Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Qedexekirina li ser ziman berdewam e, lê xwepişaftin jî heye’

31/08/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
 ‘Qedexekirina li ser ziman berdewam e, lê xwepişaftin jî heye’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî Subhî Uzgen da zanîn ku pêwîst bû serokatiya komisiyonê derfet bidaba dayika aştiyê ku bi zimanê Kurdî axivîba û got, “Piştî pêvajoyê hêviya gelê Kurd çêbû, lê qedexekirina zimanê Kurdî berdewam e.”

Nêzî şeş mehan e ku banga Rêber Apo ya ji bo pêkanîna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin, da ku şer bi dawî bibe û gelên Kurd mîna gelên Tirk mafê xwe ji hemû alî ve bi dest bixin. Tevî vê bangê jî hîna gavên hiqûqî bi rengekî hiqûqî ji bo mijarên weke azadkirina girtiyan, şerê nijadperestî, qedexkirina li ser ziman a ku ji hêla dewleta Tirk tê, didomin. Derbarê qedexekirina zamên Kurdî li Bakurê Kurdistanê, Serokê Komîteya Hereketa Zimanê Kurdî Subhî Uzgen ji rojnameya me re axvî.

‘Pêwîst bû rê dabana dayika aştiyê ku bi Kurdî biaxive’

Subhî Uzgen da zanîn ku pêwîst bû serokatiya komisiyonê derfet bidaba dayika aştiyê ku bi zimanê Kurdî biaxivîba û wiha got: “Ji bo meşandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, destpêkê dewleta Tirk xwest ku navê wê bibe Tirkiya Bêteror, lê vê yekê sifeteke nexweş îfade dikir paşê navê wê Komisiyona Demokrasî, Xuşk-Biratî û Hevgirtina Netewî hate avakirin. Her kes dizane ev komisiyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî ava bûye. Gelek kesên nijadperestên Tirk li dijî kar û xebata komisiyonê ne, lê bi awayekî giştî her kes bi rengekî erênî avakirina komisiyonê dinirxîne. Weke tê zanîn ku di heftiya bûrî de civateke komisiyonê hat lidarxistin û têde jî hin dayikên endamên PKK’ê ku navê wan dayikên aştiyê ne li civatê amade bûn. Di wê civatê de dayikek ji wan xwestibû bi zimanê Kurdî biaxive, serokatiya komisiyonê rê neda wê ku biaxive, ev yek jî gelekî hate rexnekirin, em jî rexneya xwe derbarê de tînin ziman, pêwîst bû ku mafê axaftina bi Kurdî ji bo dayikê bihatiba dayîn û her kes lê guhdar bikiriba. Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermi dive civata Kurdî li ser doza vê yekê bi israr be.”

‘Piştî pêvajoyê hêviya gelê Kurd çêbû, lê qedexekirina zimanê Kurdî berdewam e’

Uzgen destnîşan kir ku piştî pêvajoyê hêviya gelê Kurd çêbû, lê qedexekirina zimanê Kurdî berdewam e û wiha bi lêv kir: “Dema ku Devlet Bahçelî di meclisa Tirkiyê de ji bo destpêkirina pêvajoyê axivî û bang li Abdullah Ocalan kir, bi şûn de hêvî û rihetiyeke mezin li tevahiya Tirkiyê çêbûye. Di heman demê de ew tundiya berê heya radeyeke baş nema ye, lê belê xedexeya li ser ziman û çanda Kurdî hîn berdewam e. Ji sala 2012’an ve mafê dayîna dersên zimanê Kurdî li dibistanên navîn heye, lê dewletê ev yek nedaye nasandin, hem jî gelê Kurd li van dersan xwedî derneketiye. Van 30 salên dawîn li Tirkiyê doza fermîbûna zimanê Kurdî nehatiye kirin, hem jî zimanê ku bi riya wê siyaset dihat meşandin ne Kurdî bû, li aliyekî din koçberiyeke mezin a Kurdan ji gundan ber bi bajarên Tirkiyê ve çêbû, pişaftin weke lehiyekê bi ser Kurdan de hat. Di roja îro de li 5 zanîngehên Tirkiyê beşa Ziman û Edebiyeta Kurdî hey, nêzî 3 hezar kes jê derçûne û niha tenê 300 kes ji wan dest bi kar kirine. Hewldan ji hêla hin sazî û kesayetên ku mijûlî ziman dibin, hene, di sala Koronayê de me komeleyek bi navê Herketa Zimanê Kurdî ava kir, da ku em zimanê Kurdî bixin zimanê fermî û perwerdehiyê.”

 ‘Dewleta Tirk dixwaze Kurdan bê statû bihêle’

Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurd Subhî Uzgen diyar ku Tirkiyê dixwaze bi rêbazên xwe Kurdan li Rojava û Bakurê Kurdistanê bê statû bihêle û wiha qedand: “Weke Komeleya HEZKURD û dildarên zimanê Kurdî, me kampaniyeke û daxwazeke bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî amade kiriye, da ku ji serokatiya Komisiyona Demokrasî, Xuşk-Biratî û Hevgirtina Netewî jê re bişînin. Xebatên wiha fermî, wê encameke baş ji bo rewakirina zimanê Kurdî di dewletê de bi xwe re bîne. Dewleta Tirk xwedî armanceke wiha ye ku dixwaze bi rêbazên xwe li Rojavayê Kurdistanê Kurdan bê statû bihêle, li aliyekî din dixwaze PKK’ê û Abdullah Ocalan iqnaa bike Kurdan li her derê bê statû bihêle, lê ev yek nepêkan e. Divê em dozgerên mafê netewî yê Kurdî bin û bi rengekî ektîv kar bikin, hejmara gelê Kurd bêtirî nîvî ji gelê Tirkiyê ye, pêwîst e em bi awayekî baş kar bikin û daxwaza statû û mafê xwe bikin, eger ev pêk were wê kar û xebata komisyonê bi encam bibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.