Ronahî Sadûn/Qamişlo
Di sala 1939’an de 1’ê îlonê bi Roja Aştiyê ya Cîhanê hate ragihandin, lê li şûna ku aştî pêk bê cûreyên şer li cîhanê pêş dikeve û hemû nirxên mirovahiyê binpê dibe. Herwiha bi şer aştî pêk nayê, lewma heta ku aştî pêk bê divê şerên li cîhanê bidawî bibin.
Her sal 1’ê îlonê wekî Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Di 1’ê îlona sala 1939’an de artêşa Alman di bin fermandariya Adolf Hîtler de Polonya dagir kir û Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Ev şer bû sedema mirina zêdeyî 50 mîlyon mirov. Piştî vê yekê ev roj, li hemû cîhanê weke “Roja Aştîyê ya Cîhanê” hat ragihandin. Li gel ku 1’ê bi Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hate ragihandin jî, lê heye niha aştî pêk nehatiye, berovajî wê hemû pîvanên aştiyê tên binpêkirin ku her roj bi sedan mirov têne kuştin û bi hezaran mirov têne koçkirin.
Pênaseya aştiya cîhanê
Têgeha aştiya cîhanî, an aştiya gerdûnî, ew aramî û ewlehiyê di navbera gelan de ye. Ew bi nebûna êrişkarî an tundûtûjiya fizîkî an exlaqî li ser asta gerdûnî tê temsîlkirin ku bêyî şer û pevçûnên leşkerî, lê bi rêya diyalogê û sepandina nirxên rastî û edaletê têne çareserkirin.
Girîngiya aştiya cîhanê
Girîngiya aştiya cîhanê di pêşvebirina pêşketina aborî û civakî, başkirina asta perwerde û tenduristiyê, misogerkirina aramiya civakî, dabînkirina hawîrdorek guncaw ji bo berdewamiya şaristaniyan, kêmkirina tundûtûjî û pevçûnan û pêşvebirina mafên mirovan de eşkere ye. Ew ji bo avakirina pêşerojek geş û cîhanek dadmendtir ji bo hemû gelan girîng e.
Pêşveçûna aborî û civakî: Aştî rê dide welatan ku di çavkaniyên xwe de pêşketinan pêk bînin ku ne wan li ser şeran xerc bikin, ev yek jî rewşa aborî ya civakê baş dike.
Baştirkirina perwerde û tenduristiyê: Aştî alîkarîya dabînkirina perwerde û lênêrîna tenduristiyê ji bo her kesî dike.
Aramiya civakê: Aştî rêkûpêkiyek sabît peyda dike û ji bo berdewamî û pêşveçûna mirovahiyê mercekî bingehîn e.
Avakirin û domandina şaristaniyan: Aştî alîkariya berdewamiya şaristaniyan dike û pêşî li hilweşîna wan digire, wekî ku di dîrokê de ji ber şeran qewimiye.
Di pêkanîna aştiyê mafên mirovan: Aştî ji bo bidestxistina mafên mirovan û pêşvebirina prensîbên edalet û wekheviya zayendî pir girîng e.
Çareseriya Nakokiyan: Aştî rêya guncav ji bo çareserkirina nakokiyan peyda dike bi awayên ku rêz li nirx û prensîban digirin.
Li şûna pêkanîna aştiyê cûreyên şer pêş dikeve
Di dîroka mirovahiyê de bi hezaran şer çêbûne. Gelek şer nebûne malên dîrokê û neketine ropelên wê de. Lê hin şer hene hem ji ber ku gelek mirov hatine kuştin, hem jî ji ber teknîk, taktîk û rêbazên xwe di rûpelên dîrokê de cihên xwe girtine. Bi piraniya şerên di navbera du aliyan de pêş ketine, aliyekî êriş kiriye, aliyê din jî li dijî êrişan parastina xwe kiriye. Ji ber vê yekê li ser rûyê cîhanê gelek keleh, sûr û birc hatine avakirin. Herwiha berê tenê şerê bejayî hebû. Pişt re kelek û keştî çêkirin û bi rêya deryayê dest bi seferên êrişan kirin. Niha jî şerê li bejayî, derya û li ezman bi hev re pêş dikevin. Li aliyê din alav û amûrên şer jî her ku diçe pêş dikevin. Êdî tenê bi tifing, tang, top, fuze, balafir û teqemeniyan şer nakin. Şerê avê, şerê çekên kimyewî û gelek cûreyên şer pêş dixin. Hemû şer ji bo aliyek axa aliyê din dagir bike. Ji bo çavkaniyên dewlemendiyê yên ser erd û bin erd dixin bin kontrola xwe. Hem jî mirovên wî welatî wekî kole di bin kontrola xwe de bidin xebatindin. Lê aştî di nava şer de ne pêkan e. Ji bo wê pêşketinên cûre û amûrên şer, dibe sedema ku heya niha li cîhanê aştî pêk neyê.
