Mihemed Seydi
Piştî ku Rêjîma Baas hilweşiya û Beşar El- Esed reviya, HTŞ wekî desthilat hat sepandin. Ebû Mohamed El-Colanî kirin Ehmed El-Şeri û ew wekî serok dan pêş û wiha çîroka bi êş ya xelkê Sûriyê careke din nivîsîn. Vê desthilata nû jî yek nekir didû û yekser li Beravê dest bi kuştina Elewiyan kir. Hêzên navdewletî yên ku li peyî vê desthilata li Şamê ne, dema dîtin Ehmed El-Şeri kontrolê wenda dike, ew bi fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî re civandin û peymana 10’ê Adarê îmze kirin. Bi vê yekê jî xwestin rewabûnekê bidin desthilata li Şamê û QSD’ê jî bi niyeta ku komkujî bi dawî bibin beşdar bû. Lê pişt çend rojan ji imzekirina vê peymanê, reşnivîsa destûrî derket ku serokê desthilata veguhêz jî ew îmze kir û tê de ji bilî tunderewiyê hemû pêkhate, ol û rengan red dike. Hinek deng li ser vê reşnivîsa destûrî ku ji ya şofîniya Baas xirabtir e derketin, lê tişt neguherî. Di heman wextê de li ser dezgehên çapemeniyê yên Erebî bi taybet propagandaya ku hîn desthilat nû ye û dem jêre pêwîste da hin tiştan baştir bike dihat kirin. Digotin divê QSD’ê û pêkhate pêre li hev bikin û destekê bidinê, lê komkujî bi destê komên selefî û islamîst dewam kirin. Li ser zextên hin rêxistinên mirovî û raporên dezgehên çapemeniyê yên weke Reuters, desthilatê got ku ew ê komîteyekê ava bike da kesên destê wan di kuştina Elewiyan de heye diyar bike û wan ceza bike. Lê vê komîteyê çi kir? Got ku ev kes bi destê bermahiyên Rêjîma berê hatine kuştin. Hîn encamên lêkolîna vê komîteyê derneketibûn, li Siwêdayê jî komkujî pêk hatin û di nava qada navdewletî de deng veda. Vê carê jî ji bo Ehmed El-Şeri biparêzin, xwestin QSD’ê destwerdan bike, lê QSD’ê qebûl nekir û li dijî komkujiya helwest nîşan da.
Lewra vê carê dîsa dewleta Tirk ket dewrê û niha jî wekî berê dibêje bila Reqa û Dêra Zorê radestî Şamê werin kirin ji ber ew herêm yên Erebî ne, lê ji bîr kiriye ku wê axa Sûriyê û bajarên Kurd û Ereban dagirkiriye. Ji ber dibîne bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî projeya Neteweya Demokratîke ku hemû pêkhate beşek ji wê ne, wiha difikire ew ê parçebûnê bike nava wê da bihêle MSD’e û QSD di danûstandinan de lewaz be. Lê ka wê Şam çi bide kê û çi di destê wê de heye?
Komîteya lêkolîna komkujiyan ava kir ku li ser endamên wê bi xwe lêkolîn divê were kirin. Qaşo reşnivîsa Destûrê ragihandin ku ji ya Baas xerabtir bû û di nava xwe de fikrên DAIŞ dihewîne. Hikumetek ava kir ku hemû endamên wê Gendelîkar û fasidin. Gotin wê hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyê lidarbixin, lê serok dikare ji nîvî zêdetir endaman bi xwe hilbijêre. Herî dawî jî gotin ku komîteya dadweriya veguhêz ava kirine ku ji endamên wan ew bûn ku bang dikirin bila Tirk werin Kobanê û Sûriyê dagir bikin. Hîjar ew ê çi xêr ji desthilateke wiha bê?






