Ayşa Silêman/ Dêrik
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeyên ‘Ji bo Rêber Apo Azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî, Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’ li bajarê Dêrikê meşeke girseyî lidar xistin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeyên ‘Ji bo Rêber Apo Azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî, Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’ li bajarê Dêrikê meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de hemû endamên saziyên Rêvebriya Xweser û şêneyên Dêrikê beşdar bûn.
Meş ji çerxereya Şehîdan bi dirûşmeyên ‘Bê serok jiyan nabe, Berxwedan jiyan e’ dest pêkir û li gel Meclisa malbatên Şehîdan veguherî mîtîng.
Di destpêka mitîngê de beşadr xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Piştre li ser navê Kongra Star Sîham Dawûd axivî û wiha got:” Em ê hertim li ser piya bin û li kêleka Rêberê mirovahiyê bin, em ê hertim li ber xwe bidin heya ku aşitî, aramî, azadî û civakeke demokratîk were avakirin. Berî du rojan şandeya Îmraliyê serlêdana Rêber Apo kirin, raste agahî hatin ku rewşa wî ya tenduristî baş e, lê ev agahî ne têrkere, banga Aşitî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo di 27‘ê Sibatê de kir, heya roja îro gavên cidî ji aliyê dewletê ve nehatine avêtin da ku ev pêngav li pêş bikeve. Banga me wek jin ji bo dewleta Tirk û hemû dewletên din, heger hûn rast dixwazin di Rojhilata Navîn de azadî û wekhevî were pêkanîn, pêwîste berî her tiştî pirsgirêka gelê Kurdê were çareserkirin û di nav de jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe. Her carî ku hevdîtin bi Rêber Apo re çêdibe banga wî ji jinan re heye, ji ber ku ev 50 sal in hêviyên xwe li ser hêza jina azad dide avakirin. Em jî wekî jin çawa ku me bîr û baweriyên xwe ji fikir û ramanên Rêber Apo girtiye, em ê hertim ji Rêberê xwe re bêjin heya dawiyê avakirina civakake Demokratîk û avakirina aşitiyê di nav civakê de, wê berxwedana me dewam bike.”
Meş bi siloganên‘ Bijî Berxwedana Êmralî, Rêber Apo Rûmeta Me Ye’ bidawî bû.





