endama tê de kar dikin û 19 bername têne pêşkêş kirin, tê de bernameyên têkildarî jin, zarok, ciwan, siyasî, çandî, hunerî û analîzkirin hemû qadên civakê yên giring di nava Orkêş de cih digre. Em hewil didin ku di riya malperên civakî dengê xwe bighêjînin cîhanê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Radyoya Orkêş di seat 7 kêm deh deqeyan yê sibehê de dest pê dike û heta seat 12’ê êvarê dewam dike. Bernameyên sibehê ji seat 9 û nîv dest pê dike û heta 11 ye, piştre bernameyên cuda têne pêşkêşkirin û seat 9’ê êvarî nûçe tên dayîn û piştî wî stran tên pêşkêşkirin heta 12 êvarî ku weşan tê rawestandin.





