Remezan Olçen
1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê îsal jî dîsa di bin siya şer û xwînê de hat pêşwazîkirin. Tevî ku hunera herî mezin aştî ye jî serdest û desthilatdar bi xwîn, êş û azar û mirinê vê hunerê ji mirovahiyê didizin. Helbûkî piştî Şerê Duduyan ê Cîhanê di encama têkoşîna mezin a civakan de dewletdar di kêliyeke dîrokî de mecbûr man kumê xwe daynin ber xwe. Roja ku Hîtlerê Nazî êriş bir ser Polonan û bû despêka şer weke roja aştiyê qebûl kirin. Bi vê pejirandinê re dixwestin bibêjin ku bila mirovahî vê roja ku bû despêka ewqas êşa mezin ji bîr neke ku bila careke din xwe dûbare jî neke.
Lê nebû. Serdestan tim bi civakan êş dan kişandin. Weke ku çarenûseke bêyî şer ne mimkûn be weke ku ev qeder be nîşan dan. Heta radeyekê jî divê armanca xwe de bi ser ketin. Îro roj tu mirovek li ser rûyê zemînê tine ku êşa şer bi awayekî neketibe nav jiyana wî/ê û jiyan lê neherimandibe. Şer jiyanê jehrî dike. Lê jehrkuja wê jî heye aştî. Aştî belkî ji bo mirovahiyê giştî îro roj hêviyek zenûn be. Dibe ku nebûna şerî jî weke aştiyê bê dîtin. Lê aştî ji van têgîn û rewşan pir cudatir e. Ew kamilbûn û xwegihandina heqîqeta bihevrebûn û serbestiyê ye.
Dêhna xwe bidinê serdestî bi xwe re bindestiyê jî weke rewşekê derdixe hole lê serbestî tişteke din e. Serbestî lêgerîna li hunera aştiyê ye. Li çûkeke biçûk bifikirin di nav qefesê de xwe çawa li vî alî û li wî alî êend dike. Fir dide xwe ku xwe ji wê bindestiyê rizgar bike, xwe ji wê rewşê aza bike. Li serbestiyû li aştiyê aştiyê digere. Ew çûka biçûk û delal jî dizane ku aştî ahenge gerdûnê ye. Serdestan ji xwe re çîrokeke çêkiriye ku gerdûn di encama kaosê de çêbûye. Ev xapandineke mezin e. Gerdûn di nava ahengekê de çêbûye. Şev jî delal e roj jî delal e. Aheng di vir de ye. Aştî di vir de ye. Zivistan jî delal e bihar jî delal e. Aheng di vir de ye. Ji duduyan yek yanî aheng yanî aştî çêdibe.
Di vê dewra ku çarmedor di nava şer û xwînê de ye, lêgerîna li aştiyê hunera herî mezin e. Dema mirov bi vê serwextiyê li lêgerîna çareseriyê ya Rêber Apo dinêre, hinge mirov têdigihîje ku kar û xebata dike, ked û emega wî ya ji bo aştiyê, ji bo dawî li şer bê çiqas biqîmet e. Ji ber wê jî em li xwe vegerin û ji xwe bipirsin, em çiqas ji bo aştiyê dixebitin. Em çiqas ji bo serbestiyê dixebitin. Qedera me ne qefes e. Heqîqeta me fira bi baskên aştiyê ye.





