Hafiz Ahmet Turhalli
Yekê Îlonê weke roja Aşitî Ya Cîhanê hatiye pejirandin. Aşitî gotarekî pîroz e: lê di devên zalim û mêtîngeran de bûye weke benîşt û nerehetiyê dide mirovên xwedan maf û bindest. Heta neha kesên zalim û zordest bi navê aşitiyê gelek tiştên ne rewa û nelirê pêşxistine. Welatê me bi navê aşitî dagir kirine. Navê lihevkirina Lozanê ku welatê me kiriye çar perçe, weke lihevkirina aşitiyê hatiye binavkirin.
Dema desthelatdar behsa aşitiyê dikin, divê mirov zanibe ku an hêza wan qels bûye an jî nêzî têkçûnê ne. Aşitî gotarekî ku li gor ayînan pîroz e, Ayina Cihutî, Budîzim, Konfîçyus û Filetî ji serî heta jêrê behsa Aşitiyê dikin. Ola Îslamê bixwe wateya wê aşitî ye û ji bo mirov bi xwe, derodora xwe, xwezayê û bi Xweda re bikeve nava Aşitîyê weke planekî datîne pêşberî bawermendan! Nexşerêya Qur’an a pîroz li ser Aşitîyê hatiye amadekirin. Xweda di Qura’ana pîroz de weha dibêje: „Ey gelî bawermendan! Hemû bihevre (Bi yek carî) têkevin nava aşitiyê. Li pey gavên Şeytanî neçin; lewre ew neyarê we yê eşkere ye.“ (Beqere 208)
Yek ji navên Xweda Selam e; wateya wê aştiyê. Li gor nexşerêya Qur’ana pîroz, armanca sereke ya bawermendên ayina Îslamê, pêkanîna aşitî û aramiyê ye. Xweda ji bawermendan dixwaze li vê dinê welatên aram û civakên aştîxwaz saz bikin. Dibêje: kesê aramî û aşitiyê saz neke, ji bo wê kar neke, dibe şopdarê Îblîs û ehlê dojehê.
Belê ji ber piştî koça Pêxemberê me Hz Mihemed sXl, aramî û aşitî ji nava civaka Misilmanan hate rakirin û şûna wê de şer, pevçun, talan û îşxal pêşket. Xaka me Misilmanan bûye weke dojehê.
Kuştin, malwêranî û xizanî bûye perçeyekî bingehîn yê jiyana me.
Kê hêz bidest xist, dest pê kir yê dîtir perçiqand û ji holê rakir.
Şer û pevçun bê navber 1400 salî zêdetire berdewam dike. Bi navê Îslamê dijberiya Îslamê dikin.
Bihizirin oleke ku navê wê aşitî be û alîgirên wê olê tenê şer û pevçunan bikin!
Divê em bi fikirin ev çi sosrete em dijîn û kê me xiste vê rewşê de?
Neha li çar hêlên cîhanê tilî li ser tetikanin û ji bo hevdû bikujin diranan lihev diseqînin.
Divê kesê misilman ji bo aşitiyê kar bike, ji bo pêşî li şer û malwêraniyê bigre, xwedan gotin û tekoşînî be.
Îro bizava Kurd di nava vî agirî de dixawze av û selametiya aşitîyê zêde bike. Lewre kesên herî zêde ji şer û pevçunan zerer dîtine Kurd bixwe ne. Bi hevre şer kirine, bi dewletên hawîrdorê re ev çensd sal in di nava şer de ne.
Ji bo wê ezmûna dîrokî û nexweş, milletê me bi salan e
Ji bo aşitiyekî adil tekoşînê dike.
Bi sedhezaran cangorî dan, hê jî ew ê ku bi israr aşitiyê pêş dixe û xwedan proje ye dîsa milletê me ye. Divê hemû gelên cîran jî ku zêdetirên wan bawermendên ola Îslamê ne, wê heqîqetê bibînin û bi hemû hêza xwe, mil bi mil têkoşîna aşitiyê bighînin serkeftinê.
Ger em karibin li Sûriyê aştiyekî adilane pêş bixin, em ê karibin aşitiya Rojhelata Navîn jî misoger bikin.
Di dîroka mirovahiyê de, şaristanî û pêşveçunên mirovî di demên aşitiyê de hatine cîbicîkirin. Demên aşitî û aramiyê de hêz û enerjiya mirov, ne ji bo xirakirin û têkbirina jiyanê ye, berovajî wê, ji bo pêşxistin û avakirinê ye.
Kesên bawermendên rasteqîn, divê destê gelê Kurd bigrin û aşitîya pîroz pêş bixin.






