Idrîs Henan
Daxuyaniyên piştî êrişa Îsraîlê ser hinek xal û bargehên başûr rojavayî Sûriyê derketine tekezî li rola xirab a Tirkiyê li Sûriyê kirin. Eşkere bû ku balefirên Îsraîlê li Sûriyê hinek xalên sîxûriyê yên Tirkiyê bombebaran kirine. Ji xwe tişta balkêş ne bombebaran e, lê belê eşkerekirina ne ji rêzê ya cewher û armancên van êrişan e. Li qiraxa din jî bêdengiya Tirkiyê ya fermî û desthilata veguhêz a Sûriyê ku qaşo haya wê jê nîne, heye.
Bê goman ev yek ji tabloya giştî ya aloziya Sûriyê û hewldanên destwerdanê qut nîne. Her wiha diyar dibe ku hîna jî Sûriyê navendîbûna stratejîk a şerê wekaletê bi desthilatdariya nû ya HTŞ re wendanekiriye. Berovajî, tekezî lê kiriye û aktorên nû lê zêde kiriye. Lew re piştî ku Tirkiyê hebûna xwe li Sûriyê bi gewde kir, dixwaze daqurtîne ku mîna pêvekekê dihesibîne. Yanê parçe bike û ji nû ve dîzayîn bike. Ev yek bi Rûsya û Îranê re ji salên 2016 heya 2024 kir. Bi hilweşandina Baas re jî hewl dide her devera Sûriyê veguherîne bargeh û xalên MÎT`ê.
Nêzîkatiyên Tirkiyê bandor li dîplomasiya şer jî kiriye ku tiştên berê bi awayên sembolîk dihatin gotin û kirin, êdî yekser bûne. Ji ber vê jî Îsraîlê got ku navendên istixbarat Tirkiyê li Sûriyê bombebaran kiriye. Ew jî nameyek ji agir a pêşîlêgirtina ber bi çav bû ku “Haya me ji we heye. Hêza me jî têrê dike kîjan demê de be em we tune bikin”. Her wiha bi zorê pêfêmkirinek bû ku “Divê tu sînor û hedê xwe derbas nekî. Bi min re nekeve pêşbirkê, hêza navendî ya kakil li herêmê ez im”.
Derdê Îsraîlê heya radeyekê me fêm kir, lê gelo çima Tirkiyê bê deng maye? Tirkiyê aliyê fermî de hebûna xwe li Sûriyê her bi “Şerê li dijî terorê” û “Parastina ewlehiya neteweyî” îzah kiriye, êrişa Îsraîlê çîroka Tirkiyê vala derxist. Aliyek din ve hesabên wê yên stratejîk yên mezintir hene ku barê kirîza aborî rê nade rageşiyan bi dewletên rojavayî , DYE û Îsraîlê re derxîne. Lew re jî berê xwe daye bêdengiyê û xwe ji rûbirûkirineke rasterast diparêze. Hesabên wê yên siyasî li hundir jî rê nadin xwerakişandinek bi vî rengî. Derxistina rageşiyan dikare têkîliyên Tirkiyê – Îsraîl vegerîna xala sifrê, ev jî dê Enqerê ji hevkarekî sereke yê aborî û siyasî li herêmeke aloz, bêpar bihêle.
Di encamê de diyar bû ku hinek pîvan û rolên taktîkî yên nû li şerê herêmî zêde bûne. Yek jê ew e ku; çendîn berjewendiyên hevbeş navbera hêzan de hebin, tawîza hevrikiyê nayê dayîn. Ji bona wê jî çeka herî guncaw êrişa pêşlêgirtinê ya rasterast e. Ya din jî ew e ku; hemû aliyên ku serweriya Sûriyê bin pê dikin, bi rişdin ku qada Sûriyê ji hevrikiya xwe re vekirî bihêlin. Ev yek jî pêşeroja Sûriyê şîlo dihêle û rê li ber gelek tabloyên bi vî reng vekirî dimîne. Ango em ê demên pêş de rastî gelek êrişên eşkere yên rasterast werin. Eger li hev bikin jî, ihtîmal heye li paş perdeyan terazoya hêzê ji nû ve parve bikin û rewşa bêdengiya istîxbaratî dewam bike. Lê di hemû rewşan de heqîqet tal jî ew e ku; eger ne guhertinek demokratîk bi dilê hemû pêkhateyên Sûriyê be, wê Sûriyê bi desthilatdariya nû ya HTŞ re, di nav babelîska rageşiyên hêzan de ji hev bibe.