Bidawîbûna şer rêya destpêkê ya aştiyê ye
Di dîrokê de gelek şerên mezin pêş ketin. Şerê navbera dewletan û şerê global de bi sed milyonan mirov hatin kuştin. Di van şeran de gelek cûreyên çekan hatin bikaranîn. Li gel ku ew qas xwîn rijiya û bi milyonan mirov hatin kuştin jî, dîsa hêzên navdewletî di şer de israr dikin. Li gel ku peyman û quralên şer di nava dewletan de hatin îmzekirin û qebûlkirin jî, lê dîsa ev peyman û quralan binpê dikin. Her roj bi sedan mirov li ser rûyê cîhanê di şer de tên kuştin. Di dîroka mirovahiyê de heta niha 10 şerên mezin ên ketine qeydan hene. Di van şeran de bi milyonan mirov hatin kuştin. Lê ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêş bikeve, her tim hevdîtinên dîplomatîk û diyalog pêş ketiye. Da ku bi rêya diyalog û peymanan dawî li şerên bi xwîn bînin. Lê gelek caran ev hewldan bi ser neketine. Ji bo aştî pêş bikeve pêwîst e têkiliyên ku sinc û polîtikayê bi hev girê dide hebin. Lê heye niha li ser asta cîhanê hîna şerên mezin rû didin.
Bi şer pirsgirêk çareser nabin
Di 20 salên dawî de li ser axa Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêş ketiye. Navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Herî zêde li ser Pergala Modernîteya Demokratîk ku kurd dixwazin ava bikin ev şer tê meşandin. Ji bo çareseriya demokratîk bi dehê caran Rêber Apo banga diyalog û aştiyê li dewleta Tirkiyê kir ku şerê bide rawestandin, ji ber ku bi rêya şer pirsgirêk çareser nabin. Rêber Apo di têkoşîna xwe ya bi salan girîngî daye diyalog û aştiyê, hem jî tekez kiriye ku bê vê yekê dawî li pisgirêkên Rojhilata Navîn giştî jî nayê. Ji bo wê Rêber Apo her li ser rêya aştiyê bi israr bû, li ser vê bingehê di 27’ê de bi navê Aştî û Civaka Demokratîk bangeke dîrokî kir ku vê bangê ne tenê li Rojhilata Navîn deng veda û bandor kir, lê li tevahî cîhanê xwedî heman bandor bû.
Banga Rêber Apo ya aştî
Banga Aştî û civaka Demokratîk a Rêber Apo ne tenê li Kurdistanê û Tirkiyê bandor kir, lê bandoreke mezin li Rojhilata Navîn jî kir. Ji ber di Rojhilata Navîn de gelek şer û pevçûnên ku li ser rûyê erdê rû didin hene û hîna jî berdewam dike. Rêber Apo herî zêde dîrok û rastiya Rojhilata Navîn bi awayekî zanistî û felsefîk ji hev derxistiye, analîz kiriye û rêyên çareseriyê danîne. Polîtîkayên sedsalê yên pergala modernîteya kapîtalîst a li ser vê herêmê xuya ye, lewma dê bi vê banga dîrokî re wekî berê ev polîtîke nemeşin. Pergala kapîtalîs û hêzên serdest ên cîhanê beriya sed salî bi danîna sînorên netew-dewlet belayeke mezin anî ser gelên herêmê. Bi avakirina desthilatdariyê zihniyetên xirab, polîtîkeyên komkujî, birçîbûn, sirgûn û hwd…li ser gelan hatin meşandin. Vê yekê gel tengaz kir û ji bo derketina ji vê rewşa xirab, gel li rêyên çareseriyê û kesên xilasker geriyan. Têkoşîna Azadiyê û Rêzgariya Neteweyî ya Gelê Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo ya 52 salan gelek guherînên girîng li herêmê pêk anîn. Gelên herêmê tenê xilasiya xwe di nirxên bingehîn yên mîna aştî, azadî û demokrasiyê de dibînin. Bi vê banga dîrokî dê Rojhilata Navîn ji nû ve li koka xwe vegere, ew aştî, azadî û demokrasiya ku bi salan e jê dûr ketiye, careke din bigihêjê.
Pêkanîna vê bangê dê ne tenê ji pirsgirêka Kurd û Tirkiyê re çareserî be, hem Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hem jî cîhanî re bibe rêya aştiyê. Lewma ya girîng ku hemû dewlet û mirov xwe di vê çarçoveya aştiyê de bibînin û wê pêk bînin, ji ber rewşa mirovahiyê ber bi kaosê mezin ve çûye, niha dema çareseriyê ye, heger aştî pêk neyê şerên mezin dê derkevin holê û şerên heyî gur bibin.





