Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gundê Zixatê

31/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Gundê Zixatê
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Gundê Zixatê yek ji kevintirîn gundên Rojavayê Kurdistanê ye ku beriya 3 hezar sal ji hêla Aşûriyan ve hatiye avakirin. Di gunde gireke kevnar heye û axa gund ji bo tevahî cûreyên çandiyê guncav e.

 Navê gundê Zixatê  

Gundên Rojavayê Kurdistanê dergûşa şaristaniyê ne, yek ji kevintirîn gundên herêmê, gundê Zexatê ye ku beriya 3 hezar sal ji aliyê Aşûriyan ve nav lê hatiye kirin. Ji ber ku axa gund dewlemend bû û hertim kanî têde diteqiyan û zêde dibûn, ev nav ji zayînê hatiye. Di vî gundî de girekî kevnar heye li ser wî girî qesra Omer Axa hebû û têde dijiya, ku ew ji eşîra Hesinî bû lewma hemû kesên vê eşîrê xwe li gund girtibûn, ji ber vê yekê bi deşta Hesina dihat naskirin. Ev gund mîna daristanekê lê hatibû ji ber ku ava wê zedebû hemû cûreyên giya û daran têde şîn dibûn û mezin dibûn. Her wiha ev giyayên ku şîn dibûn, wek derman dihatin bikar anîn. Heye van salên dawî jî ji ber pirbûna avê gundiyan ji tevlî genim, birinc û pambû jî diçandin.

Dîroka gundê Zixatê

Omer Axa û keça Hemko Wedha bi hev re zewicîn û li ser girê Zixatê di qesra xwe de bicih bûn. Di wê demê de 40 gayên wî hebûn û bi wan cot dikirin. Di heman demê de di gund de pirek hebû ku gelek gund û bajar digihandin hev, çi kesê ku di ser pirê re derbas dibûn Omer Axa bac ji wan distandin. Di sala 1920‘an de piştî ku Ferensa ev herêm xist bi kontrola xwe êdî ji sala 1920‘an heya 10 salan jî kes di gundê Zixatê de ne dijiya, ji ber ku gund wek daristanê bû û gundî ditirsan bijîn. Di salên 1946-1947’an Feransa hemû gundên herêmê li Axayan belav dikir û mal û zeviyên gundiyan li ser navê axa dinivîsandin û gundî ji hertişî mehrûm dikirin. Zarokên Egîd Resûl Axa ku ji gundê Til xenzîr bûn, di navbera wan û Ferensa de lihevkirin çêbû ku gundê Zixatê bidin wan. Piştî li hevkirinê êdî hersê kurên Egîd axa û dayîka wan Xensa di gund de cih girtin, heya roja îro jî hin mal û milk di gund de hene li ser navê wan e. Êdî ji nû ve gel hatin di gund de bicih bûn û gund hat avakirin û hemû gundiyan kar û xebat dikirin dibin xizmeta axan de.

Bandora hişmendiya axeyan

Ji ber ku desthilatdariya axan bandor li hişmendiya gundiyan kiribû, piştî ku Şoreşa Rojava li darket jî wan guhertin di hişmendiyê xwe de qebûl nedikirin. Gundiyê bi navê Rêzan Meirûf ji ber ku wî partî baş naskiribû û pirojeya netewa demokrat zelal bû ji bo wî, lewma wî gelek serlêdana mala gundiyan dikir, lê gundiyan gelek caran ew ji malên xwe derdixistin û axaftinên wî qebûl nedikirin. Lê piştî israr û keda sala wî karî guhertinê di hişmendiya gundiyan de çêke û niha jî dest bi avakirina komînekî di gund de dikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.