Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Abdullah Ocalan: Aştî û demokrasî dê bi têkoşîna gelan mayinde bibe

01/09/2025
in ROJEV
A A
Abdullah Ocalan: Aştî û demokrasî dê bi têkoşîna gelan mayinde bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştuya Cîhanê peyamek şand û got: “Banga me gaveke stratejîk û qonaxeke dîrokî ye. Aştî, demokrasî û azadî bi têkoşîna gelan teqez mayinde dibe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek şand. Peyama Abdullah Ocalan di mîtînga li Stenbolê de hate xwendin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

“Ji kesên bo aştî û demokrasiyê têdikoşin re…

Banga me ya ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk, ne gaveke siyasî ya ji rêzê ye; gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye. Bi vê bangê re hem li Tirkiyeyê hem jî li seranserî Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû ya jiyaneke demokratîk a ser bingeha aştiyê heta dawiyê hatine vekirin ku dê şûna şer û wêraniyan bigire.

Ev, ne tenê daxwazek e; rastiyeke şênber e ku divê bi derfetên xurt û gavên pratîkî yên cidî were avakirin. Ji ber ku aştiyeke rasteqîn, tenê bêdengbûna çekan an jî bidawîbûna pevçûnan nîne. Aştiya rasteqîn, demê azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de ava bû pêkan e. Veguherîna civakî ji bo gelên me ne tenê mafek e. Di heman demê de peywira sereke ya serdema nû ya pêşiya me ye.

Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê dê bi têkoşîna gelên me re teqez mayinde bibin û di nava jiyana civakî de cihê xwe bigirin. Ev welat êdî dê bibe welatê wan kesan ên ku aştî û jiyana demokratîk hem weke mafê xwe hem jî peywira xwe dibînin.

Bi wesîleya 1ê Îlonê ez bang li gelên me dikim ku xwedî li vê peywira dîrokî derkevin û meşa aştî û azadiyê hêj bêhtir mezin bikin.

Di wê baweriyê de me ku hemû kes dê cidiyeta vê serdemê fêm bike, xwe li ber çavan derbas bike û li gorî ruhê aştiyê tevbigere. Bi vê baweriyê, ez we hemûyan bi hezkirin û rêzên xwe yên bêdawî silav dikim.

Abdullah Ocalan”

Girava Îmraliyê.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.